Hoşeng Broka
Bîra hechecîkan
Her hechecîk,
ku payîz,
û demsalên çûwînê;
rawestgehên çûwînê;
kemançeyên çûwînê;
hembêzên çûwînê;
destmalkên çûwînê;
tembîknameyên çûwînê;
destên çûwînê;
berberojkên çûwînê;
û rojavahiyên çûwînê,
pêjna “aliyê navê te”,
dikin,
ez rêyên te,
ji gavên xwe
d
a
d
i
w
e
ş
î
n
i
m
û pencereyên te,
li tanê piştê,
wekî baranê,
digirîn.
Bîra malê
Wê hechecîkê,
mal,
ku ji ser şopa te
diqetiya,
melûl,
mîna heyveke li ber ava,
ku ji xatirxwestinê heta
bi xatirxwestinê be,
diniqutî hembêza min,
û li ser giriyê
hercarê,
ku ji navê te
diçû
navê te,
bi xew ve
diçû.