|
Wek
ku diyar e, di 15 tîrmehê de(2007),
66 sal di ser oxirkirina dawîn a mîr
Celedet Alî Bedirxan re derbas dibe.
û wek ku hûn tev dizanin di 15ê
gulana îsal de jî, 75 sal di ser
derçûna kovara wî Hawarê re derbas
bûn.
Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke
din dewla xwe di bîra mîr Celedet
Alî Bedirxan de dakim û kela xwe û
kela tiyên ziman û rewşenbîriya
kurdî a nûjen- Yê ku bixwaze - di vê
havîna gerim de, bi qurtek ava sar û
cemidî, ji ava bîra mîr Celedet Alî
Bedirxan vexwim û xwe hênik bikin...
De werin em bi hev re li hin şîretên
wî guhdarî bikin. Ez ti şirovekirinê
ji dirêjkirinê re pêwîst nabînim û
ez nabêjim ku di roja de, ji gelek
rexan ve şerê mîr Celadet û Dr.
Kamîran dibe..! Hema ev şîretên wî
bi tena xwe xweş bersivin ji wan
kesan re:
(…Dema ko tu dixebtî qet li dora xwe
menihêre. Heke ên din dixebtin an
ne. herçî ko dixebite karê xwe pêk
tîne û karê tu kesî bi xebata yekî
dîtir naçe serî. Her dar bi pelên
xwe saye dare, ne bi pelên dara dorê.
Ew ne bi tenê ye. Di dora te de
hinin din jî hene ko dixebtin. Heke
te tiştek pek anî li dora xwe
vedkire, lê tiştekî welê bigere ko
bi yê te bêtir û tekûztir bit.
Hûn hemî ji bona avahiyekê dixebitin.
Her kê ji we hîmê wê daniye xwedê jê
razî bit.Pesin jêre bit, heqê wî ye.
Hûn jî herin dar û qirş, herî û
kevirî peyda bikin, dîwar an banekî
wê çêkin. Nav didaniyê bidin. lê ne
ko bidexsin.
* * *
Tu ketiye cînariya yekî ko avahiyek
bi du mezelan aniye pê. Tu di xwe re
wî xurtî di bînî ko bikarî avahiyekê
çend tayîn û mezelên ber pê bikî. Lê
avakirina mala mezin bi xerabkirina
a kiçik dest pê meke.
Belê xorto! Di dewera xwe de kêm û
zêde, kiçik mezin, civat, kom,
civanokan dê bibînî: Di dinyayê de
tu tişt nîne ko tekûz bit. Di her
tiştî de, nemaze di karên
nûdetspêkirî de, pir car kêmanî hene.
Heke te ew kêmayî dîtin, hema dirêjî
wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî
nav wan, arîkariya daniyan bikî û
wan kêmaniyan bi edilînî.
Hilweşandina stûnekê hêsaniye, huner
di rastkirina stûna xuwar deye.
…Xorto ! Holê bixebite, an bi xwe
çêke an arîkariya ewan bike ko
çêdikin, ava dikin. Lê heger tu
nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya
çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî şa
û kêfxweş bibe. Ji ber ko ew ji bona
te , ji bona miletê te hatine
çêkirin. Nav di wan de bide, wan bi
pesinîne.
Xorto ! Te dît ko bazekî kevroşkek
girtiye, mebêje , ma girtina
kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te
xezalek girtiye. Ji bona ko baz li
xezalê bigere û bide pey wê.
Xorto ! Min got heke tu nikarî çêkî,
lê bawer bike, ewlebe ko te dil hebe
tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze di
kare jî.
* * *
Wekî ko dixebtî dexisker ji dora te
kêm nabin. Tu guh mede wan, gotinên
wan damine(daneyne) ber dilê xwe.
Heke di riya xebata xwe de şemitî û
ketî, tu zanî ewê çibikin. Mebêje
ewê bên bi destê te bigirin, birînên
te derman bikin. No; ewê ji hev dû
bipirsin, gelo lingê wî ne şikyaye.
Bi xebata xwe bi nav û deng bibî.
Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê
te bidin, tu ê giram bibî. Ên dexsok
tu zanî dê çibikin ! Mebêje ko bo
xelkê re çeplikan li te xin. No,
dexis wan nahêle. Ewê bêjin: Ma ev
çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi
nav û deng bûye, di her derê de
pesnê wî didin. M a ev jî tişteke…
* * *
Xorto ! Herçî ko bi te berberiyê
bikin ji te bêtirin. Ji xwe di dora
gulekê de strî bi hezarî ne.
Ew di nav xwe de nexweş bibin, pev
biçin jê, li te dibin yek, destên
xwe didin hev. Ji ber ko ji te
kêmtirin. Kêmaniya wan wan digihîne
hev.
Ji xwe di tebîetê de jî welê ye.
Tiştên qenc û hêja hindikin, nehêja
û bêkêr zehfin. Ma tu nizanî ko di
gundekî de du sê hespên kehêl hebin,
di garana wî de bi sedan ga û çêlek
û dewarên reş hene. Li nik xelkê
gundî ne piraniya garanê, lê
hindikayiya hespên kihêl bi qedir û
hêjaye.
* * *
Her wekî min got tu guh mede wan.
Her çî ko elîhdariya te dikin, li
ber wan bikeve, ji wan mexeyide.ew
peyayên nekerhatî û mivrone. Nikarin,
nizanin, ji lewra kurt û pist û
gotûgota wan e.
* * *
Xorto ! Xebata te mîna dengekî ye.
Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin.
Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira
kengî bi deng û pêjinê temirî ye.
Tu her bixebite, Qet mesekine, karê
xwe biserxe.
Dengê te ko ji pifkirinê natirse,
ewê her bilintir, çira te ko bi
pêjinê na lerize ewê her geştir bit.
* * *
Keçê ! di van gotinan de para te ne
hindike.
Keçê ! Tu keça wî camêrî, jina wî
mirovî, diya wî xortî yê ko min
şîretan lê kir û kar û xebata wî
şanî we da.
Belê keçê, Ev xortê ha xortê te ye.
Di mehdikê de te ew lorand. Di
daweta wî de te jêre tilîland. Di
roja qewimandinê de, te nav di wî
da. Ji xwe tu birkê wî yî.
Keçê ! Min ji te divêt, tu xortê min
welê bixwedî bikî û bigihînî ko li
pesin û şabaşan sezabit û loma jê
mebit.
Keçê ! Tu di her kar û diravî de
arîkariya xortê minî. Tu ê pêre bijî,
pêre jî bimirî).
Mîr Celadet Alî Bedirxan ( Kovara
Hawar ê, H: 18 / 1933, Şam)
Konê Reş
Qamişlo 15/07/2007
|