
Gelî Xûşk û birayan
Roj baş
[ Hîç guman neke, ku ewên di riya Xwedê de hatine kuştin, mirîne, na.
Ewan li ba Xudanê xwe jîndar in û rizqê xwe distînin.] (Al-Imran-
169)
Ji ber ku rewşenbîrî ne tenê hêstir in, helbest in, an saz û awaz
in, lew re min ev kurtegotar amade kir...
Di serî de ez seriyê xwe bo rewanê pakê Şêxê şehîd Dr. Mohamed Maşûq
Xeznewî diçemînim û ji Xwedayê gewreban dixwazim, ku ciyê wî di
balatirîn baxên behiştê de be.
Şêxê şehîd dema hatiye Europa di dêrek filehan de çend gotinên hêja
nivisandin û di binê wan gotinan da navê xwe danî û navnîşana xwe jî
nivisand: Kurdistan Sûriye.
Ez dibînim, ku ev pevek li ba dewleta Sûrî şaşiya wî ya yekem bû, û
ya duwê ew bû, ku çû bi Beyanûnî, serekê Ixwan Muslimîn re, rûnişt.
Bi van du gavên xwe yên nû, şêxê şehîd ket pêşiya tevgera ramyarî ya
kurdî, û canê xwe da ser vê yekê. Du perdeyên tarî çirandin, ku
dewletê her bi wan çavên rêberên tevgera me tirsandibûn.
Ji nav gelê Kurd seydayekî serbixwe radibe û dibêje:"Welatê min
Kurdistana sûrî ye, bo çi hûn nabêjin? Ez ji dewletê natirsim û
dikarim li gel her neyarekî Baasê xûnrêj danîşim..."
Di vir de ez dixwazim bala we bikişînim ser mijarek giring, ku
têkiliya xwe bi vê bûyerê re heye.
Gava em li derveyî vê maxê binêrin, emê bibînin, ku em ne li
Kurdistanê ne û ne jî li Erebistanê. Em di civatek almanî de dijîn.
Lê mixabin! Ka di rojek wilo giring de çend rewşenbîrên alman tev li
serpêhatiya me bûne? Ma rewşenbîrekî alman niha li vir heye?... Divê
rewşenbîrê kurdên rojavayê Kurdistanê bersiva vê pirsê bide.
Min li ser daxwaza hinek dostên alman gotarek dirêj bi almanî li ser
bîr û baweriyên Şêxê şehîd nivisand, vaye ez kopiyekê jê didim
rêvebirên vê rûniştinê, bi hêviya ku em bi zimanên biyanî gelek
tiştan li ser rêberekî wilo baş belav bikin, da xûna wî pak erzan û
heban neçe.
Hûn bimînin di xêra Xwedê de
Û ewên zordarî kirine wê bizanin çi serbinkirinekê serbin dibin.
Cankurd - 10.07.2005