|
Jîr DILOVAN
Were lawê min! Were... Bi bal û
hişyarî... Têbigihîje û guh bide min. Gelo tu dizanî bi binyat û
jêderka xwe?.. Tu dizanî bi jêzayên darçinarê, darçinara kevnare ku
qelişandine şîp û latên hestemî, çirandine sînga erda sor, teqiyane
û avêtine di kendalên xofane re... Werbêj kirine deşt û beriyên
balûpal...
Wer lawê delal! Were... Xemsar nebe… Xemsarî xemgînî û bêhişbûnê
tîne bi xwe re… Tu xerîb î delalê dilê min… Li welatê biyaniyê çavên
te vebûne. Tu nezan î, tu xeşîm î… Haya te nîne ji bayê felekê… Haya
te nîne ji fend û xapan, ji dafik û xefikên li pişt pahniya te… Haya
te ji te nîne ku tê bibî postikekî tije pûş û bibî dîlê viyan û
jiyaneke ajalî…
Herê lawê min… Were!.. Te têhna xwe veneşkandiye keleqija havînê û
te venexwariye ji meşka çermî dewê hilikan… Te li ser nanê xwe
nekiriye nîvişkê kelê. Te tilî neavêtine tûkê li ser şîrê kelandî…
Wer lawê min were!.. Di çavekî te de ewr û di yê din de baran e...
Tu nasnakî payîza welatê min. Te xwe bernedaye nav rezan dema elindê,
bi sariya sibehê re... Tu neketî nav mêwan. Mêw û şaxên disa, yên
sincêrî, hesenî, zeytî, qerfokî mezrone û binêtatî... Te ne xwariye
tiriyê ji rondikên xezalan. Herê lawê min, tu negeriyayî payîza paşî,
piştî qurafa rezan li gurnikên ifarê... Bi roberava re, te xwe ne
avêtiye nava werzan. Tu pin bi pin, lem bi lem negeriyayî li tirozî
û êndiyên nûgihayî rexil û şîrevîlî... Te zebeşên îtalî yên mîna
hingivîn û petîxên destarkî yên miz ne telişandine.
Wer lawê min ! Were... Te nedîtine mihrîcanên hezar salan ên bi navê
Zêw û Şêhran...Te nedîtine dawet û dîlanên me. Tu ji xwe neçûyî bi
dengê kemançê... Tu nemayî diliyayî li çarpîneyên xortên çeleng û
qîzên livxezal. Te lotik nedane li ber zirnê, zirneya Sivûk û Şemdîn...
Te nebihîstiye navê Bêndera Zûrî û Bêndera Latî, cîhê şahiyan.
Wer lawê min were!.. Te nedîtine şevên tarî, şevên zivistanên xedar,
bi berf û baran, bi terez, bi qeşa û seqem... Te serê xwe nedanîye
ser çoka dayîka delal û te guh pêl nekiriye bi ser çîrokan de.
Çîrokên Porzêrîn, Şahmaran, Zeynka Zêra û Hûtê Heftserî, yên bi
Kurdiya şîrîn, bi zarê dayîkê...
Wer lawê min! Were... Tu li buhişteke derewîn î. Tu nizanî çawa ye
bihara welatê min. Serî gêj dike li mirovan, bêhna gul û endekoyê.
Dilan şa dike dilê ajalan, yê çûk û çivîkan... Dikevine henek û
laqirdiyan cotên qumrî û niaman... Ji kovanên dil dixwînin bilbil,
qûling riste morîn e li ezman... Dizeriqin kewên ribat, bi şîqşîq û
tiratxwaz... Hildigirin kevok çiqlên zeytûnan, di nav nikilên
hinekirî de... Kevokên spî, kevokên xalxal, qulab û xebxeb şîn...
Dawerên aştiyê ne li çiyayên welatê min... Û her pêgihin ev çiyan,
pêgihên bazên bi heybet, sîmûr û başokeyên xofgiran...
Wer lawê delal! Te bibim hêla Serhedê, bigerînim li Zozanê Şerefdînê...
Te bibim warê Evdalê Zeynikê. Bi te bidim nasîn destanên ku tên ji
kûrahiya dîrokê. Destenên ku di devê dengbejên hêl de nemir bûne.
Destanên ku hê jî li çiyan, gelî, newal û dolan olan didin. Te bibim
raserî Gola Wanê... Serê Sîpanê Xelatê... Cîhê Siyabend û Xecê...
Cîhê herdu bêmirazan... Te ji wira berdim hêla Bazîdê, mekanê Kalê
Ehmedê Xanî... Em tirba wî ya pîroz tewaf bikin... Em xwe ber bi
pêlên deryaya zanîna wî ve berdin. Di nava destana Mem û Zîn de
wenda bibin... Em xwe ji wir berdin Cizîra Botan. Li ber Birca Belek
rawestin... Biçin tewafa evîndarê mezin, Meleyê Cizîrî... Em bi wî
re evîna wî bijîn... Evîna wî ya « Şox û şengê, zuhre rengê » ku dil
ji me jî bibe... Em li ser tirba Mem û Zîn, li ber kêlên wan ên
kevirî rawestin û duayekê bixwînin...
Wer lawê min! Em xwe hildin ber bi Gola Ûrmiyê ve... cîgehê Ferhad û
Şîrîna xêrnedîtî... Li Mehabada şehîdan bigerin. Em biçin beriya
pêncîh û neh salan... Em bikevin nava şêniyên ku li Meydana Çarçira
xwe li dora Qazî Muhemed civandibûn... Em bi wan re tevlî dêlindêza
hildana alaya rengîn bibin. Dêlindêza ku awazên « Ey Reqîb » li
çarmedoran belav kirî... Em bi Hêmin û Hejar re rûnin... Guhdarî li
destegulek helbestên wan bikin. Haaa lawê min ! Tu Dr. Qasimlo û
Serefkendî jî jibîra nekî... Duayek şadiyê li ser giyana wan bixwînî...
Wer lawê min! Were... Ne ez bi gotinê diqedînim û ne tu jî bi gerê...
Wer em xwe ji wira berdin herêma Behdînan û Soran... Cîhê pakrewan û
şehîdan... Warê berxwedêr û serhildêran... Em silavekê li Şêx Mehmûd,
Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzanî bikin. Em li kolanên Helebçe yên
kizirî bigerin. Mûmekê ji hezaran re li bîrdariya nûçêkirî vêxin...
Em xwe noqî derya wêjeyê bikin... Ji Baba Tahirê Uryan dest pê bikin...
Bi Elî Herîrî berdewam bikin... Ji Şêx Riza Talabanî, Goran, Qanî,
Wefayî, Pîremerd û Dildar sûdekê werbigirin...
Wer lawê min ! Em derbasî hêla Rojava bibin... Em kedkarên zimanê
Kurdî, Celadet, Kamuran Sureya î Miqdad Bedirxan ziyaret bikin. Em
xwe li hozanên mezin Cegerxwîn, Osman Sabrî û Qedrîcan bigirin...
Xwe li ber pêlên derya hestên wan berdin... Û ji wira jî di Çiyayê
Kurmênc re xwe bavêjin Deşta Zêrîn û Deşta Heranê. Li warê Derwêşê
Evdî û Edûlê bibin mêhvan.
Wer lawê min! Da tu nehelî, nenûhî û asîmîle nebî. Vê ji bîra neke !
Kesê ku bi binyata xwe, bi dîroka xwe, bi wêjeya xwe û çanda xwe
nizanibe, ya herî girîngtir kesê ku dev ji zimanê xwe berde, dibe
xwedî jiyaneke ajalî... Lê lawê min bibexşîne ! Ajal jî dev ji
kesayetî û zimanê xwe bernadin... Êdî bikeve nava hizr û ramanên kûr...
Xwe nas bike... Ji ser rahên kelbeşê vegere ser rahên gulan ku tu ji
jiyana ajalan rizgar bibî.
|