Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

13 July 2007 01:57

 

Silêman Azer

 

Li ber daweşandinên çavê te

Silêman Azer

Li ber daweşandinên çavê te,..
asoyekî,
vekirî rewanekî,
pûçbûyî jibîrbûnin,
difire,
ew kêlîkin dagirtî evînîtî.
dêlexewnin har,
laşekî,..
pivpivandî bi azeriyan,
di spêrin kûrgehên şevin,
naxbûyî di vemitandinên,
şevpestin mijûl,
bi lêbanîna qêla tariyê....
li ser kopê rewayiyê,...
çikandî,
berbakirina tenahiya min,...
û bakurekî westiyayî,
barabûnin xesandî,
di xwîngermiya wan zayînan de...
werivtim, newalên te yî,
qeliştî li ber serê,
çolûbêlin barkirî xweliya,
vemirtî li ber bûrînên,
pêşbaziya noqkirî,
ji lavijbêjiyê....
li min dizîvire beşişandina,
mendaletiyê di riwê
hatina te yî vejiyayî
ji ber piyên wê serxweşiyê
di hilçene dilçûnin,...
şayik kirî bi tiliyên,
wê mêbûna bê têrbûn,
xwedîtin di pengizîna,
wê sirûşiyê de....

silemanazer@hotmail.com





 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1