Kurdî

Kurmancî



Editor
Selîm Biçûk

kurmanci@rojava.net

 

 

 

 

 



 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
  Redaktion  

 

H.R.R.K     West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

   

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Wane 1
Tîp û dengên zimanê kurdî
Selîm Biçûk

Tîp nîşanên ku liser kaxezê bi nivîsandin dengên zimên didin nasîn û nîgar dikin.Tevahiya van tîpan  abc (Alfebê) ya kurdî pêk tînin. Abc ya kurdî ya latînî ji ( 31 ) sî û yek tîpan tê sazkirinê:

A
B

C
Ç
D
E
Ê
F
G
H
I
Î
J
K
L
M
N
O
P
Q
R
S
Ş
T
U
Û
V
W
X
Y
Z

a
b
c
ç
d
e
ê
f
g
h
i
î
j
k
l
m
n
o
p
q
r
s
ş
t
u
û
v
w
x
y
z

Av,  al, agir, alan
Bav, baz,  berber
Can , cer, ciwan
Çêlek, çîrok, çîn,
Dad, derd, dem
Ez, em, ezber
Êl, êm, êvar
Fener, ferman, fêrbûn
Ga, gur, gul, guh
Hawar, huner, hozan
Bi, ji, çi, di, kirin, birin
În, îşev, îsal, înan, îcar, îsot
Jar, jîn, jiyan, jîjo, jêr, jor, jîr, jajî
Ker kil, kor, kin, ka kadîn, kar 
Lal, lale, lûle, leyla, Lezgîn, leylan, lor
Mar, mêr, mal, mê, Memo, meymûn, mom
Nan, narîn, nalîn, Nermîn, nûner, nîşan
Ol, ode, oso, ocax, olk, oldar
Pîr pepûk, pîvaz, pêlav, pembû
Qaz, quling, qîz, qamişlo, qirik, qijik
Rol, reben, rêwî, rê, rik, rim, rimbaz
Sal, sor, sar, sol, sîr, sersal, sosin
şor, şûr, şîr, şar, şir, şêr, şoreş, şeş
Tîr, tirî, tûr, tîtî, tilûr, tîj,Tirş, teşî
Tu,  ku, du, kur, gur, kum, xurde
Ûrg, kûr, rû, mû, dû, çûn, bûn
Vedan, volkan, viyan, vîn, veşartin
War, wî, ew, kew, wan, welat
Xanî, xort, xebat, xizim
Ya, ye, yê, yi, yî ,ey. Yar, yek
Zozan, zevî, zor, zindan, zerzûr, zerê

Tîpên dengdar (bideng)
Di zimanê kurdî de  ( 8 ) heşt tîpên dengdar hene:

A

a

kar          şar

E

e

ker          şer

Ê

ê

kêr          şêr

I

i

kir           şir

Î

î

kîn          şîn

O

o

kor          şor

U

u

kur         gur

Û

û

kûr         şûr

Li gor Kurtî û dirêjahiya dengê van tîpan di nav xwe de, li du beşan par dibin:                      

Kurtedeng: E   I   U
Dirêjedeng: A   Ê   Π  O   Û

Dengdêr (Bêdeng):
Di zimanê kurdî de (23) bîst û sê tîpên dengdêr hene. Ev tîp bi serê xwe tu dengî nadin. Tîpên dengdêr ev in: B  C  Ç  D  F  G  H  J  K  L  M  N  P  Q  R  S  Ş  T  V  W  X  Y  Z

Pevdengtîp
Ev tîp ji yekgirtina du tîpên bêdeng û dengdarekê çêdibin:
xw       xwa, xwe, xwê, xwi, xwî.
gw       gwê
kw       kwînêr
Xwa     Xwarin, xwazgîn,xwas,...
Xwe     Xwere, xweser, xwelî, ...                  
Xwê     Xwêdank, xwêsî, ...         
Xw       Xwinav, xwirde, xwirdekar,...
Xwî      Xwîn, xwînxwar, xwînî, ...          
Gwê     gwêz, gwî, gwîtin

Siwartîp
Ev tîp bi yekgirtina tîpên ( y, w ) û dengdaran çêdibin:

Y          Ya, ye, yê, yi, yî, ey.
W         Wa, we, wê, wi, wî, ew, êw, aw.
Y          Yar, Yek, Darayê Kurd, mayin, çiyayî, meydan
W         Wan, welat, wêne, windabûn, wî, xew, dêw, daw

Cêwîtîp
Ev tîp bi du awa tên bilêvkirinê û di zimên de cihê du dengan digirin, Cêwîtîp ev in:

Ç     K     P      R         T

Her tîpek ji van du dengan derdixe, dengekî nerm û yekî sert

Tîp

Awayê nerm

Awayê sert

Ç

çem       

çêlek

çîrok

ço             

çap

çep

K

ker            

kil

kezeb

ker           

kum

kol

P

pîr          

pêlav

pîvaz

pîr             

per

pirç

R

rût           

rûn

rêzan

reş          

rewş

razan

T

tûr             

tîr

tirî

têr              

tor 

teşî

Roj baş!
Navê min Hogir e. Navê te çi ye?
Navê min Alan e.
Navê hevala te çi ye?
Navê hevala min Bêrîvan e. ( Navê wê Bêrîvan e)
Hun bixêr hatin dibistana kurdî!
Spas!
Waneya me îro tîp û dengên kurdî ne.
Em tîpên kurdî ji A heta Z fêr dibin.
Fermo, li pey min bixwînin!
A…..lan
Ho.....gir
Bê.....rî.....van
Na…..vê…..min…..Ho…..gir…..e
A ..... Alan
B ..... Bêrîvan
H ..... Hogir
D ..... Dibistan


Kît:

Peyvên kurdî li gora hejmara dengên xwe ji bo fêrkirin û bilêvkirinê tên perçekirinê, perçeyê herî biçûk kît jê re tê gotin: Bê…..rî…..van (Bêrîvan)
A…..lan (Alan), Ho…..gir (Hogir)
 

 


Cihê vala dagire!

Navê min ………….
Na……. te …….
Dibista…. kurdî
Navê wê ……..
Navê wî ……..
Tîpên kurdî ev in: A…………..Z
 

 


Ferhengok:

Wane: Ders, ÏÑÓ
Tîp: Pît, herf, ÍÑÝ

Abc:
Alfebêt, ÇÈÌÏíÉ
Tîpên dengdar: Tîpên bi deng, ÇÍÑÝ ÕæÊíÉ
Kurtedeng: Tîpên dengê wan kurt,  ÇÍÑÝ ÕæÊíÉ ÞÕíÑÉ
Dirêjedeng:
Tîpên dengê wan dirêj,  ÇÍÑÝ ÕæÊíÉ ØæíáÉ
Dengdêr: Tîpên bê deng, ÇÍÑÝ ÛíÑ ÕæÊíÉ
Pevdengtîp: Tîpên ku ji çend tîpan çedibin, ÇÍÑÝ ÕæÊíÉ ãÑßÈÉ
Siwartîp: Tîpên siwar ên ji çend tîpan çedibin,  ÇÍÑÝ ãÑßÈÉ
Cêwîtîp: Tîpên ku 2 dengan derdixin, ÇÍÑÝ ãÒÏæÌÉ áåÇ ÕæÊÇä
Dibistan: Medrese, mektebe, ãÏÑÓÉ
 




 

 
 
   
 
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1