|
Terora navnetewî û
siyaseta berjewendîparêz!
Tariq Hemo
Rêxistina El- Qaîdayê ya ku serkêşiya terora
îslama siyasî dike, gef li Almanya û Austuryayê
xwar. Berî 2 rojan El- Qaîda Almanya û Austurya
bi zimanekî tund tehdîd kir û da zanîn, ku eger
ev her 2 welatên Ewropî hêzên xwe yên eskerî ji
Afganistanê venekşînin, ewên rastî êrîşên
rêxistinê bên.
Bêguman ev ne cara yekê ye ku Ewropa rastî
gefxwarina El-Qaîdayê tê û ji intîxariyên wê re
dibe hedef. Di 11ê Adara 2004 an de grûpek
terorîst êrîş birin ser trênen Madrîdê û 135 kes
kuştin û bi sedan jî birîndar kirin. Êrîşa ku
El- Qaîdayê roja 2 yan berpirsyariya wê girt ser
xwe tevahiya welat hejand. Hikûmeta ckosê Marya
Eznar ya hevalbenda DYA yê di destpêkê de bûyer
avêt sukra rêxistina ETA yê. Lê piştî hindê
derket holê ku ev êrîş bi rastî ya El- Qaîdayê
ye û kesên pê rabûne jî hemû ciwanên ereb ên ji
welatên Merxriba erebî ne.
Hêjayê gotinê ye ji xwe ku ev êrîş bû sedema
têkçûna hikûmetê û lidarxistina hilbijartinan û
hatina çepgiran ku wan yekser hêzên Spaniya ji
Iraqê- wek ku El- Qaîdayê dixwest- vekişand.
Li Brîtanyayê jî di 7 ê tîrmeha 2005 an de El-
Qaîdayê dîsa êrîş bir ser Ewropiyan. Di encama
vê êrîşa ku çend ciwanên pakistanî pê rabûn ku
hemû jî li Birîtanyayê ji dayik bûne, dora 55
kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Sedema êrîşa El- Qaîdayê jî, destekdayina
hikûmeta Bleyer ya ji bo şerê DYA yê li Iraqê bû.
El- Qaîdayê weha bawer dikir ku eger êrîşên weha
terorane pêk bîne, dê gelên Birîtanya û
Spaniyayê zorê bidin hikûmetên xwe, ku biryarê
derbixin û hêzên xwe ji Iraq û Afganistanê
vebikişînin.
Berê jî Serokê Rêixstina El- Qaîdayê terorîstê
herî navdar Usama Bin Laden pêşniyara
agirbestekê bi Ewropayê re kiribû. Ev “agirbest”
ji aliyê Ewropiyan ve hate red kirin.
El- Qaîda baş dizane ku Ewropa di mijara
têkoşîna li dijî terora islamî bi DYA yê re di
heman baweriyê de ye. Bi taybetî li Afganistan û
welatên ereban, pêwîst e ev rêxistin bête
dorpêçkirin û tengavkirin û têkbirin. Lê tevî vê
yekê jî, gelên ewropa û hin partiyên çepger bi
awayekî eşkere bang dikin ku Ewropa hêzên xwe,
yên di nava NATO yê de jî, ji Iraq û Afganistanê
vekişîne û “xwe dûrî şerê DYA û El- Qaîdayê”
bike. Ev teoriyek erzan û berjwendîparêz e.
Pêwîst e Ewropa bizanibe, ku hedefa El- Qaîdayê
tevahiya cîhana azad e, ne tenê “derxistina
Xaçperestan ji cîhana islamê ye” wek ku ew
dibêje. Ev yek ne rast e. ji ber hindê gerek
helwesta li himberî terora El- Qaîdayê bête
xurtkirin û hêzên demokrasîxwaz, layik, lîberal
û gelerî ên Rojhilata Navîn (mîna Tevgera
Azadiya Kurdistanê) bêne xurtkirin û destek ji
bo wan bête dayîn…
tariqhemo@hotmail.com
* Ev nivîs di rojnameya Yeni Ozgur Politikayê de
hatiye belav kirin.
Okunma: 28
|