Kerem Yûsiv
Ez dizanim ku rojhilatê kurdistanê xweş dizane Qamişloka xwedî hest
û helwest dixwaze ku îroj li asîmanê şarên Rojhilatê kurdistanê
keskesoran belav bike lê ka ew kesê ku bi destên wê bigre , kerta
çûnê jê re qut bike û di van riyên xemgîn û dirêj de jê re bibe
rêber .
Giran e ku em bibihîzin Mehabada kurdî di 13ê Avdara 2004an de bo
piştgiriya serhildana Rojavayê kurdistanê derket, lê em îroj wiha di
malên xwe de jiyana xwe derbas dikin, bi her 14 partiyên xwe yên ku
serê me, bi jimara wan, ne bi karê wan mezin e, li vir, partiyên
rojavayê kurdistanê îroj jiyana xwe ya normal dijîn û xwe amede
dikin ku di rojnameyên xwe yên 20sm de binivîsînin ku çend kuştî û
çend girtî li Rojhilatê kurdistanê hene. Lê wan xwe kirine rêvebirên
me û em wiha li bendî wan …û ew jî li bendî me ne ku me şermezar
bikin ku em derketin an dê bibêjin: Tu bi tenê derkeve ma kê destên
te girtine.
Partiyên delal, rêvebiriya miletekî giran e ne bi weşandina
rojnameyekê ye, lê bikar e , hûn xweş vî tiştî dizanin û hûn
malperên kurdî di malên xwe de vedikin û dinerin ku çawa kuştina
kurdan, li dervî malên we helal bûye, Şarên kurdan, li herdu
parçeyên kurdistanê piştgiriya Rojhilatê kurdisatnê dikin …û ..û ..lê
ka we çi kir û dê çi bikin ?
Li vir gel rêvebirê we ye dema hûn li bendî gel dimînin. Ji we dihat
xwestin vê carê ku hûn rêvebiriya gel bikin û ji dilekî bi şewat ez
vê gotinê dibêjim .
Belê rêvebiriya gelekî giran e, ne hesanî ye weku hûn dikin ,
dibêjin û dizanin, ji we tê xwestin mîna partiyan ku hûn, li hundirê
sûriyê, li dervî sûriyê bikaribin piştgiriya gelê xwe bikin û hûn
xweş vî tiştî dizanin ..
Ka emê karibin çi gotinê li pêşiya Rojhilatê kurdistanê bêjin û bi
çi riwî li ser binivîsînin. Ev dîsa vexwendek e da ku hûn li karê
xwe binerin gelo çi şaşîtî tê de heye da ku hûn rast bikin û çi
qencî heye da ku berdewamiya wê bikin .
Belê perîşaniya we perîşaniya me ye. Gotina hûn dibêjin ya me ye,
eger me xwest an ne xwest, lewra em dixwazin ew gotin bi rengekî
xweş bête xuyanîkirin û agahdarîkirin .
Dîsa ez dibêjim rêvebirya miletekî giran e. Dê ji we anuha û di
pêşerojê de bête xwestin we çi kir?