Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

14 August 2007 11:41

 

 

 

 

Konfiransê 5 ê yê yekîtiya nivîserên kurd-Duhok

Amedekirin: Mesûd xelef - Duhok






Peyiva serokê yekîtiya nivîserên kurd-Duhok birêz Hesen Silêvanî ji bo konfiranisê 5 ê
Berêz wezîrê rewşenbîrî yê Kurdistanê– Felekedîn Kakeyî
Berêzan endamên perlemanê Kurdistanê
Berêz De. Fazil Omer serokê civata parêzgeha Duhokê
Berêzan mêhvanên hêja nûnerên partên Kurdistanê û dam û dezgehên rewşenbîrî û mîrî û leşkerî
Berêzan nivîserên Silîmanê-Kerikuk-Hewlêr-û Soran
Rêzdaran endamên konifiransê pêncê.

Bi navê desteka rêveber ya yekîtiya nivîserên kurd-liqê Duhok, bixêrhatina heweyên berêz dikin ji bo hatin û amedebûna we di konfiransê me yê pêncê de, yê piştî serhildanê, yê ku li jêr ala û azadiya Kurdistanê di seqayekî azad û tena de dihête girêdan. Me li ber bû konfiranis di demê xwe yê yasayî de hatiba girêdan li 8/7/2006 , lê babetê girêdana kongirê giştî yê duyê yê her çar liqên Kurdistanê, hate meydanê û komeka kombûnan hatine kirin li Hewlêr û silêmanî û Duhok, belê mixabin hewlên girêdana Kongirê giştî ser negirt, lewma salek û sîhû çar roj bi ser ve çûn.

Hêjayan: Li yekîtiya nivîserên kurd–Liqê Duhokê, em şanaziyê bi mêjûya serbilinda yekîtiya xwe dibin her ji roja damezirandina wê li 12/8/1971 heta îro ku dibe 36 sal, çunke endamên yekîtiya me di kawdanekî dijwar de û di kupîtika dijwariya hêza rijêma dîktaturiya gur bi gur de, her berevanî ji hebûn û nasnama xwe ya neteweyî kirine û parastine û ziman û edeb û peyiva kurdî pêşive birine û ji bo berevaniyê ji mafên rewa yên miletê xwe, xwîna xwe ya zelal gorî axa Kurdistanê kirin, mîna şehîdên nemir "Mela Enwerê Mayî–Seyda Salih Yûsivî-Seadalleh Avdel-Simko Amêdî ".
em deyindarên nivîserên xwe yên pêşînin, yên xizmeteka diyar di meydana rewşenbîrya kurdî de pêşkêş kirin û rê li ber me xweşikirin mîna rehmetyên hêja "Sadiq Behaealdîn Amêdî–Emînê Osman–Mela tahayê Mayî–Mela Mişextî–Mela mehmûdê dêrşewî–Şêx Memdûhê birîfkî-Sebirî Botanî–Heîder Metînî-Mihemed Tahrê guherzî–Diyar Doskî-Selmanê Kuvilî–Qesîm Hesen "û gencên xwîngermên kurdîniyê yên zû wexerikirin "Ebdulezîzê Hacanî û Vehîlê Amêdî û Pêzanê Alîxanê ".

Hêjayan:
Piştî serhildana pîroza 1991 ê û li jêr sîbera desthelata kurdî ya xweser, perleman û hikûmeta Kurdistanê, yekîtiya me biyavekê qenc dîtiye ji bo belavkirina hişyariya neteweyî û rewşenbîriya demokirasiyê û mafê mirovî û giyanê lêbûrînê û çandina tovê pêkive jiyana ol û ayin û netewe û rewşenbîriyên jêk cuda li Kurdistanê û bersîng girtina hizirên tîrurê û tarîstanê û kujtina jiyanê û riswakirina hizir û hêzên dijî serbora me ya hukmiranya kurdî, ew ên herdem di hizira ristina pîlanên neman û jinavbirina desthelata me heyî, çunke ew naxwazin em tena û rehet li ser axa xwe bijîn û rolekê şarstanî bigêrin, ew ditirsin ko ev tîrojikên demokirasiyê û azadiya hizirê û mejê li Kurdistanê werarê bike, hêdî hêdî li rojhelata navîn belav bibe û ziyanê li hizirên girtyên paşivemayên dîktaturî bike.

Mêhvanên qedir giran:
Rulê nivîser û rewşenbîrên kurd di avakirina civaka kurdî ya nû de û parastina destkevtiyên îro li Kurdistanê heyin geleke, nexasim ku Îraq ya di aloziyeka siyasî ya aşkera ra dibûre û çavniqandineka sor û sor heye li ser hindek madên distorê Îraqê, yê ku hatiye pesend kirin ji layê hemu alî û pêkhatên siyasî, mîna mada 140 ya taybet bi Kerkûkê û deverên dî yên ku ketin jêr kartêkirina şonwarên siyaseta erebkirinê, dive em gelek hişyar û jîr bin li ser vê xalê û dakukiyê li ser bicihînana wê bikin, çunke gîrokirina wê pîlaneka dijminkariya diyare û yariyeka bi çarenivîsê kurdan ve.

Berêzan mêhvan û endamên konfiransê me yê pêncê:
Bi navê xwe û desteka rêveber li yekîtiya nivîserên kurd-liqê Duhok, bi germî sipasiya serokatiya hikûmeta Kurdistanê dikin, bi taybet cenabê-Nêçîrivan Barzanê-serokê hikûmetê, ji bo piştevanî û harîkariya darayî û manewî ya berdewam, ya ku ji bo yekîtiya me pesend û pêşkêş kirî, di riya wezareta darayî û abûrê de, ku me şiyayî bi rengekî baş karê xwe yê rewşenbîrî encam bidin û bi bawerî berdewamiyê bidinê, ev piştevanî û harîkarî nîşana handan û pêşivebirina meydana rewşenbîriya kurdî bi giştiye. her wesa em sipasiya cenabê parêzgarê Duhokê berêz-Temer Remezan-dikin, ji bo harîkarî û asankariyên ku ji bo yekîtiya me pêşkêş kirin ji bo serekeftina karê me yê rewşenbîrî.

Hêjayan:
Ji konferansê çarê 8/7/2004 heta îro, komeka xalên geş di karwanê rewşenbîriya yekîtiya nivîserên kurd-liqê Duhokê de bi dest ve ‌hatine, bi kurtî, dê çend xaleka destinîşan bikim, mîna:
- Serikeftina piroja çapkirina pirtûkan, yê li jêr navê "ji weşanên yekîtiya nivîserên kurd–Duhok "ku jimara pirtûkên çabkirî 107 pirtûkin, hemî xerc jî li ser kîsê yekîtiya mene û pirtûk milkê nivîserî ye, piştî rakirina behira pirtûkxana me. Bo zanîn pirtûkên nivîserên parçên din yên Kurdistanê û yên li Ewropa û Ûstiralya û Sofyêta berê dijîn hatine çapkirin, wek handan bu yekgirtina rewşenbîriya neteweyî. Ev piroje berdewame û heta domahiya 2007 nêzîkî-20 -pirtûkên dî dêhêne çapkirin û darayiya pêdivî dabînkirî ye.
- Pêşkêşikirina piştevanya çapê bi rêjeyeka sinordayî bû nêzîkî 110 pirtûkan, û handana berhemê gencan yên endam û ne endam.
- Girêdana herdu fîstevalên Duhok yên rewşenbîrî û vexwandina jimareka mezin ji nivîserîn kurd ji Kurdistanê û ji derive, ji bo avakirina pirên rewşenbîrî di navbera Duhokê û deverên dî de, çunkî Duhok wek senterekê rewşenbîrî ye û xurtkirina peywendiyan di navbera nivîser û rewşenbîrên kurd de.
- Fîstevala Duhok ya rewşenbîrî ya yekê li sala 2005 ê li jêr dirûşma "peyva kurdî sînoran dibezîne "û fîstevala Duhok ya rewşenbîrî ya diwiyê li sala 2006 li jêr dirûşma "Duhok pira rewşenbîriya kurdî ye ".
- Xurtkirin û pêşdebirina peywendiyên rewşenbîrî di nav bera nivîserên kurd li Duhokê û herêma Kurdistana azad û parçên dî yên Kurdistanê û Ewrupa û welatên dîtir, wesan kiriye ku bajêrê me Duhok ji çarçûvê xwe yê berteng derkeve û bibe senterekî rewşenbîriya kurdî yê xurt. Îro baregayê yekîtiya nivîserên kurd li Duhokê bûye mala mezina hemû nivîserên kurd li her derekê bin û em şanaziyê bi vê xala geş dibin.
- Hinartina şandên rewşenbîrî ji bo derveyî Kurdistana azad û berovajê, pêşiwazya şandên rewşenbîrî li Duhokê, armanceka me ya berdewame ji bo peydakirina rengekî rewşenbîriya neteweyî, dûrî hizir û dîtin û boçûnên her nivîserekî û pitir naskirina hev.
- Berdewamya bizav û çalakiyên rewşenbîrî û girêdana simînarên heme cur, ku nêzîkî 101 simînar hatine gêran ji konfiranisê çarê heta niha û pişkdariya şandên me di konfiranis û fîstevalên wezareta rewşenbîrî û dam û dezgehên wêjeyê de li Kurdistanê.
- Berdewamiya derketina kovara me–Peyv–Li dûv demê xwe yê diyarikirî, her sê heyva carekê û delîve vekirin li berhemên gencan, nexasim ew endamên genc yên nû hatin wergirtin li yekîtiya me, ku rewşeka nû dane bizava me ya rewşenbîrî. 13 jimare ji kovarê derketine ji konfransê carê heta îro "jimare 30 heta 42 "ku berêz De. Fazil Omer li pêşiyê sernivîserê kovarê bûye û piştire De. Arif Hîto bûye serinivîserê wê.
- Dewlemendkirina pirtûkxana yekîtiya me, bi peydakirina pirtûkên nû. “Bo zanîn pitirya qutabiyên masterê li Zankoya Duhokê mifa ji pirtûkxana me dibînin, herwesa qutabiyên ku vekolînên derçûnê amade dikin.”
- Pişkdariya yekîtiya me di du pêşangehên navneteweyî yên pirtûkan de, bi weşanên yekîtiya me, pîşangeha firankfort li Elmanya 2006 û ya Hewlêr li sala 2007 , “bo zanîn ev sale jî em dê pişkdariyê di pêşengeha Firankfort de bikin û dibe nûnerekî me jî lê amade be.”
- Avahiyê me yê nû, yê ku bi piştevaniya serokatya civata wezîran ve hatiye avakirin li ser rûyê 5500 m2 bi rengekî şaristanî û jêhatî, ku bi nêzîkî kujimê 1190000000 yek milyar û sed û not miliyon dînarên Îraqê hatiye bicihînan, di gel hola simînaran yaku hêj kar têde berdewame û piştî heyveka dîtir dê wergirin ji lîjna taybet ya bicihînana wê ji layê şehrezayên wezareta darayî û dîwana parêzgeha Duhok û nûnerê yekîtiya me.
- Dirustkirina malpera yekîtiya nivîserên kurd–Duhok, li ser tûra enterinêtê bi şêweyekî serkeftî liser navê: www.duhokuriters.net ku deng û bas û bizav û nivîsînên me bi xwe ve digire, her wesa berhevkirina bernameyekî rewşenbîrî yê heftyane bi hevkarya telefziyona Kurdistan-Duhok, bi navê "Hêlîvan " ku nivîserê hêja Sebirî Silêvanî amade û pêşkêş dike.
Pêşkêşkirina harîkariya diravî ji bo endaman li demê pêdivî.

Li domahiyê sipasiyek taybet ji bo tev dam û dezgehên ragehandinê li sinorê parêzgeha Duhokê ku harîkar bûn di belavkirin û veguhaztina bizavên me de.
Sipas ji bo dam û dezgehên polîs û asaiyşê ji bo parastina êmnahiyê li bizavên me.
Sipas ji bo hemî aliyên birosikên pîrozbahiyê şandin ji konifiransê me re.
Sipas ji bo yekgirtin û harîkariya tev endamên yekîtiya me ji bo serikeftina karê rewşenbîrî, ku me şiyaye pêkve xizmeta bajêrê xwe bikin
Careka dî sipas ji bo amadebûna we yên berêz di gel rêzigirtinên yekîtiya me

Hesen Silêvanî


Encamên hilbijartinan û desteka nû ya yekîtiya nivîserên kurd liqê-Duhok

Li dûv nivêsara parêzgeh‌a Duhok /karûbarên navxwe‌yî jimare ‌ 304/ li 6 -8 -2006 li pey‌ nivîsara yekîtiya nivîse‌rên kurd liqê - Duhok jimare ‌ 25li 4 -8 -2007 û biriyara se‌rokatiya dadige‌ha tawanan–Duhok jimare‌ 866 rêkef‌tê 9-8-2007 li roja 12-8-2007 û li de‌mjimêr "7 "ê êvarî helbijartinên yekîtiya nivîse‌rên kurd–Liqê Duhok bi amade‌bûna "183 " e‌ndaman ji koma "220 "e‌ndaman hatin e‌ncamdan. he‌lbjiartin bi se‌rpe‌rştiya dadwe‌r "Casim Mi‌he‌me‌d Miste‌fa " nûne‌rê dadigeh‌a Duhok û be‌rêz "E‌hme‌d Hisên E‌hmed "nûne‌rê parêzge‌ha Duhok. He‌rwe‌sa bi ame‌de‌bûna lîjna se‌rpe‌rşta konfiranisê ku pêk hatbû ji be‌rêzan:
1 -Mea‌sûm Mayî.
2 -Îze‌dîn Baqe‌sirê.
3 -E‌nwe‌r Mi‌he‌me‌d Tahir.

Piştî de‌rge‌hê hilbijartinan hatê ve‌kirin "18 " e‌ndaman xwe‌ be‌rbjêr kirin.
Herwesan piştî dengdan bi şêweyekî azad hate encamdan û piştî vavartina dengan beramber amedebûyan, encamên desteka ku nû hate hilbijartin ji bo yekêtiya nivîseran kurd liqê Duhok ji "18 " berbijêran bi vî rengê li xwarê bûn:

1- Hesen Silêvanî………………………….122 deng
2- Mihemed Ebdûla………………………..98 deng
3- Selam baleyî…………………………….86 deng
4- Nacî Taha Berwarî……………………..82 deng
5- Beyar Bavî………………………………77 deng
6- Îsmaîl Hacanî…………………………..66 deng
7- Beşîr Mizûrî…………………….…...….65 deng
8- Ebdal Norî………………………..…….64 deng-endamê yedek
9- Kamîran Reşîd Berwarî………….…...62 deng – endamê yedek





 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1