Êvar..xwe li pişt balkonê vedişêre,
û bi sivkahiya dizekî sivik, destê tarîya
giran,
sivik dadihêje pencereya jûra bîranînên
giran.
êvar..hûrik hûrik evê kolana ku mirinan tajo
mala me, dixwîne:
li wir,
li kuçê çepê, yekemîn dil şemitî sînga ku ta
niha ji xirecira henasan,
û behna mirinê..
ranaweste!?
li wir,
li kuçê beramber kuçê çepê, du can di
zîzbûna tarîyê de diwerivin,
du can diwerivin gewdeyê şevê.
li wir,
li xwarê, di jêra belkonê de, di veşargeha
pistepistên sar de,
xwedê xwe vedide!?
û…
êvar sil, şermok û tirsok.
êvar.. destên têkçûyî dide ber tava şevên
zîvîn,
û xewa lerizî bi birûskên xewnan
vediciniqîne..
êvar ji xwedê derbasdibe, di kuleka
pîrabokan re, êvar ji xwedê derbasdibe!?
êvar derbasdibe..,
gava ku xwedê sernişîv di ber mirinê re, di
kuleka pîrabokan re,..ziqdike..
08.06.2007
Burg