Marwan
Othman
Di
rewanê vejîna avê de
Di navenda giyê de
Di “ not û neh “ navên xwedê de
min
veşêre
Dibe ku
ez karibim
peyamberiya avê bigihînim
asta şîniya
rengvedana nifirê
Dibe ku
ez karibim
Bi “ Heftê û Sê “ nîşanên xwe
xwe
bi xwe,
li “Lalişa Nûranî “
bipêçim
Dibe ku ,
Ez karibim
xewnên ku li dervî sînorên girtinê ne,
Bisipêrînim gerdena pîrozane ya “Tawusî Melek”
Lê ez nikarim
xwe, ji westiyana mirina xwe, azad bikim
Min veşêre
Ne gewde dikarin,
min ji nû ve vejînin
Ne rewan dikarin,
min
ji gewdeyê min
penaber bikin
Siwarê Şevê
Bi dengê Lavijê Kurê Pîrê
Ji mirinên min
min veşêre
Rahêje dûmahên sibehên min
û pişta xwe bide rojê
Sibehên min
di
zikmakiya xwe de,
ne wek sibehan bûn
ew bi xwe ne sibeh bûn,
ji min werê sibeh in,
an li ber çavên min dibûn sibeh
Rahêje dengê xwe, di min de,
û berê xwe bide
hilatiya fîxanên bêdengiyê
Va dîsa ez gewdeyên xwe yên ne pîroz û ne rewa
bi ava çavnêriyê dişom û bi bêhna şevê ez xwe dilorînim
Va
dîsa xewnên min li min dibin bela
Ez nizanin çawa?
Ez dê xwe ji wan rizgar bikim
An çawa
ew dê ji min rizgarbibin
Rahêje hevîrê ewan xewnan,
xewnên min,
û di tenûra xwe ya xewnêzing de,
ji rêbiwarên girtîrêçan re
bipêjîne
Kolozê veşartinê li serê şeva xwe deyne
da
ku ez
li nav nivîna tenhayiyê
ne nuxumandî bimînim
Ta ku nîşana min î heftê û çaremîn ,
di dawiya hefteroja min de
ji min re bibe aleke spî,
li şûna kêla min
Siwaro
Ez westiyam
Ji mirinên xwe
ez westiyam
Nema
dikarim
careke din
bimirim
Hannover
14 /08/2005