Arşevê
Oskan
Di warê nivîsandina bi
zimanê kurdî, bi taybet li Başûrê Rojava, çend nav hatine naskirin,
û her yek li ser şêweyekî, ji şêweyên edebiyatê hatine rûniştin,
bêyî ku kes bejna wan bipîve û wî mafî bide wan... wek mînak:
helbest, çîrok,
rojnamegerî û çend şêweyên din ji edebiyatê, yek ji wan navan (Konê
Reş) e,
ku di ser bîst salan re, ev nav bi dûv ketiye, di warê rojnamegeriyê
de, lı başûrê Rojava.
Li ser malpera
(rojava.net). Min nivîsa wî, ya di bin navê (Weşangeriya
Kurdî Li Binxetê), ya ku di roja 02. 05. 05 an de, hatibû weşandin
xwend. Wekî diyare ku nivîkarê me, li ser malbata Bedirxaniyan
radiwest e. Ji wisa bêhtir.. ew di vî warî de hatiye naskirin, û
car-caran jî, li welêt.. li ser goristanên axa û muxtarên herêmê,
xitabên xwe yên pesindarî û fosforî dixwîne. Li gorî dîtina min,
hevalê me, pir zîreke di hijmartina gorên miriyan de, û
taybetmendiyên êlan, yan hijmartina govar û rojnameyên rawestiyayî
de.
Lê mixabin ew yên sax
nasnake û naxwaze nas bike. Ji bilî vî karî, bawer nakim ku ew
dikare bi berhemeke dahînanî bête naskirin. Ya herî mirov pê xemsar
dibe, ku ji ber rewşa
zimanê kurdî û nîrên bindestiya wî, mirov nikare yên nivîskar û yên
ne nivîskar, ji hev bide alî. Lewra ku her kes tê û xwe li meydana
nivîsînê libadik e, bêyî ku bejna wî kesî bê pîvandin.
Ji bilî
şaşiyên rastnivîsê, di vê
nivîsê de, ku li ser asta rûpelekê, bi dehan şaşî hatıne peydakirin.
Di gel ku pir nivîsên wisa lewaz hene, kes rojekê ji rojan, li ser
wan nasekine û rexne nake, di derheqê wan de tiştekî nanivîse. Li
vir tê diyarkirin, ku kes nivîsan naxîn in, yan jî kes newêr in, li
ser wan tiştekî bibêj in, ji ber ku wê xwedanê nivîsê, ji wan
bixeyide û li wan were xezebê, ev jî ne mijara min e...
Di vê nivîsê de, dema
ku nivîskarê me tê û govaran rêz dike, wekî ku çavên xwe jêre
girtibe, û kîjan govar neketibe serê wî, ew naniye ser rûpelê, yan
jî, ji xwedanê wê berhemê dilsar bûye, qencî bi wî ne kiriye -di
baweriya nivîskar de-… Mamoste Kon-Reş, ev
ne qencî ye, ev dîrok û qedera gelê te ye, tu bixwaze nexwaze, ev
xirecir wê berdewam be.
Mixabin ev form, ne li
cem Konê Reş tenê peyda dibe, lê belê.. li cem hinekî din jî, ji
nivîskaran.... xwedê giravî !!!. Hinek navan, di ser guhên xwe re
davêjin, hinekan jî… ji ferhenga rojnamegerıya Kurdî, binpê dikin û
çavên xwe, bi mebestî jêre digrin. Ango bi hişmendiyeke wısa lı paş,
berpirsyariya dîrokî hildigr in, ev pirs di enacama xwe de, berhemên
seqet di’afirîn e.
Di baweriya min de,Yan
bila vê tevlihevîyê çênekin û keda hınıkan winda nekin, tevı ku
nıkarın wında bıkın, yan jî, bıla bı qedera dîroka vî gelê reben
nelîz ın… Heger wî mafî didin xwe, bila wî mafî bidin hinekî din jî,
ku wan ji ferhenga nivîskaran bavêj in.
Dibe ku Konê Reş,
bibêje min ne bihîstiye, yan ne dîtiye, ku ev berhem hatine weşandin,
wek van govaran (Zevî(10), Hogir(2), Keskesor, Perwan(3) Gulîzar
(12) hijmar ..... h.w.d … Ne raste, jı ber ku di piraniya wan de
nivîsên wî hene. Wekî dizan im, di du hijmarên Zevî yên destpêkê de,
berhemên wî hatine weşandin,
di hijmara Zevî ya didwan de, pir pesin daye govara Zevî û ew wek
nemûneya rojnamegeriya kurdî, li Basûrê Rojava dîtî ye.
Ya ku mirov matmayî
dihêle, ku di destpêka nivîsa xwe de gotiye: "Divê mirov di ser
berhaman re qeviz nekin, di ser re derbas nebin, di ser guhan re
navêjin, mirov nikar çavê
xwe jê re bigre".... yan jî mebesta Konê Reş, ne Serxet û Binxet e,
ji ber wî gelek xet, li pêşya xwe danîne û naxawze wan xetan debas
bike. Dibe ku tenê tiştên, li ser asta bajarê Qamislo diweşin, ew
hijmartibin... wê demê, emê derbasî mijarin din bibin.
Dı dawî de, dixwazim
wê pirsa, ku tim xwe dûbare dıke, bikim: Gelo bi vê hişmendiyê,
mirov dikare barê rastiya dîroka wêjeya kurdî hilgire yan na ?.