HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 


Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)

 rojava.net 13.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 Hoşeng Osê





Jiyan û cîhaneke din bû.
Pêjna wê ya fediyok
mîna leylanê bû.
Dikeniya û ne dikeniya.
Mina xunavê dibariya, û ne dibariya.
mîna awazeke qereçî ji têlên gîtarê bireve,
wisa ji min direviya
û di nav zeviyên helbesta min de xwe vedişart.
Giyanê min jê re got:
Cêwiya min, xuşka hîvê, neviya rokê
baş dizanî ez kovî me
nikarim xwe kedî bikim û evîna te veşêrim..
nikarim.
Ma çiya bilindbûna xwe jibîr dike?!
rok ji tîrêjên xwe şermdike?!
zemîn ezmanê xwe diguhere?!
Ma çem li kaniyên xwe vedgere?!
Ez jî nikarim. . .
nikarim . . .
nikarim

* * *

Berî sê hezar sal, min tu li qeraxa Dijlê rûniştî dîtî.
Bi nalîna karwanê stiranên min yên serjêkirî
te xwe dişûşt
û bi bênahiya min, te xwe zuha dikir.
pêlên sirûda Dijlê lingên te
yên mîna cama tijî berf û tîn,
di,alast û maç dikir.
Bayê tenik û hênik bi serxweşî, mîna ku bi zeviyên sinbilan sema bigre
bi porên te dilîst.
Û ez li bin baranê dişewitîm.
Bi kenê xwe yê hênik
te birîya Cûdi didirût
û birîna min ya kevnar vekirî dihişt.
Ev sê hezar sal in
ez li nav kişwera helbestê
ji te re paytextekê ava dikim
û te, bi arê bêrîkirinê
temen
liyan
bawerî
û gumanên min cot dikir.
Qîza Xwedê.. bes e...!!
Dilovan be bi perestkarê xwe re.
Bes e
Bes e


27/3/2002

 

 

 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Zingilê Evîn û Birînê
 
Siwarê Tîpên Bêcir
 
Mikirhatinên Dereng
 
Dîsa Kenê Çavên Te
 
Nameyek Lezgînî Ji Do re
 

Serxweşiya Dînbûnê

 

Şivanê Xewnan
 

Çar Gul Û Bendewariyek
 
 Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)
 
Du Stêrk Û Gîtarek
 
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî
 
KEVIRO
 
Çend Kurtehelbest
 
Hinek Kurtehelbest