Ibrahîm El-Yûsiv
Carna nivîskar hemû kevneşopên
nivîsandinê jibîr dike û hewl dide ku qîrîniya xwe li ser pelê
valake, bi taybetî dema ku xeterek mezin li pêşiya wî be.
Û tiştê herî mezin ku van rojan êşê çêdike ew e ku rêjîma islamî li
Îranê bi binpêkirina mafê mirovan li xwe mikur nayê û barbariya wê
li dijî kurdan dewam dike. Wê tehdîda li ser kurdan eşkere kir : "Emê
riwekî din şanî kurdan bikin".
Tu dibêjî qey kujerên qazî Mihemed , Ebdulrehman Qasimlo, Şerfgendî
, Şiwan Qadirî û komek ji pakrewanên 2005 ew riwekî paqij e. Çimkî
ji dema Şahnşah ta Ayatên xwedan ta dozdarên dadê yên ne rast tu
tişt nehate guhertin.
Tiştê dihêle ev kujer destên xwe yên ji hesin û agir tund bikin û
dana sozekê pey sozekê ew e; hesta wan ku ew ji qadeke kurdî re
koledar in.
Nabe ji tu hêza cîhanî re ku wek daxwaza xwe di nivîsandina dîrok û
cografiyê de serkeftî be. Tenê viyana tevgera kurdî li Îranê dikare
anuha di dewleta Îranê de mafên xwe bide nasîn.
Zindanên Îranê anuha dagirtîne bi sedan kurd, çalakvanên mafê
mirovane, rojnemevanên mîna Husênê Ehmedê Niyaz -sernivîserê
rojnameya( Aso) û birîndarên ku bi alavên textoriyê ne.
Ez gûman dikim, ji hemû kesên azad li cîhanê tê xwestin piştgirya
gelê kurd li Îranê bikin û kiriyarên sitemkarên rêjîma Îranê reswa
bikin ji bo bicihanîna mafên netewî ji vî gelê ji hezar salî de li
ser qada xwe dijî..!
Wiha ji rewşenbîrên kurd –kî be û li ku derê be- tê xwestin ku rola
xwe bilîzin û tiştên ku dibin li rojhilatê kurdistanê bi hemû
zimanên cîhanê wergerînin û gazî wijdanê cîhanê yê şiyar bikin .