Bi balkêşiyek mezin, komîta mafê mirovê kurd li Sûriyê –MAF- li
bûyerên ku li bajarê Kobanê –Eyn El-Ereb- dibin dinere, çimkî hêzên
ewlekariyê nehiştin ku kurdên Kobanê şînîgeriya çilrojiya 15
pakrewanên ji zarwên vî bajarî li darxînin , hêzên ewlekariyê bi
tundî bi wan re da û stand , bi dehên kes birîndar bûn û dora 30 kes
hatin girtin.
Em ji hikumeta Sûriyê dixwazin ku dev ji van karên ne demoqratî yên
ku piştî kongra Bees ya dawî dest bi wan kiriye, biqere.
Kobanê - Berdevkê fermî yê
komîta mafê mirovê kurd li Sûriyê–MAF
15.08.2005