Dilê me hîn bi şîna Nazif Telek ve kesertijî
bû, niha jî birêz Uzun ji nav me koça dawî
kir. Koça dawî ji bo nivîskarên mîna Uzun ne
gotineke di ciyê xwe de ye, ji ber ku ewê bi
berhemên xwe bi me re be. Ewê mîna stêrkek,
wêjeya kurdî bixemilîne, rêberiya nifşeyên
nû bike.
Lê dîsa jî ew bi xwe ji nav me bar kir. Em
hew dikarin bi wî re sohbet bikin, eş û
xemgîniyên wî yên ku kurd zimanê xwe kêm bi
kar tînin, êvîna wî ya li ser Amedê,
dilniyaziya li ser gelê wî ji devê wî
guhdarî bikin. Em nikarin bang lê bikin, jê
re name û emailan bişînin, telefon vekin. Em
nikarin gazî bikin ku bê li ser wêjeya kurdî
bipeyive, konferansan bide û em lê guhdarî
bikin.
Berhemên xwe li pey xwe hîştin, ka emê çawa
bê afirandinên nû û bê nivîskarê dilêvîna
Amedê bêhna xwe bînin! Birêz Mehmet Uzun,
birayê delal bi rastî hîn gelek zûbû. Ev
wisa nebû. Çend sal in ku ez hewl didim bêm
Amedê, nikarim. Çend sal in ku hêviya min
hebû, emê li Amedê bên ba hev û sohbeta xwe
ya li ser ziman û wêje bidomînin. Tirsa ku
te hertim dianî ziman, ku ciwanên Amedê
piranî ne zimanê dayik dipeyivin, dilê min
hîn jî diguvijîne. Bi çûna te û hin
nivîskarên din dibe ku rewş hatibe guhertin,
dibe ku xewna te ya ziman û çand hatibe cî…
Ez gelek dûr im, û bi salan e neçûme, hîsên
xwe nikarim bînim ziman. Hevalên mîna te bi
pênûsa xwe dûrbûna mine warewanî ji Amedê
nêzîk dikirin. Ezê niha vê dûrbûnê çawa
nêzîktir, vê firehiya rê çawa ber bi Amedê
tengtir bikim?
Bêrî û xemgînî di dilê her mirovê ku ji
welat dûr e, xurt e. Ev bêrî ne tenê bêriya
ax û giyayê welat e; bêriya beşer û
nişteciyên welat e, bêriya dost û heval, yar
û êvîndaran e. Dûrbûna ji welat çiqas bidome,
dem dirêj bibe, dûrî ewqas kûr dibe, hêvî
dirêj dibe û bendewar kêm dibin. Elaqeya
bêriya welat gelek bi bêriya bendewaran heye.
Bê bendewar, bê çavrê hêviya ber bi welat
jar dibe, biyanîbûn dest pê dike.
Di demeke gelek kurt de sê nivîskarên kurd
koça dawî dan ber xwe: Yunis Ehmed, Nazif
Telek û Mehmed Uzun. Ev windahiyeke mezin e
ji bo wêjevaniya, ji bo nivîskariya kurdî.
Kek Mihemed dibe ku em pircaran bi bîr û
raman, bi xebat ji hev dûr bûn, lê min
hertim bi kêf nivîsên te xwendin û rûmetê da
keda te. Ez rûmetê tenê nadim berhemên te,
herwiha didim ked û jîriya xebatane, sebir û
metaneta azadkirina parçeyek ji pêşeroja
çand û zimanê kurdî, ku tu bi berdewamiyeke
dûrnefes pê re rabûbûyî. Di qelsiya tewanê
nifşeyên xwe, di derbarê zimanê kurdî de bê
westan bi israr meşîn, maneya hebûna
berhemên te û yên wekî te hîn zêdetir dike.
Ji ber ku di dema destpêka berhemên te de
kurdî hîn zêde nebûbû zimanê nivîsandina
nivîskaran, kesên kurdînivîs bi tiliyên dest
dihatin hejmartin.
Min gelek zêde ji „Rojek ji Rojên Evdalê
Zeynikê“ hez kir. Berhema te ya herî bûbû
romaneke tewa „Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna
Mirinê” bû. Bi “Bîra Qederê” te çeşna wêje û
xweşiyên cîhanê nêzîkê xwendevanan kir. Di
“Siya Evînê” de te serhildan û xemgîniya
evîna kesên têkoşer danî ber me. Te xwast bi
“Hawara Dîcleyê” eposa dused sal rabûn û
ketina mîrnîşînan di serhildana netewî de
bînî ziman.
Mehmed Uzun ne tenê nivîskar û perwerdevanê
hezkirina zimanê xwe bû, têkoşerê aştiyê jî
bû. Li ciyê xwe nedisekinî, ber bi çar aliyê
welat û gelek deverên cîhanê digeriya û mane
û pêwîstiya aştiyê ji bo kurdan dianî ziman,
li ser vê yekê gelek nivîsên wî hene.
Têkiliyên wî yên wejevanî berfireh bûn.
Birêz Uzun yek ji wan nivîskaran bû ku li
gel rexneyên tund, rûmêtê jî didît. Berhemên
wî bê rexne nediman, her berhem gelek bal
dikişand ser xwe, bi erênî yan neyînî rexne
lê dibûn.
Niha nifşeyeke xurt nivîskarên kurd
gihîştiye, keda kek Mihemed tê de ne kêm e.
Pêwîstî pê heye ku em rûmet û derfet bidin
nivîskarên xwe yên zindî, rê li ber wan
vekin ku wêje, ziman û perwerde pêşvetir,
berfirehtir bibe.
Ez bi dilovaniya nivîskarên hêja gelek
xemgîn im. Sê stêrk ji asîmana nivîskariya
kurdî vekişîn, sê pênûs rawestiyan. Ev
payiza vekişîna stêrkan e, hêviya min Kek
Mihemed yê dawî be. Ev sal li gel destkevtin,
serfirazî û pêşketina kurdewarî, bi şîn û
xemgînî ber bi dawiyê diçe. Tenê mînaka
Şingalê bes e, ku neteweyek xemgîn be, şîn
bigre. Rê li ber mirina siruşt, nexweşî nayê
wergirtin, lê rê li ber kuştin û komkujînê
dikare bê girtin. Komkujiya Şingalê wê mîna
bîrînek, mîna şîneke mezin di jînewariya me
de bimîne, wisa jî kuştina birêz Yunis Ehmed.
Ez êş û xemgîniya malbata Mehmed Uzun par ve
dikim. Sebir û metanet ji hemûyan re daxwaz
dikim. Serê malbata wî, nivîskar û hezkirên
wî, serê gelê kurd sax be!
Heta serê me sax bimîne, ewê di serê me de
bijî.
12.10.2007
Têbînî: Birêz Kartal li şûna ş sh û li şûna
ç ch bikartîne, me li gor pîvanên malperê ev
guhertiye