Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve berbi kongreya xwe ya
diwemîn ve diçe. Beriya ku em dem û cihê kongireyê destnîşan bikin,
em dixwazin, ji boyî dewlemendkirina rêbaza HRKRD û asta wê ya
rewşenbîrî û dezgehî, van pirsan bi mebesta li darxistina
guftûgoyeke çalak, arasteyî hemî rewşenbîrên kurd bikin.
Em ji rewşenbîrên kurd tika dikin ku bi helwesteke berpirsiyarane
beşdarî vê guftûgoyê bibin û bersiva van pirsên jêrîn, bi kurdî yan
bi erebî be, bidin:
1.
Pîvanên rewşenbîriyê li cem te çi ne?
2.
Gerek e mercên endametiya HRKRD çi bin?
3.
Çi pêşniyazên te di guherandina rêbaza hundirîn a HRKRD de,
http://www.rojava.net/R.%20HUNDIRIN.htm
di armancan de û di xalan de, yek bi yek, hene?
4.
Sînorên di nav kar û barên HRKRD û siyasetê de li ku ne?
5.
Gerek e HRKRD aboriya xwe bi çi bike, pereyên ji çalakiyan re divin
ji ku peyde bike?
6.
Di baweriya te de, xalên bingehîn ên ku gerek in di kongireya
diwemîn de werin guftûgo kirin, çi ne?
Bersiv û
nivîs û pêşniyazên xwe li ser vê emailê
rojava@rojava.net bişînin!
Hemî
nivîs di rojava.net de belav dibin
Komîteya birêvebir
2005-09-13
Bersiv:
Selîm Biçûk: Rewşenbîrî û
hevgirtina rewşenbîran
إلى
المؤتمر الثاني لاتحاد مثقفي غرب كردستان في المهجر.
هوشنك اوسي
Helîm Yûsiv:
Hevgirtina
rewşenbîran di navbera xeyal û daxwazên giran de