Arşevê Oskan
Di van demên dawiyê
de, ji tevgera gelê Kurdistan, gelek ji me, navên serbixwe li bejna
xwe û saziyên xwe tiştekî pîroz dibînin, tevî ku gelek ji wan hêzan,
di bin basikên partiyan de, kar û xebatên xwe dimeşînin. Li vir
mirov dikare bi gelek awayan, vê pirsê ragihîne. Ji wan ragihandinan;
yan ev sazî û dezgeh bi partiyên xwe ne pir bawer in, yan jî, ji
hêzên hikumetên dagirker bi tirs û saw in, yan jî xapandineke siyasî,
li ser gelên xwe dimeşînin, da ku hijmareke mezin ji wan
kesayetiyên, ku bi rastî serbixwen in, himêz bikin û wan ber bi xwe
ve rakişînin.
Di gel van hemû
awiran jî, mirovên têgihiştî bi rewşa, ku niha li ber çavên me,
bawer nake, ku bawer bike jî, wê zû ew kes ji wan saziyan veciniqe,
dema ku rastiyê pipelîne. Lê pirsa ku herdem tê pêşiya me; çima ev
nav şêrîn bûye, yan jî ev hêzên han, ji kê serbixwe ne?. Gelo ji
partiyên siyasî, yan ji tevgera netewa kurd -bi tevayî-, yan ne ji
vana herduyan, wê demê mirov dikare bi pirseke din were hişyarkirin.
Dixwazim di hundirê
vê mijarê de, hinek tiştan vehûnim û dibe ku ez li gelek kesayetiyan
mikur bêm, bêyî ku ez navên kesan, di mijara xwe de binivîsim. Bawer
dikim, ji dengvedana gotinê, ku gelek tişt dê bên eşkerekirin û di
baweriya min de, ev ya herî pêwîst e. Ev gotina min nayê wateya, ku
ez li gel partiyan, di rûye kesayetiyan de radiwestim –bê ewarte-,
yan jî berovajî wê.
Li gorî ezmûneya
min, hem di warê sazûmendîyên siyasî û rewşenbîrî û hem jî di warê
rojnamegerî û nivîsandinê de. Li dervî welat û bêhtir li hindurê
welat, ku gelek reng û celebên curbecur dihatin dîtin û piraniya
wan, ew li xwe mikur dihatin. Kesayetiyên rastgo û ji wana bêhtir,
kesayetiyên keysebaz û dirû. Di wan kesayetiyan de, dihate dîtin ku
bi gotinên xwe serbixwe ne, di hema demê de jî, li gel partiyên din,
di çalakî û pesindanê de bûn, dijî çalakiyên li ser gora Cegerxwîn
bûn û li gel rojbûna partiyên ku partiyên xwe perçe kiribûn. Ji wan
reng û kesayetiyan:
·
Kesayetiya yekem, ku bi şev û roj,
şerekî bê wate, li dijî hemû partîyên siyasî û berpirsyarên wan, li
seranserî Kurdistanê lidardixîne. Hemû raman û rêbazên wan partiyan,
derewîn û bê hêvî dinirixîne. Ji hemû tiştî ne razî û ti wateyê, ji
hebûna wan re nabîne, her bi gazin û lome. Li gel, ku ne xwedî
kedeke bi rûmet e jî. “Ji ber ew kes hîn hene, lewma ez bi zimanê
îroyîn dinivîsim”.
·
Kesayetiya diwem, ku ew bi xwe, di bin
re hevalê partiyekê ye, carcaran jî şerê partiya xwe dike û bi wan
hevalên xwe re, bi pilan û soz e. Tektîkekê bikartîne, da ku yên ne
havalên partiyan be, wan ber bi xwe ve bikşîne.
·
Kesayetiya sêyem, ne nivîskar û
rewşenbîr e, ne jî siyastmedar û welatperwer e, lê dema ku du kevir
lihevdikevin, dibe her tişt. Ku rewş normal be, naxwaze deriyê xwe,
li ber kesî veke, li gel vî tiştî jî, dixwaze her kes pesnê bejin û
bala wî bide û bila qurişekî wî jî, di ber dozê de neçe, li ser
telefonan agir bi heriyê dixîne û sixêfan ji her kesî re dide.
Kesayetiya çaran, tim bi hawar û gaziyê, ku
yekîtiyekê di navbera partiyan de ava bike, hemû tiştên xwe dixe
xizmeta, çalakî û pêşvebirina tevgera çandî û siyasî. Tim û herdem,
serê wî şikestî ye û ti kes jê hez nake, lê li gel vî karê xwe, nabe
hevalê ti partiyan jî. Carê bi gunehekî tewambar dibe.