FÛAD SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 12.08.2005
Beriya ku Serokwezîrê Tirkan Recep
Tayip Erdoğan di 12.08.2005an de here Amedê, wî di 10.08.2005an de
di wezareta xwe de, qaşo hinek bi rewşenbîrên Tirk re civiya û di pê
re daxuyaniyek da û wiha got, “Evet bir Kürt sorunumuz var” (Erê
pirsgirêkeke me ya Kurdî heye). Recep Tayip Erdoğan li Amedê jî
gotinên xwe dubare kirin û wiha got, ”Kürt sorunu benim sorunum” (Pirsgirêka
Kurdî pirsgirêka min e)
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@nvid~616646,00.asp
Ka em guh bidin nîniyên Recep Tayip Erdoğan yên berê ku min di
gotarên xwe yên berê de nivîsîbûn û ezê paşê dîsa vegerim ser mijara
jor:
URIS-Moskow dem 24.12.2002
Pir zêde zeman derbas nebû di roja 24.12.2002 Erdogan li Moskovayê
bi karkerê Kurd Zülikar Boran re, yê ku ji Qersê ye, li ser kêşeya
Kurd kete nava nîqaşan û got: "Ez dibêjim kêşeyake wiha tune ye."
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Hürriyetê (Genel Yayin Yönetmeni)
Ertugrul ÖZKÖK di nivîsa xwe ya roja 26.12.2002'yan de der heqê
Erdogan de wiha dinivîsîne: Erdogan'ın "yakın çevresinden" bir kişi
şunu söylemiş: "Genelkurmay ne derse hükümet olarak biz ona uyarız,
onun ötesinde bir davranış tarzımız ve sözümüz olmaz. "Kesekî ji
derdora" Erdogan ku zêde nêzîkî wî ye wiha gotiye: "Serleşker çi
bibêje em wekî hikûmet pêk tînin. Ji bilî wê, em nikarin bi awayekî
din tevbigerin û em tiştekî jî nabêjin." Belê eger Erdogan ji niha
ve, vê yekê bike, ewê di demeke pir kurt de felaketeke mezin bîne
serê xwe û serê partiya xwe. Gotineke Tirkan heye, dibêjin: "Herkes
gider Mersine, bizimki gider tersine." Niha jî tifaqa Erdogan û
hikûmeta wî ye, herkes dihere Mersînê, Erdogan û hikûmeta wî jî
diherin tersînê. Dewlet û hikûmet ji bo ku ji gelê xwe re xizmetên
baş bikin li ser îktidarê(desthilatdariyê) ne. Dema şaşiyan û
nebaşiyan bikin, dibe ku ji îktidarê bikevin û kesên diha baş
siyasetê dikin werin ser îktidarê. Dewlet bi çirtotî û virtotî her
dem nameşe. Di dîrokê de gelek dewletên li gelê xwe û gelên din
neheqî, xirabî, nebaşî û înkarî kirine, ji holê rabûn; çûn ketin
çopa dîrokê.
www.pen-kurd.org
BEYRÛT-ROJNAMA HAVADIS meha yek 2004
Ka binêrin qubedeyî (kabadayı) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoğan ji
vir demek berê di der mafên Kurdan de di rojnameya ereban de, ya bi
navê ”Havadîs”, ku li Beyrûtê têye weşandin, di meha yekem a sala
2004an de çi? Dibêje, ew derbarê mafên Kurdan de wiha dibêje, “Eger
li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê li dijî wê jî
şer bikin”.
www.pen-kurd.org
NORVEÇ-Oslo dem 11.04.2005
Recep Tayyip Erdoğan di serdaneke xwe de li baytextê Norveç, li
Oslo, di pirsa Kurdî de wiha dibêje:
Kürt azınlığı kavramı yok (têgehek hindikahî bi navê Kurdî tine ye)
http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2005-04-11-m@nvid~561948,00.asp
Sedemên guhertinê çi ne?
1. Amerîka zorê li Tirkan dike, ku Tirk di siyaseta xwe de di pirsa
gelê Kurd de guhertinan çê bikin.
2. Ji ber ku dema muzakerê bi Yekîtiya Erwopa re hindik maye, Tirk
dixwezin bi van daxwiyaniyan devê Ewropiyan di pirsa Kurdî de
bigirin.
Ji ber ku serleşkeriyê ji Recep Tayyip Erdoğan re gotiye erê, loma
hukumeta Tirk ji bo van sedemên li jor dixwaze çavên xelkê di pirsa
Kurdî de bigire. Jixwe hên ne belû ye, ku Tirk di 03.10.2005an de
dest bi muzakerê bikin yan na. Ji dewletên Ewropa, bi taybetî
Firansa, ji niha ve bi dîplomasiya xwe dest pê kiriye, ew li dijî
muzakera di meha dehan de bi Tirkan re dertê û Firansa ji 25
dewletên YE re name bi rê kiriye, ku li dijî dan û standina Tirkan
bi YE re derkevin.
Niha çi bû, ku Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoğan helwesta xwe
guherand.
Jixwe di gotara Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Hürriyetê Ertugrul
ÖZKÖK de baş tê xuyakirin, ku Recep Tayyip Erdoğan bê destûra
serleşkeriyê nikare ti tiştekî jî bibêje. Çimkî Recep Tayyip Erdoğan
bi daxwaza serleşkeriya Tirkan hate ser text, ger wisa nebûya, wî
serokwezîrtî di xewna xwe de jî nedidît.
Ev gotinên Recep Tayyip Erdoğan, ku ew pirsgirêka Kurdî dipejirînin
qet ti tiştekî jî îfade nake, heta dewleta Tirk bê sînor mafê gelê
Kurd qebûl neke, binê van gotinan hemû jî vala ye, tenê ji bo demê
ji bilî çivanokiyê ji ti tiştekî re jî nabe û ti kes jî li ser van
gotinan nayê xapandin. Serokwezîrê Tirkan yê kevin Sulêyman Demirel
jî di sala 1991an de li Amedê got, ku goya ew realîta Kurdî nasdikin.
Di dema Demirel de ji bo Kurdan çi hatibe guhertin, wê di dema Recep
Tayyip Erdoğan de jî ew bêne kirin. Belkî di vê demê de tiştên diha
talûke li dijî Kurdan li Bakur bêne ceribandin. Lê ji ber ku dewlet
ne durist e û di tengasiyeke pir mezin de maye, loma ew her carê
ceribandineke nû dikin. Nasredîn Xoce rojekê dihere ber golê, hinek
mast wek havên davêje nava golê, ku bimeyîne. Mirovek jê dipirse,
dibêje Xoce! Tu çi dikî? Ew dibêje, ez golê dimeyînim. Ew mirova jî
jêre dibêje, Xoce ev gol dê çawa bi vî mastî bimeye?. Xoce jî dibêje,
lê belkî meyî!. Niha tifaqa Tirkan û Pirsa Kurdî ye. Tirk dê her
carê tiştekî biceribûnin.