Kurdi
Kurmancî

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrechte

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 


 

 


Derbarê nûkirina rojava.net de

rojava.net 14.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 


Bi mebesta nirxandina karê rojava.netê û berfirehkirina asoyên karê wê, desteya birêvber a malperê civînek li dar xist.

Ji bo tekûzkirina şêweyê belavkirin û pêşkêşkirina berheman di malperê de, desteya birêvebir mercên jêrîn destnîşan kir :

- Rojava.net di serrastkirin û tekûzkirina babetan ji hêla rêziman û vekîtê ve azad e
- Ji derveyî nivîsên ku li ser navê HRKRD belav dibin, her nivîskarek berpirsê/a naveroka nivîsa xwe ye
- Rojava.net kesayetiya xwe a bêlayen ji hemû hêl û helwestên siyasî diparêze û xwe –wekû dezgeheke ragehandinê- têkilî nakokiyên hêz û kesayetiyan nake
- Rojava.net di hilbijartina babetên bo belavkirinê de, piştgiriya hemû şêwazên rêxneyê dike lê rê nade babetên ku hest û kesaytiya mirov û dezgehan brîndar dikin
- Di çarçeweya bilindkirina asta weşanê û beşdarbûna rewşenbîran di malperê de û geşkirina gotara rewşenbîrî, rojava.net radighîne ku rê bo hemû nivîskaran vekiriye ku bi berhem û nivîsên xwe malperê dewlemendtir bikin. Her weha derfetê dide hemî nivîskarên xwedî karîn ku pencereyên xwe yên taybet di malperê de vekin û birêve bibin.


Di dawiya civînê de, piştî gengaşiya derbarî pirsên ragihandinê û şêwazên parastina berjewedniya netewî û destnîşkankirina pirs û pirsgirêkên ragihandina bi kurdî bi taybetî, rojava.net dê peyama xwe di bin sîwaneya xalên jorîn de berdewam bike.
Di çarçeweya nirxandina karê malperê di dema borî de, desteya birêvbir lêborîna xwe ji hemû kes û dezgehên ku di rêya weşanên malperê de hatibin brîndarkirin dixwaze.

Di dawiya civînê de desteya nivîskarên malperê biryar da ku pirsên girêdayî rewşenbîrî, nasname û kurdî , di rojeva ragihandinên internêtê de zindî bihêle.



14. 09. 2005

Desteya Birêvebir a rojava.net

Selîm Bicuk
Ehmed Huseynî
Reşîd Hiso
Xelat Ehmed
Ferhad Ehmê