Her cara ku min li
pirtûka bavê xwe "jînenîgariya min " dinerî,
ez diçûme rûpelê Ku pesnê gundê xwe Hesar
têde daye. Min ew çend cara dixwend û her
carê ez pê bêtir şadibûm. Ez bi ramanên xwe
vedgeriyam deşt û çiyayên Hesar, mêrg û
zeviyên wê, kanî û rûbarên wê. Bi rastî ez
dinav pêlên deriya pesindana wî de winda
dibûm her wiha ez diketim xeyala, Hesar ji
minre bibû xewnek, Bibû xwezîyek.
lê di buhara sala par de ev xewna min bû
rastiyek gava ez û hevjînê xwe (Osman) me
bihevre biryar da ku em biçine Kurdistana
Bakûr demekê lê bigerin, bi taybetî em ê
biçin Hesarê û Qerqatê gundê bav û kala.
Çend roj ne çûn me xwe amadekir û li sipîdê
me sînorê Qamişlê derbas kir.
Ekrem pismamê Osman li Nuseybînê li pêşya me
bû bi otomobîla xwe em ajotin Amedê. Ez qet
wan roja ji bîr nakim ewê her demê di raman
û hizrê min de şiyar bimînin. Her ku em
digihiştin cihekî.. Ekrem ji mere li ser
şirûve dikir, lê gava em gihane 'Sultan
Şêxmûs' em daketin, divê ez vê ziyaretê
bibînim, jiber ku dapîra min ji hejîra dara
wê xwarîye ,ta kû bavê min 'Şexmûs' jêre
çêbûye. Ev ziyaret gelek bîranînên xweş li
min vedgerînin.
Ji vê ziyaretê jiyana bavê min destpêkir ,
her wiha bingeha kesayetiya wî ava bû û
gulek ji gulîstanên rewşenbîrên kurd nû
pişkivî.
Bavê min bi xwe gotiya : ' Binavê sultan
Şêxmûs ez çêbûme ji dayê. Bidîtina vê
ziyaretê min têbîrên pêşî ji bakurê
kurdistanê ji xwere civandin û xistin
xesrika xwe .Ev taxa pêşî ewê di hizr û
bîranînên minde her u her bimîne.
ji wir me berdewam kir û êvarê em li Amedê
bûn, bi rastî pênûs di pesindana dîmenên
zindî di deşt û çiyayên welatê me de zîl û
jar dibe mirov dibêje tevde perçak ji
buhuştê ye.li amedê di nava du rojande her
cihên giring me dîtin. Amed pir xweş û
rewane, ez qet ji dîtina wê têrnebûm, Piştre
em bi xweşka min Gulperî re ku ji Siwêdê
hatibû civîyan û bi hevre me berê xwe da
Hesarê. Bingeha jîyana bavê min, ya ku ji
min re bibû xewn , xwezî û xewnrojk.
Dilê min bi xurtî lê dixist, mitalan ez
dibirim û tanîm gelo raste yan jî dîsa ez
dinav rûpelên pirtûka bavê xwede windayî
mame !! lê bi rastî dengê Ekrem ez
vegerandim û ez şîyarkirim , gava ku got
jinapê ji xwere baş li wan dîmenan temaŞeke.
ji nûve min zanîbû ku em di riya Hesarê de
ne, lê jinişkave dîsa dengek hate min ' ha
ha ew gundê dinav newalê de Hesare.
Ez nizanim çi bimin hat laşê min tevde
lerizî, min digot belkî xwîna laşê min tev
li nîvê serê min rawestiya ye, her ku em
nîzîktir dibûn dilê min bêtir lê dixist,
çiqas min dixwest ku ez vegerim rewşa xwe ya
berê çê ne dibû, çima wilo bi min hatîye? ,
min hinekî bêhna xwe kişand û serê xwe ji
pençera otomobîlê derxist da kû ez hinek
bayê hînik bikişînim. çavê min qet ji şînahî
û firehiya wan newala têr ne dibû, ciqas
kurdistana me xweşe lê em çi bikin dijmin ji
me bêtir pê şa dibe. Raste bavo, gotinên te
di serê min de dizîvirîn gava te di berhemên
xwe de gotîye : " welatê min tu wî bûka
cîhanî .. hemî bax û buhişt û mêrg û kanî."
Belê , Hesar ji min re wek parçak ji zemînê
dinava şînahiyê de razayî bû wilo dihata
xûya kirin, çiyayên li dora wê jî bi
dilovanî xwe lê pêçabûn û bi dil xweşi ew
hembêz dikirin, dixwestin wê ji hemî qeda û
bela biparêzin. Kela girî ez girtim, min
nema karî bû ez tişkî bêjim, hastên minjî
tevlî hev bibûn, tirs, êş û gih jî kêfxweşî
, min nikarîbû ez wan ji hev cuda bikim , lê
min navtêdan di xwe da û min bi dengekî
bilind got : ' hoho bavo ho cegerxîin te
çawa kiriyê… te çi ecêb pêde aniye, te çawa
karîbû vê panorama ciwan jêre deynê, te çawa
karî bû van dîmenên xwezayî jêre çêkî' û
xetîlên kû bisala vemirandî mana bi çand û
hunera xwe vêxînî û bijîn bikî… te çawa karî
bû têkevî nav hemî gulîstanên kurdistanê û
her gulekê bêhin bikî û ji nûve gurzeke
sipehî ji nifşare çêkî û pêşkêşbikî.
Birastî Hilm û bayê Kurdistanê yê hînik
hestên min tev şiyar kirin,dilê min geş
kirin. xweşiya welat û dîtina warê bav û
kala hastên cudane û xweşîyên bê sînorin.
Otomobîla me kete nav kolanên teng u rêçên
xwehir û li ber derîkî rawestiya, mala xalê
min tev li ber derî bendewarê mene cavnerîna
me dikin. Em daketin û çûn lep û rûyê hev,
hêstiran zora min birin êdî min nema ber xwe
didît, tev nêzîk bûn û gotin : ez kur xalê
teme.. ez jî keç xala teme.. .. jin xala
teme. Em kirin ber sînga xwe û tevde derbas
bûn hundir. kêfxweşiya min ne dihat pîvan.
Tevî ku hastên cuda bi êş û jar ji minre
çêbibûn lê min karî bû wa di nava xwede
veşêrim da ez kêf xweşiya wan ne şikînim, ez
pir li ber wan diketim, ji ber jiyana wan ya
tund û kevn, mala wanî ku hîn ji wan malên
berî sed salî ne. gelo cima ta nûha tev wilo
mane.. rêç û kolanên wa jî, tev kevn û bi
çamûr bûn, tenê qesrek ji dûrve xwiya dikir
digotin ew jî ya mala axê ye. Hata bîra min
ku bavê min li ser mala axê jî pir peyiviye,
çi gotîye û çi negotîye ?
Di bêhnekê de di hundirê minde şerekî giran
dinav bera biranînên Cegerxwîn û hastên cuda
ku biminre peyde bûn ji êş û ne rehetiya min
li ser xelkên hesarê ku hîn bayê peşketinê
li wan ne ketiye. Gelo cima ev rewş wilo
maye .?. bersiv bê goman em tev dizanin.
Piştra em tevde li gel hev ji mala xalê min
derketin û li kolanên hesarê gerîyan. çûne
hewşa çîrana ku tirî di çalekê de bi lingê
xwe diperçiqandin û dixistin distekê li ser
agirekî pir gur dikelandin da bikin bastîq û
benî.
Ev dîmenên balkêş bîr û hizrê min vejandin.
Em ji wir derketin û çûne maleke dî ku
hatibûn pêşiya me û dixwestin em hinekî li
mala wan rûnên. kebaniya malê hin mewîj û
behîv ber me danîn, min serê xwe bilind kir
min ayîna bavê xwe li dîwar dît. kebaniyê
devliken got : em ji xalê xwe seyda pir hez
dikin û em hesarî gelek pê serbilindin.
Piştre em vegeriyan mala xalê xwe xwarina me
çêkiribûn, lê min hin bîranînên cûda, hin
dîmemên nû ji demên pir kevn bi xwere ji wir
anîbûn. piştî wê me berê xwe da gundê
Qerqatê.
Qerqat gundekî di newqa çiyê deyê tev lat û
şikeftin, û dora çarîkê dûrî Hesarê ye.
sipêdên Qerqatê pir xweş û hînik bûn, em di
du roja de li hemû şikeftên wê geriyan û min
hemû meriv û nasên hevjînê xwe dîtin û nas
kirin herweha me pir wêne ji xwere girtin.
Bi rastî tevî ku jîyana wa jî wek ya
Hesariya bû lê mirov ne dixwest ji wir
vegere, lê divabû em vegerin.
Roja din em vegeriyan hesarê, pîremêrek li
bende me bû dixwest me bibîne û hin
serpêhatiyên Kevin li ser bavê min û malbata
wî ji mere bêje. em gelek bi gotnên wî
kefxweş bûn, dawî kalo ji me re got de ka em
li gel hev herin da hun bîranîna dawî ji
Hesarê bi xwere bibin. Em herine xaniyê bavê
we bibînin. Min bawer nekir çawa xaniyê bavê
min ta nuha maye, lê em tevde ketin
otomobîlê û bi rê ketin, em li ber xanîkî
Kevin daketin.
ji minre xewnek bû, min çavê xwe ji ser xanî
ranekir, raste ev xaniyê bavê min bû ? raste
ku bavê min divî xaniyî de li gel malbata
xwe jiyaye. Ev ji minre têbîrek gelek xweş
bû û bandorek pir kevn û cuda bû, hêstirê
min hêdî hêdî dihatin xwar dîsa ez bi
ramanên xwe vegeriyam pirtûka bavê xwe,
jiyana wî, zaroktiya wî,dem û çaxên wî
Ji nişkave , hate ber cavê min û min dît
xortekî 10 Salî kumekî sipî li serê wî,
tûrek li milê wî, Qurana wî têde bû, ji
hindirê xanî derket û devliken silav li me
teva kir û çû min bi ramanên xwe da dû ta
kete mala 'mela Seîd' cem xoce, da dersa
Quraanê bixwînî , wextî min xwe çeng bikra
ser, lê gava ku dengê Xoce hate min jêre
digot de ka were Şexmûs tê îro çi ji mere
bixwênî, ji nûve ez şîyar bûm,min zanîbû kû
rewrewk ,ber caveê min çêdibin
Ez zanim ku di wê demê de xoce pir ji bavê
min hez dikir her dem digot xwedê te bihêlî
wê tiştek ji te derkevî. ez keniyam û
kenîyam, min zanîbû ku dîsa ez di nav
xeyalan de mame, ez pir vegeriyame paş. dema
ku bavê min Quran dixwend. Her wiha banga
Ekrem ez vegerandim rastiyê : jinapê werin
em wêneyekî ji xwere li ber xanî bigirin. ez
mame bê deng çavên min ji ser xanî nema
rabûn ta Osman destê xwe li millê min xist û
got : bese êdî em herin, çiqas em bimînin
emê bêtir bi êşin, jiyan wiloye, başe ku îro
me karî bû em çavên xwe ji van dîmenan ronî
bikin.
Bi dilekî xemgîn me hev hembêz kir û em çûn
lep û rûyê hev, û me pişta xwe da Hesarê.
Hêdî hêdî otomobîla me ji wan dûr ket lê
gava kû min li paş xwe nerî min dît tev
destê xwe li ber ba dikin û me bioxir dikin
ta em ji ber cavê wan winda bûn. dîsa em
dinav wan deşt û çiyan de vegeriyan û bi
dilxweşî me ew bayê hînik kişand.
Çûna Hesarê pir serkeftî bû, me têbîrên pir
xweş bixwere anîn, ku ji nûve em pê hatin
vejandin, lê bi rastî min parçak ji dilê xwe
li wir hişt. Ta ez hebim hesar ji bîra min
naçe, û ji bîra min naçe jî ku ev xewn û
xewnrojkên min bûne rastyek. lê xwezî hin ji
xweziyên min jî bibana rastî û min ew millet
wilo zîl û perîşan di wê rewşê de qet nedîta.