Li şêtxanê, Li qatê erdê, Di saloneke dirêj
û fireh de, rûnişti bûm. Li her goşeyê û di
nîvê salonê de, mase û kursiyên bi rengê
pirteqalî bi cih dibûn. Li ber pencereyê,
min dûr, li asoyê temaşe dikir. Şînahî û
daran, bîranîn dikirin xelek, bi hev re rêz
dikirin, çengel dikirin. Di geravên bêbinî
de, ez dizîvirîm. Rojbûna min hat bîra min,
rojên dibistanê, lîstikên ji ax, çamûr,
kevir û daran, karê siyasî, derketin, Hêvî,
Perînas… Hat bîra min çawa mamosteyê min bi
daran li destê min xist ji ber ku min bi
zimanê dibistanê nizanibû. Erê, wê rojê
nasnameya kerê bi min re mabû. Gotinên
mamoste hatin bîra min: “Ev kerê mezin bi
Erebî nizane”. Ez bi dengekî bilind keniyam,
lê hêstiran, êşa girî û birînên kevin ez gêj
kirim. Ez keniyam û min da girî. Min li
derdorên xwe temaşe kir. Hin kes dikeniyan,
hin digiriyan, hin bi xwe re dipeyivîn, hin
jî, keti bûn bêdengiya mirinê. Saw û tirs bi
salona şêtxanê dixistin. Lê haya tikesî ji
min nebû. Ez nizanim ne dikeniyan, ne
digiriyam. Lê li gerdûna dînistanê ken û
girî yek in.
Rojên destpêka dibistanê, mamoste,
nasnameyek keran çêkiri bû. Wêneyê kerekî,
bilindbûn û dirêjahiya wî, reng û kêsma wî,
temenê wî û cih û dema rojbûna wî tê de, bi
cih dibûn. Ew nasname dida dest xwendevanekî,
kî li nav kolanên gund, li mal bi kurdî
bipeyiviya nasname digirt. Roja din, bi
gotinên:” Ev ker bi erebî nizane, bi zimanê
keran dipeyive”, lêdan û azarê dest pê dikir.
Girî û qîrîna zarokan digihihîşt banê xwedê.
Ji xwe zarokan bi erebî nizani bûn û her roj
para yekî lêdan, azar û dijûn bû. Ez bi
zincîra bîranîna êş û azaran de diçûm, lê
dengekî ez hişiyar kirim:
- Bira tu nû hatî vir? Gunehê te çi ye?
- Erê, ez nû hatime. Lê pirsa din min fam
nekir. Ma ev der zindan e? gerek e min guneh
kiri be?
- Ax looo, ji bîr bike! Ma çi cudayî li
navbera şêtxanê û zindanê heye? Kes bêguneh
nayê vir. Navê min Şakir e, lê her kes
dibêje min Şekiro. Ez li Dînistanê pir şêrin
im, hahahaha aaaaaahaaa
Keniya û destên xwe li hev xistin. Piştî wî
kenê bilind, rûyên wî çilmisîn, girî konê
xwe li wan vegirt.
Herdu destên xwe ber bi jor hildan, dîsa bi
kenekî bilind:
- Tu bi xêr hatî Dînistnê, lê navê te çi ye
bira?
- Navê min Bêkes e.
- Hahaha…Bêkes, kêsên te nîn in?
Di cih de, Şekiro ket bêdengiyeke kûr.
Qermîçokên rûyê wî saw û tirsa mirinê li
salonê belav kirin. Xwe avêt hembêza min û
da girî. Borîna wî dîwarên salonê dihejandin.
Erdhejek bi şêtxanê ket. Dîn tev lerizîn û
li dora Şekiro kom bûn. Ew hembêz dikirin.
Li ber dilê wî çûn û hatin. Çend kêlî wiha
bi saw derbas bûn. Ji nijkê ve, dest bi ken
kir:
- Ev bira nû hatiye. Navê wî Bêkes e.
Dîn, yek bi yek hatin. Destên min girtin û
ez hembêz kirim.
- Navê min Hans e
- Navê min Canê ye.
- Navê min Angêlîka ye
- Navê min Deniz e
........
Li Dînistanê, em dîn tev ji hev hes dikin,
lê mîna cihana we biaqilan, mirov ji hinekan
bêtir û ji hinekan kêmtir hes dike. Di
navbera min, Şekiro, Hans, Canê û Angelîka
de, têkiliyeke taybetî heye. Em çîrokên xwe
yên cihana we biaqilan ji hev re dibêjin. Ew
çîrok, ji bo me bûne bîranîn, pir caran me
dikenînin û pir caran me digirînin. Ji xwe
ken û giriyê me, êş û xweşiya me, li şêtxanê
bi hev re dijîn. Yekîtiyek di navbera xwe de
ava kirine. Sînor tev ji nav xwe rakirine.
Aso nîn in, gerdûna me tev valahî ye. Her
tişt di valahiyê de, dizîvire. Valahî di
tunebûnê de, dizîvire û tunebûn me di nava
xwe de dizîvirîne. Ez wiha bawer dikim ku
rojek bê hun biaqil jî, tev wek me dîn bibin
û cihana we bêmirov bimîne. Wê gerdûna
biaqllan di nava tunebûna me de, tune bibe.
Ez pir caran difikirim ku Xwedê jî, wek me
dîn bû. Mirov afirandin û bûn bela serê wî.
Ku rojekê wî bibînim, ez ê jê bipirsim ka
çima mirov afirandin, ev dînîtiya mezin çima
kir? Lê ew li kuderê ye? Ma çawa wê kari be
di valahiyek hewqas seyr de bijî? Ez nizanim
heye yan tune ye? Lê eger rojekê ji rojan
hebû jî, ji sedî sed miriye. Keriyê pezê wî
bê şivan maye. Di şûna giya û endekoyê de,
goştê hev dixwin. Di şûna nêrgiz, beybûn û
rîhanan de, bîna xwînê dikişînin. Di şûna
helbest û sitiranan de, li ser dengê tiving
û şûran sermest dibin. Her kes dibêje ez û
bila bişewite dinya û kî ne weha be, dîn e,
cihê wî Dînistan e. Li dijî zagonên cihana
biaqilan, tenê dîn serî hildidin û gunehkar
dibin. Yên biaqil bêguneh zagonê dişopînin û
valahiya jiyanê tije dibînin û dipejirînin.
Li Dînistanê, dem û cih tune dibin, şev û
roj dibin yek. Her tişt di cihê xwe de, vala
û bêwate dizîvire. Tenê serpêhatiyên me,
carina singa xwe li rastiyê didin. Şevên me
ji xewa giran şiyar dikin. Xewn û hêviyên
mirî tînin rojeva çîrokan. Îro dîsa Perînas
xwe li perên mejiyê min alandiye. Ez ê
nameyekê jê re binivîsim û sibe ji Şekiro re
bixwînim, Êdî wext hatiye ku ew jî, gunehê
min nas bike. Helbet e, gunehê min ne tenê
heskirina Perînas bû. Evîn li cihana
biaqilan gunehekî gelek giran e. Yê ku vî
gunehî, li wê gerdûnê bike serê xwe winda
dike. Lê gunehên din jî, yên pir giran hene.
Min qelem û deftera xwe rakirin, ji qatê
pêncan xwe berda salona şêtxanê. Piraniya
dînan di xewa giran de bûn. Li ber maseyeke
pirteqalî, li ser kursiyekî rûniştim. Çend
kêliyên bîranînên kûr, heşt sal, têkiliya
min û Perînas anîn ser maseya pirteqalî. Lê
min dît ku berî zayîna xwe min ji Perînas
hes dikir. Ew ne tenê evîna heşt salan bû.
Evîna sedsalan kom bûbû û di wan heşt salan
de teqiya bû. Hesreteke nifşên ji çarhezar
sal û vir de, di çavên Perînas de, bel bûbûn
û di nav pêlên derya xwe de, winda kiri bûm.
Perînas, berî çarhezar sal min nas dikir, lê
li kuderê û çawa, nizanim. Dibe ku
kirasguherîna evîneke efsaneyî bû min dît. Û
ji nijkê ve, min dît Perînas, li hember min,
li ber maseya pirteqalî rûniştiye. Hêstir di
çavan de, zîz dibûn. Lêvên ji pelên sorgulan
dilerizîn. Çavên xemgîn û tije valayî, di
çavên min de, diçikiyan. Hebûnek tije gilî û
gazin, ez kişandim nava çîroka serkeftin û
têkçûnê, rastî û xiyanetê, ketin û lehengiyê,
bawerî û bêbaweriyê:
- Ma tu dîn bûyî Bêkes, te ez tenê hiştim.
Ez ê çawa kari bim te bibexişînim?
- Perînas, jiyana min tu kengî hatî vir?
Bersiv neda, destên xwe yên biçûk, di nav
destên min de, veşartin. Bi bêdengiya şeva
şêtxanê re, bablîsokekê em rakişandin ser
perê awrekî sitewr û min serpêhatiya xwe jê
re rêz kir:
Roj baş periya min!
Min ji te hes kir, ez ji te hes dikim û heta
mirinê ez ê ji te hes bikim. Li ba min
heskirina te bûye jiyan û bê wê jiyana min
nameşe. Lê rê bide min, ez çîroka xwe ji te
re bibêjim.
Rojek reş û bêxêr ez hatim dinyayê. Ez li
hember wê rojê hîn bi kîn û nefret im. Tevî
ku min çavên xwe li jiyaneke bêbext û reş
vekirin jî, ez bi hêvî bûm. Hêvî û xewnên
min pir mezin bûn. Ez ji pêşeroja xwe bi
hêvî bûm. Ez evîndarekî mezin bûm. Lê evîna
min xewneyî bû, nenas bû. Min ji gulan hes
dikir. Min ji xwezayê hes dikir. Evîna min
xewneyî û nenas çiya, deşt, derya û gerdûn
tev tije dikir. Min nas nedikir çi ye, çi
dibe û çima wiha ye. Lê ji bo pêkanîna vê
xewnê ez ketim şerên hebûn û tunebûnê. Ji bo
min pir pêwîst bû ez bizani bim çima hatime
jiyanê. Çawa û çima bijîm. Çima dimînim.
Çima û bi ku ve diçim...
Periya min!
Ez di meydanên şer de, li hember jiyanê têk
çûm. Ez bêçare bûm û mîna kelemperekî ziwa
ji kok û rehan ve hilkişiyam. Ez ber ba û
fitoneyên bêbext ketim. Li gelî, çiya û
zinaran geriyam. Li vir ketim, li wir rabûm
û ji nijkê ve bablîsokeke zalim û bêdil ez
ji welatê agir û rojê dûr kirim. Berê min da
bajarên mirinê. Li Geliyê Waweylê ez ber qef
kirim. Ez sipartim mirina malxerab. Di
rastiyê de ev yek azadî û rizgariya min bû.
Dawiyeke pir xweş bû ji bo min. Lê ez li
hembêza mirinê, tu mîna guleke bihiştî li
pêşberî min bişkivî. Ez nizanim ne xewnek jê
min jibîrkirî û revok bû ne bi rastî te
gelek soz dan min. Min jî, bawer kir ku ew
evîna min xewneyî û nenas tu bûyî. Û bi
berxwedaneke mezin min li hember mirinê serî
hilda û bi te re ketim riya jiyanê. Min tu
mîna xwedayê evînê li nav dil, raman, mejî,
wijdan û baweriya xwe de daçikandî. Mîna
baba derwêşekî di evîna xwedê de şewitî min
xwe sipart perestgeha çavên te. Min hemû
perestgehên kevin yên pîroz ji dil û mejiyê
xwe şewitandin û hemû xweda ji bîr kirin. Tu
tenê mayî xwedayê min. Li şûna rojê êdî li
ber çavên te ser çok bûm. Lêvên te bûn quble
û Lalişa min. Bûn cihê tewafa min. Min serî
hilda û biriyar da ku ji bo te tenê bijîm.
………….
Di nava tunebûna cih û demê de, li Dînistanê
heroj tiştên seyr û nû diqewimîn.
Hemwelatiyên nû dihatin. Agahdariyên pir
giring, ji bo me, ji cihana biaqilan dianîn.
Îro serê sibê, min û Şekiro qehwe li salona
şêtxanê vedixwar. Hevalekî Şekiro kevin
derbas bû. Di nava netebatiyek seyr de,
Şekirê me, bi siran ket. Bi kenê xwe yê
bilind, ket û rabû. Destên xwe ber bi jor ve
hilkişandin û bi hîq hîqa kenê xwe ku her
roj çend caran erdhejê bi şêtxanê dixe çû
pêşwaziya wî:
- Weyyy.. Ev tu yî Dilsoz? Tu jî avêtin vir?
Tu gelekî bi xêr hatî.
Dilsoz, bêdeng û bi awirên tije hêrs û êş li
Şekiro temaşe kir. Di cihê xwe de, daçikiya,
çavên wî li nava salonê zîz bûn. Lê Şekiro
rê nedayê, bi destê wî girt û ber bi min ve
kişand:
- Ev Bêkes e, xweziya min bi wî, xwezî ez jî,
bêkes bihatime jiyanê.
Û dest bi girî kir. Xwe avêt hembêza Dilsoz.
Ji ser û bin dilerizî û dikeliya. Dilsoz
berda, hêstirên xwe bi destan paqij kirin û
li ser hinarkên rûyê xwe belav kirin. Dest
bi ken kir, lê ken û girî tev hev dibûn. Li
pêşberî min rûnişt. Dilsoz, hîn behitî li
derdorên xwe temaşe dikir:
- Bêkes, navê vî Dilsoz e. Hevalê min yê
zarokatiyê ye û em pênc salan bi hev re
şervan bûn. Ew serleşker bû, serkêşê min bû.
Dilsoz, bi bêdengiya xwe tirs û saw li
derdorên xwe dibarandin. Li her tiştî kûr
temaşe dikir, wek ku bixwaze ji nû ve nas
bike. Li her tiştî, bi balkêşiyeke mezin
dinerî, lê tenê nedixwest rûyê mirovan
bibîne. Di dinyayeke seyr de dijiya. Ez pir
caran dihizirîm, gelo ev çi dinya ye Dilsoz
tê de dijî. Min tenê dinya dînan û ya
biaqilan nas dikir. Ma li navbera herdu
jiyanan jiyanek din heye? Ew jiyan, eger
hebe çawa ye? Min dixwest ez xwe berdim nava
Dilsoz û zani bim ev bêdengî ji ku tê, lê
hemî hewldanên min têk diçûn. Yek peyv ji
devê wî dernediket. Şekiro bûbû berdevkê wî,
hin agahdarî li ser wî didan. Ev agahdarî
pir kevin bûn. Ew demek dirêj bû Şekiro jê
dûr keti bû.
Piştî xwarina nîvro, hemwelatiyên Dînistanê,
kom bi kom li hev rûnişti bûn, Hin hêdî hêdî
bi hev re diaxivîn. Hin bi tîq tîq û dengên
bilind dikeniyan. Hin digiriyan û hin jî bi
xwe re bi tena xwe keti bûn çîrokan. Şekiro
û Dilsoz, li ber pencereyê, li ber maseya
pirteqalî rûnişti bûn. Wek her dem Dilsoz
bêdeng, riyên dûr û dirêj diajotin. Li
bexçeyê şêtxanê temaşe dikir. Çavên wî dar
bi dar, gul bi gul dipîvan. Lê Şekiro keti
bû axaftinên dirêj û bê navber ji çîrokekê
diçû yek din. Ez bêdeng li kêleka wan
rûniştim. Min kûr û bi baldêrî li Dilsoz
temaşe dikir, lê min guhdariya çîrokên
Şekiro jî dikir. Gelo Dilsoz bi van dar û
gulan re diaxive? Ew êşa xwe, bîranînên xwe,
serkeftin û têkçûnên xwe ji wan re dibêje? Û
ji nijkê ve, bala min serpêhatiyek Şekiro
kişand.
- Dilsoz, malxerabo, ma Hogir û Zozan tên
bîra te? Tê bîra te ku te ferman da,......
û borîna giriyê Şekiro li banê asîman zîz bû.
Bi herdu destên xwe li serê xwe da û qîriya.
Şekiro hêc bû, bi nava salona şêtxanê ket.
Çi diket ber destên wî di pencereyan re
diavêt. Serê xwe li mase û dîwaran dixist.
Heytehol ket nava dînan. Hin bi Şekiro
dikeniyan, hin li pey direviyan, çend kesan
alîkariya wî dikirin, kursî û mase diavêtin,
qedeh û sênî dişikandin. Doxtor û alîkarên
wan bi cilên sipî ketin nava salonê, pey
Şekiro diketin. Du kesên dirêj û bi hêz
herdu milên wî ji pişt ve girtin, lê hîn
diqîriya û li ber xwe dida. Bi lingên xwe
şer dikir, her tişt dişikand. Diduyên din
herdu lingên wî jî zeft kirin, lê diqîriya,
tenê peyva Zozan digot. Şekiro li ser banê
zikê wî dirêj kirin. Jinek, bejin zirav û
dirêj, derziyek li tilmê qûna wî de çikand.
Piştî çend kêliyan, Şekiro sist bû, bêdeng
bû, lê di bîbika çavên wî de, hêstiran wek
birûskên biharê vedidan. Piştî ku bêdeng ma,
ew birin odeya wî. Me kursî û mase rast
kirin, lê Dilsoz hîn li wê goşeyê, bêdeng li
bexçe temaşe dikir.