Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

14 January 2008 01:22

 

Kemal Necim

 

 

Di Oxira Bablîsokê De
Têkçûna Mêrekî

Kemal Necim




Hew maye ku cara heftan jî
biherifim....
Kîjan taûsê melek dikare şanikên min
bicivîne agirê xwe..
Hew maye ji nişka ve
bi tev û hemû navên xwe
bibim tenek xwê û
nemînim..!
Hêjî li xwe nanihêm
pûtê mêraniya xwe ya kurmancî
hilweşînim
Ne di oxira te de
Nejî di oxira helbestên xwe yên mê de..
Li xwe nanihêm pelika tiwê
ji ber eza xwe ya newêrek
bidim alî...
***
Di navbera min û te de
heft asmanên mişt pêxemberên nêr hene..!!

***

Salên xurû payîn
ava pişta min têk birin
Ez êdî axeke têkçûyî me
Ne têm ajotin
Nejî jînenîgariya miriyan li ser min
tê xwendin....

***

Min ji tr re got....?
Di navbera min û te de
heft asmanên mişt pêxemberên nêr hene..!!
Ji wan weye ku tu
ji parsûya axeke têkçûyî
hatî afirandin
***

Û tu her ew jinî,
Jina bablîsok....!!
Bayekî te bi girr e, yek bi evîn e...
Kes nizane berê bahoza te li kû ye.
Kes nizane tiwê kengî sira xwe
ji nav hestiyên min vekişîne..!
Girra xwîna te ya sar
Bêhntengî û bêhferehiya te
Ji xwe carna jî bablîsoka evîna te ya bi hêrs
Dike min ji ra hilke..
û di guldanka li ber serê nexwşê te yê dawî de
biçîne...!

***

Û ez ,nexweşê te yê pêşîn
Li ber serê min telefoneke lal
û gulên sala çûnî...
mîna tabloyeke Bîkaso bi ser guldankê de
wervîne....!!

***

Ji te weye ku birînên min
heme vê gavê ditewirin...
Qy ji te weye ku
bi tîrekê dimirim
bi yekê zindî dibin...
De bila xwena te xêr be...!!!



 

                                                      

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1