|
Kongra kêmayetiyên
Rojhilata
Navîn li Zürichê
Di 24-27 meha Adarê de, li bajarê Zürcha
Swîsrayê kongreya damezrandina saziya
kêmnetew-kêmolên li Rojhilata Navîn tê
lidarxistin. Kongre bi alîkariya rêxistina „Qubtiyên
Yekgirtî“ tê organîzekirin. Tê payîn ku 50
rewşenbîr û nivîskar ji tevahiya Rojhilata Navîn,
DYA, Ewropa û Austuraliyayê, beşdar bibin.
Ji aliyê kurdan ve rojnamevan Tariq Hemo dê
lêkolînekê li ser rewşa Kurdan û serhildanên li
dijî dagirkerên Kurdistanê hatine lidarxistin,
pêşkêş bike. Lêkolîner Hoşeng Broka dê
lêkolînekê li ser rewşa Kurdên Êzîdî li
Kurdistanê û Qubtiyên li Misrê ji aliyê
sosyologî pêşkêş bike. Nivîskara kurd Sundus
Salim Necar jî dê lêkolînekê li ser rewşa civaka
Êzîdî li jêr desthilatdariya Iraq û başûrê
Kurdistanê pêşkêş bike. Herweha nûnerê Kongra
Netewî ya Kurdistanê KNKê jî wek mêvan, dê
axaftinekê bike.
|