Hoşeng Osê
Piştî silavan……
Tu çawa yî ?
Ma tu hîna weke xwe yî?!
Sibe, na dusibe…
mîna cejnekê ji gewriya xwe birîndar e
ji xewê bîstikên şîn pars dike
ez li vir im.
Her êvar, serê xwe datînim ser çoka rewrewkê.
Bi qasî çar goristanan, razayî diramim.
Bi qasî çar payizan, xewnên min, min dimijin.
Bişkokên şevê, yeko….yeko
ji têkçûnên xwe û te re vedikim.
Berî gencîneyên te, stêrkan, morî û zîvên wan talan bikin,
li ser pêjna min ya li qeraxa wateyan westiyayî û matmayî, birijînin.
Berî ku Adar tola xwe ji Eylûlê bistîne.
Hîna xwîna helbestê germ e.
Ew xwîna helbestê ku ji sawêrên Xwedayên basikşikestî, berî limêja
şeveqê, hatiye stendin.
Sawêrên Xwedê û yên Kûrd û kew û kundan yek in.
Lê, sawêrên kewan bi yê kurdan ve kilîtkirî ne.
Lewra, axê sozdaye ku sibe na dusbe, tola agir ji avê bistîne.
* * *
Sibe, na dusbe…
Mehrecana mirina havînê ye.
Hejîr û tirî sêwî bûne.
Kuştiyên peyvên fedyok
mîna berfê, li ser tayê dumana dilbijokiyê, rêwîtiya xwe berdewam
dikin.
Li bin siya awazên genim û pembo, gunehên hev dijimêrin.
Di navbera çar mirinan de, straneke bi stiriyên şîn, bo tê dibêjin.
Stranên bi strî… welatên bêpeyv û heyv in.
Awazên bêdengin.
Xemên meyandî ne
û pencereyên ji xewnên firindeyan re vekirî ne.
Di stranên bi strî de…
Bihn, bi zimanê rengan diaxivin
û reng bi zimanê giyanê şervanekî Kurd, dikenin û digirîn.
Li ser sosreta çemê ku di himbêza bakurê xeman de razaye
diaxivin û digrîn.
Bakurek heye…
Di navbera têkçûnan de ruxiyaye.
Bakurek heye, di navbera çar başûran de derizîye.
Bakurek heye, kêla gorstana xwe ye
ala serlidana xwe ye
hogirê xwîna xwe ye
tolhildêrê peyva xwe ye.
Başûrek heye…
Dengê xwe ji pêjna xwe nasnake.
Başûrek heye, xwekujê xwe û êgir e.
Başûreke din heye…
Bakurê xwînê ye
Pîrozgeha dîna ye
birayê sê xwişka ye
xuşka sê bira ye
dotmama sê hezar kewa ye
Pismamê sê hezar şoreşa ye.
Ne li wî başûrî
li başûrekî din, li hêviya te me
sibe, na dusibe.
* * *
Sibe, na dusibe…
Salvegera sê hezaremîn ya kuştina min e.
Û hîna dem û cih, li kêla min digerin.
Ez jî…
Li ser pişta "demilqeran"
li pezkoviyê ku min ew kuştî, digerim
da ku lêbûrîna xwe jê bixwazim.
Berî ku Sîpan tewana xwe, bi qêrîna Xecê bipêçe
û bi şûrê zivistanê
bîranînên xwe û yên payizê bikuje.
Rûwê min, mîna qulingekî sêwî
li nav kolanên tenahî û mişextiyê wenda bûye.
Gewriya min…
Bûye dergûş û hêlana peyvên nepenî.
Peyvên nepenî…
Lavêjên poşmaniya Xwedawenda ne.
Peyvên nepenî û bihna kenê te, cêwî ne.
Cûdiyê ku di newqa Dijlê de
çar hezar birîn bişkivandine
soza kuştina Dirbêsiyê daye Dêrikê
siba, na dusibe.
* * *
Sibe, na dusibe
Ezmanê heşta sayî ye.
Giyanên sor…
Bê ku soza vegerê bidin, bêxemên zemînê jixwe kin
çûne nêçîra ponijandinên hîv û çûkên Cotmehê, li ezmanê pêncê.
Giyanên şîn…
Razayî, lavêjan dixwînin
û gunehên hev dijimêrin.
Dixwazin tolaziyên xwe, bi ezmanekî ji gir pîne bikin.
Giyanên kesk…
Tinaz û qerfên xwe, bi pîrozmendan dikin.
Xweziya xwe, bi gunehkara tînin.
Ji giyanên sor şerm dikin
û dijberiya xwe bi giyanên zer re berdewam dikin.
Giyanên sipî…
Tenê ji havînê ditirsin
û ji adarê fedî dikin.
Giyanên zer…
Ji du tiştan hez nakin
Ji rengê xwe û ji tenahiyê.
Nifiran li wê roja ku Xwedê
ew tê de kirine zer, dikin.
Sûnda kuştina Xwedê dane.
Lwera, her payîz, li ezmanê duda, kozik û çeperên xwe vedidin.
Giyayên zer, çavnebar in.
Dijatiya giyayên kej û yên şîn dikin.
Giyanên kej…
Hîna koçer in.
Li nav ezmanan, ji stranên xwe re, li welatekî biqasî çar bihostan,
ji kenê qurenfilan, digerin.
Hîv û rok, nikarin pesnê ronahiya xwe bidin
dema ew difirin.
Carna, dibin ewr û carna, zingil.
Carna, dibin cejna binefş û perperîkan.
Û carna dibin her tişt, ji bilî xwe.
Giyanên kej…
Serwerên giyanên reng û denga ne.
Li ser pireke ji hêviyên miriyên çavvekirî
miriyên çirûsk û pertewan, derbasî buhuşta xwe dikin.
Miriyên bêgor
di gel Tebax û Tîrmehê seyranê dikin
û di gel Mijdarê, li ezmanê yekem, Sebata par dilorînin.
Giyanên reş…
Evîndarên ronahiyê ne.
Helbestên xwînê yên bê tîp in.
Sawêrên zeytûnan, mîna alê hildidin.
Zagon û yasayên şevê, binpê dikin.
Gumanên Xwedê, bi tenahiya wî har dikin.
Û kişwera şahê cinan, li ezmanê hefta, ava dikin.
Ne tenê xewnên sipîndarên kezîkur û şengebiyên perîşan û bextreş,
şirove dikin.
Lê, yên welatê mirinê jî, ewê sibe na, dusibe, şirove bikin.
* * *
Sibe, na dusibe…
Şîna tîpên serhildêr e
li ser koçkirina welêt, ji helbestên xwînê, bi dawî nayê.
Helbestên xwînê û helbestên êgir
keçên xemgîniya axa Mezobotamya ne.
Helbestên xwînê…
Ji saw û sawêrên kew û pezkoviyan hatine hûnandin.
Helbestên xwînê…
Demsalên binavbûyînê, li bin pêlên dînbûn û zaroktiyê ne.
Helbestên xwînê…
Mukurhatinên xwê, li pêşiya pêjna min û te ne.
Li ezmanê heşta, sibe, na dusibe, tê xwendina helbestên xwînê dubare
bikî.
* * *
Sibe, na dusibe…
Bawreiya min bi min û te û sibe
nema tê.
Hema îro were..
ne sibe, na dusibe.