Di 50 saliya
damezirandina yekemîn rêxistina kurdî a
siyasî di nav kurdên Binxetê de, ango di
Yobîla Partî a zêrîn de, min dil hebû çend
gotinan di warê parastin û guhdana zimanê
kurdî de binivîsîm, û çendî ponijîm, lê ji
ber gelek egeran, tiştekî berketî, gotinên
çaktir û rindtir ji yên van hersî lehengên
peyva kurdî a resen wek: Mîr Celadet
Bedirxan, Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî bi
min re derneketin..
Ew gotinên min divîbû binivîsim, ew gazinên
zimanî yên ku min divîbû ji Pariyan bikim..
Van siwarên peyva kurdî, berî min bi gelekî
têde ponijîne, nivîsîne û gazinên xwe gotine...Vêca
min pêwîst û çak dît ku ez gotinên wan di vê
bîranîne de dubare bikim..
Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên
ku nexwendine wan şiyar bikim ku bixwînin:
Mîr Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê,
hejmara 18 sala1933, di gotarê bi nav(
Xwebinas), wiha dibêje:
(( Belê xorto ! Ew dixwazin tu ji wan re
bibî xuşkî(Xulam). Kirine serê xwe te
daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên
xwe bi devê te bikin. Da ku tu nikarî
kurdaniya xwe bi lêv bikî…
Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve
dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîş e.
Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji
ê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi
hevdu re ye. Di mal de jî dijmin…
Herê xorto ! Birîna me a mezin û xedar dexse,
berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji
derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê
dikevin…)).
Dr. Nureddin ZAZA di rûpelê pêşîn de ji
Destana Memê Alan wiha dibêje:
((Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda
bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe
bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin
xwe nas bikin û xwe bidin
naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û
dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi
rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe
bixwînin û bidin xwendin)).
Osman Sebrî di hevpeyvênekê de, Kovara Hêvî
,hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê wiha
dibêje:
( Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an
yê didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi
xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê
ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî
kêmin.
Gelek ji xortên me çavê xwe berdane
nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî
hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne
nivîsandin. Belê helbest tiştekî ji edebê
ye, lê ne tevaya edebê ye.
Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi
nivîsîne,lê nizanim hemû ji min re helbestan
çêdikin...
Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me
hene xwendane, bi erebî jî xweş
dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re
xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe
nabin, û ezê dê çawa ji wan bawer bikim...
?!)
Qamişlo 14/06/2007