Hoşeng Osê
De bes derewa bike... bes.
Nema tê veşartin...!!
Ew şopa ku mij û morana watyên nepenî, wan diqurtand, ne ya gavên te
yên sistok û tirsok bû.
* * *
Ew rê, ne ya te ye...!
Ji xwe re, li rêyeke din bigere, da te bighîne ronahiyê.
Ew sî, ne ya te ye...!
Careke din, siya xwe nede ber bejna xelkê.
Ma tê kê bixapînî...?!!
Ew sawêr, ne yên te ne...!
Bese, destên xwe ji nav sawêrên xelkê derîne, da em bêjin: Ev tu yî,
bi xwe yî, ne kesekî dinî.
* * *
derewan neke...!
Ew deng, ne yê te ye.
Xewn nas dikin bê te ji gewriya kîjan çûkî diziye, bê ku hayê
daristana ji te bê.
Ew tîp, ne yên te ne.
Ji ber ku tîpên te yên zingargirtî, naçirisin.
Ew peyv, ne yên te ne.
Dizanim, bê te ji paxila govenda kîjan helbestê revandiye.
Ew wêne, ne yê te ne.
Çiqas tu navê xwe li binê wan xî, nikarî li pêşiya vegera wan ji
albomên wan re, rawestî...!!?
Ew pênûs ne ya te ye.
Tu, û nûjenî...!!?
Pênûs ji bilî bi zimanê sawêrên xwedyê xwe yê rastiyane, nakenin,
nagirîn, nalîlînin, li xwe naxin, li me naixin, naqîrin, nanalin…
* * *
dikarî xwe bikî şev, roj, demsal, derya, baran, çûk, daristan, çem,
bajar, ba, ax, ar, stêrk, mirêk, tu dikarî...
Lê, di her qorziyekê ji xewn û rastiyan, tê li min bilikumî,
biterpilî.
Tê bibînî, tiliya xwe dirêjî te dikim û dibêjim:
De bes derewa bike...bes.
Tê bimînî diz....?!!
Şam / 20 / 10 / 2005