Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

13 September 2007 00:45

 

 

 

ÇAWA OSMAN SEBRÎ DERBASÎ
CIHANA WÊJEYA KURDÎ BÛ

SIYAMEND BRAHÎM

Dewlemendiya jiyana Osman Sebrî çi di warê rêzanî, civakî, an ji berzbûna wî ya herî balkêş di cihana rewşenbîrya kurdî cihekî bilind girtiye, Dr.Nurdin Zaza der mafê Osman Sebrî dibêje: Osman peyakî zîrek, û hingê bi kurmanciya axaftinê xweş dizanî, xwedan kurmanciyeke bilind bû û xweşik bi rengekî berz û bilind bala mîr Celadet Bederxan kişand, di hejmara yekê Ji kovara "HAWARÊ" gava mamoste Qedrî Can helbesta xwe ya pêşî diyarî hevalê xwe Osman Sebrî kir, û têde jiyana xwe li welatê Xwe, li nav bav, bira hestê xwe diyar dike û gote:

Jiyîn çıqas delale
Dı nêv bav bıran da

Dil heye ko ne nale
Ber bırînên riman da

Ev birîna rimane
Barekî pir girane
Kezeb gurçik nemane

Di hejmara 2 Mamoste Osman Sebrî , kete bax û gulizarên toreya kurdî , bı pênûsa xwe ya tûj û bi dılê xwe yê nazenîn lê vegerand û gote:

Jıyan xweşe bi xurtî
Li Kurdıstan bi kurdan
Bav û bıran , çi bikim
Hemû mın tê bi derdan

Min dil tucar ne nalî
Min zar tu car ne kalî
Bı dilhişkî bi lalî
Singa xwe da ber riman


Tovê Behreweriya mamoste Osman Sebrî li ser riwyê Kovara Hawarê bi derketê, zeriyên wî yên wêjeyî teqiye, kaniyeke zelal asoya wêjeya kurdî bılınd kir, ji ew di pêvajoya Hawarê de roleke xurt û bingehîn lîst,
Osman Sebrî di hemû beşên jiyana xwe ve dasîtaneke mezın bû, dara sipîndarê tu caran bejan xwe ji kesî re netewend ew dibêje:

Xwe danînim bo sitem û zorê
divê serbilind ez herim gorê
Gava bi rûmet çûme goristan
hêjayê bibim lawê Kurdistan

Mamostê Nemir li gelek mijar û babetê reneg reng nivîsandiye, Wergerandın, çîrok, û helbest, ew di mêjûya dîroka ziman û wêjeya Kurdî de xwedan nîşaneke bilinde bû, û navê xwe li nav nivskarên Haware çesipand , û ex bi xwe ji min re gotibû ez ne alîkarê mîr Celadet Bedir Xan bûm, ez hevparê Celadet bûm, rojhilatnas ewropî (Tomas Bois ) di pirtûka xwe de (connaisance des kurd) ( Naskirina Kurdan ),di der mafê Osman Sebrî gelekî kêfa xwe ji nivîsandên wî re tîne nemaze çîrokên wî yên li ser nêçîr û nêçîrvanan tîne,
Mamoste Osman Sebrî di kovara "Hawarê" Di 17 helbest û çîroka nivîsandiye, û dı kovar û rojnameyên kurdî nivîsand, Ronahî, Çiya, Berbang, Gelawêj, Stêr, Dıcıle û Ferat,
Piraniya şêweiyê helbestên Osman Sebrî bi rengê dibistana simbolî ristkiriye, ev rengê ha dıghê ji dıbıstana Feransî dest pêkir ,ew xwedan endîşeke (xiyaleke) xurte bû , belê xwedan hesteyeke nazdar û balkêşe, mijar û têkçûna mijara helbesta xwe xal bi xal pê diçe, helbest li cem wî yekîtiyeke tevayîye, qut nabe, ferhenga wî hêsane, her wekî Eristo dibêje: endîşkirin liveke encamê Hesteyêye, û wêneya têgihştina hesteyî bi dûrvê Xwe her wekî wêneyên endîşkirinêye,

Ho Huma yê Pirr şîn! Tu yî xurt û mezin û bilind
Digel me gunehkara zor dilovan û çak û rind
Xudayê Min her lava karim ji te bi navê te
Qet tiştek nîne ku bê Veşartin ji ber çav te
Tu afrandeyê Hemî asîman û zemîn î
Kirên me gunehkaran di şeva reş de dibînî
Ez xwe dispêrim xurtiye te, bazgûrî te me
Dema holê Nekim şaşim, teqez dûrî te dibim
Tu min her ji bayê Nefsê Bipqrêzî, gûrr nekî
Me nexî ser riya sitemkar û neqecn û hovan
Ji kir û gotênên ramanên paqij nekî zîvar
Nermî û aştî her bi navê Te dighin dil

Di helbesta Osman Sebrî helbestvan li paş sumbulên cur cure xwe vedişêre, û ew formeke hêsan dinimîne, ku gelek helbestvana dikevinê an ji ber tevlihvbûneke ne bı rêk û pêk rist dikin, an jî ew xurmandina bayê xurtiyê Li cem wan dijware,
û bi dehan ji helbestên xwe li gor dibistana Fernsî ristkiriye

Nêrîkî kovî hilmiştî şeng
di devşagekê Diçêrî bêdeng
hate wî pêjna zirrîna kerê
Dengekî werî pîs nedîbû berê
Serê xwe hilda ka kî dizirî
Hew dît kerê Reş dike qoreqor

Dema biçûk bûm diket guhê Min ji devê Bav û kalan
çêl û pesna şêr şahê dirrendan bi dem û salan
Saw û suhna wî, rew û hêlên wî, nav û dengê wî
Dilê Min dagirt hezkirinek xurt kesm û rengê Wî

Belê sumbel li cem Osman Sebrî daçekeke hunerî her bi awayekî xurt dihûne, axaftineke bi hostayî ji diyarkirina wêneya helbestî û afirandin û dahênana hunerî siyeke balkêş li ser riwyê Helbesta xwe radixîne


Raza me li ber dergehê Meyxanê Naçim sermestî û bê heş
Mîna keseyê sundxarî paresteyê Xaç im Wergirtî cilê Reş
Min xaç û pûtên xwe wekî Ibrahîm şikandin ez bûm bi serê Xwe.

Ew di helbesta xwe de radihêje boblatên gelê Kurdê Derdên wan nexweşiyê wan yên ku di her warî di cihê Xwe di canê kurdan de girtiye, û bi gelek durvên axaftinê Helbesta xwe rist dike, belê sumbul rêçeke her bingehîne ji nêzîkbûna kesê Wî ji civata kurdan re û bersivên wê Pirsê
lê carna dikeve tevliyeke di cîde alavên wê Yên axaftinê Dadikeve, li xuyaye ev rengê Ha ji ristina helbestî hezkirineke xurt li cem wî, di can û wijdanê wî de hatiye afrandin, bandûreke xurt li bingeha derûna wî de sazkiriye, nemaze hîn jî ferhenga wî ya gundîtiye, ew bêje û gotinên gundiyan di xeyala wî de cihê Xwe bi xurtî çapbûye, em ev durvê Ha ji axaftinê Bi xurtî li pirraniya helbestên wî de xuya dikin,
(Serê şêr,
Hate bîra min ev çîroka han
bûye meselok di nava kurdan
kûzê Ji axê Nagre ava zêr
cendekê Pisîk navê Serê şêr"
eva ye çîroka her wekî zanim
mîrekî kurdan xwedî nav û deng
bi xwedî dikir şêrekî çeleng
li ber dilê Mîr gelek xoşewîst
hezkirinek welê Hê Kes nebihîst

( Kûçikê Bekiran, şûrê Elo, Hêviya kalmêr,
çîrokên wî gelekîdi kevçika dilê kurdan de ye, rîyalitya gelê Kurdane wekî wênekêşekî hosta , nexweşıyê xuya dıke û derman salıx dıde, wêneyên zordestiya dijmin û bindestiya gelê Kurd xweşik dixivîne,
Gelê Kor, lawê Gel, hêviya kalemêr, gîsîn, ker û azadî, )
Di vir de Ridşard, şîna çêkirina helbestî di afrandina terzûya (توازن) ) an jî pevgirêdana di nav rewşên wê Yên wekhev û cuda, ji ber ku wêneya helbestî cewhera hûr di zimanê Hedesî de dinimîne,

Di hin helbestên Osaman Sebrî dasîtanên kurdan ekameke xurt li seqa helbesta wî heye nemaze (Qolingo) ya ku Evdalê Zînê.
Rıst kiriye,
lê Osman Sebrî di vê Helbestê De gelek doz, mijarên têvel, nexweşiya kurdan, qelsiya kesîtiya wan, gewhera doza wan, ne hevgirtina wan, rewşa wan ya kambax, keysbaziya dewlêmendên kurdan, reva ji xebatê, hemû raxıstıye, lê Di dawiya de riya xebata gelê Kurd xweş diyar dike,
kesên şêr rabûne ser piyan û berê xwe dan doza welatê xwe dibêje:
Sumbula quling di berzbûna wî ya asîmanî de, tevgera wî
Derdê wî, koçên wî yên demsalî,

Ho qolingo kude diçî berve Bakur kil dibî her
Ta rana ustiyê Xwe, pêl bûn ji te bazik û perr,

Ji bo çi zû te berdan berî dema ew germiyan
Qey diçî nava welêt, zozanên kurd serê çiyan
De fermo venişe tu pêlekî em bipeyvin

Osman Sebrî bendewariyeke mezin da dozên gelê xwe û komela xwe, ew kete cihana welatê Xwe navçe û herêmên wî,

lê ya herî balkêş hezkirina wî ji çiyayê Agirî ew dibêje

Ho çiyayê Pirr qenc û rind
Bı şax û kuntarên xwe

Teqez wê Navê vî lehengê mêrxas, mirovê welatê wî , zimanê wî, gelê Wî tu car ji bîra wî bi qasî bihnekê Ji bal, wijdan û dilê wî bidûr neket, dêwê çiyayê siwarê xebat û xameya pîroz xwedan navê Rêzdar û birûmet, xwedan hesta herî nazdar û pêtdar bi rastirîn gotin dawiya jiyana xwe rist dike û dibêje
Dawî va westîm bûm kalemêr
Zindan ji bo min wek rikeha şêr .










                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
 
 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1