Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

27 June 2007 23:42

 

Tengezarê marînî

 

Fatma Savcî
Û nîgakirina êş û çiyayên xemdar

Tengezarê Marînî

Di festîvala rewşenbîrî 1ê de, li Duhokê, di nav wan navan de, navê Fatma Savcî hebû, ko helbestê bixwîne. Li wir dema helbesta xwe xwend, ez bi wan êş û xem- ên, ko wê bi peyvan xemilandibûn, û şînek û birîneke kûr bi ser ruyên me de dakir, êşiyam, lê ji hêla din ve, kêfxweş bûm, ko min ew bêdengiya mirovkuj, di çarçova peyv û hevokan de, li nik Fatma bi tevin û hûnandineke bedew guhdar kir. Ji wê rojê ve, min nivîs û helbestên wê dişpoandin.

Di anonsekê de, di malpereke ji wan malperên Internêtê de, min xwend, ko pirtûka Fatma Savcî, ya bi navê Gulên Qasid, hatiye weşandin, min jî pêkol û bizavên xwe kirin, ko ez pirtûkê bi dest xwe ve bînim, bo seyr bikim, ka vê xanimê, çi bi gulên xwe yên qasid re rêkirine!, Gelo çima qasidên wê, bi tenikayiya gulê, ew barên giran, ji kul, derd, kovan, xem, êş, zindan, şehîdbûn dost û hevalan, zinar, çiya, newal û geliyên birîndar, li wan kiriye. Gelo gunehê wan gulên yên li benda perîk û perwanan in, ko wan serpêhatiyên Fatma bibînin:
„Çilmisîn, xeyalên çend nifşan di kefa destên me de../ 23„

Pirtûka Fatma Savcî, ya bi navê Gulên Qasid, di sala 2006an de, ji hêla weşanxaneya Avesta hatiye çapkirin. Ev pirtûk 111 rûpel in, ji destên navîn. Fatma helbestên xwe di vê berhevokê de, li ser sê beşan de, belavkiriye.

Beşê yêkê:
Gulên Qasid, ko navîşana pirtûkê ye, Dergûşa ji dara wîzê/ Guldanka jana/ Mêrgeşîna çavan/ Çelmisîn/ Şevên dilketî/ Şêmuka qesrên kevir/ Xeyalên ji tîna Qelişîn/ Stranên Hevrîşimî/ Xewn bi ser zarokan de digirin/ Av û agir.

Beşê 2an:
Weşiyek tirî/ Mirad dixemilandin/ Dilên li bîna Bihokan pêçayî/ Li benda nofê Qulinga mam/ Êzdiyeke bi şemil/ Kê dizîn stêr/ Ji nav bexçeyê heyvê/ Nefertîtiya Misrê/ Negrîcan/ Hêkên neqişandî/ Karxezal dibuhurin/ Stêr weşiyan/ keçika portatîf bircan li ber xwe bigrim/ moriyên kehrîbar/ tenêbûn spîsar bû/ Çavên zer ên koçerekî/ tenekî nîvkuştî/Sûka qaçaxçiyan.

Beşê 3an:
Cêwî/ Dilop/ Rêwiyo/ Ken/ Şîpên bêrîkirinê/ silava evînê/ dara xweziya/ min dizî emrê xwe/ Ezîzêm/ Bê dostanî koçberiyek e/ Çawa bihewisînim/ Germahiya kenekî xwe dikuje/ Lahîta lêdikim/ Di Xelaya evînan de/ tu yê bêyî/ Rozêrîn kelogirî dibûn/ Gihîştin/ Guldexwînek digrî/ Ji dêvla çirayekê vemirîm/ Nere/ bîna te ji axê dihat/ bîranînên te.

Her ji destpêkê ve, ko navê pirtûka wê ye, em dikarin bibêjin, ku Fatma dixwazê nameyekê, mesajekê, bo ezîzekî/ê bihinere, ew ezîzê ko bi dûrbûna wî/wê pir êşiya ye û li vir jî hesteweriya wê diyar dibe. Dibe ew bi xwe jî sedemeke derûnî be, ko belkî bi bêzanebûneke kûr, lê bi hestekî ji cihê nediyar, berhevoka xwe, kiriye 3 beş.
Eger em li her beşekî temaşe bikim, dê bibînin, ko beşa yekê, nazdarî, bêrîkirin, xemgînî, dilşikestin, werarbûn, çelmisîn, têkel dibin, boş û gerim dibin, dibin pêl, dibin remiyên êgir.

Fatma bi buyerên bi êş, û yên ji wê re bûne serpêhatî, me dispêre qasidên xwe mîna ew dibêje: „Ev efsaneyên ciwan,/beza hespên rehwan/û şikestina baskê qulinga ye/
Ne ji berbiskên serfiraziyan/yan ji bejna zimanekî azad/ ji dar û zimanê bindestiyê hatine birîn“ R. 11.
Fatima dest bi bîranîna cih û deverên buyeran dike û wan bi xem tîne bîra xwe û xwêner. Cih û deverên wê jî çiya/ kolanên xwînê/ guldanka janan/ zindan/ çav û mijanek mîna biyaveke êşê/ çol/ Çarçira( Mihabad)/ çemê Dêrsîmê/ sinor/Midyad/ Sîpanê/ payizoka dil û gelek deverên din, ko netenê hestewer in, belkî pir ji wan jîwar û xeyla têkel in.
„ Çavên me çira ne/ ji bo desthilatdaran,/ ew hez dikin wan vemirînin yek bi yek/ li meydanên Mahabadan..“ R. 35

Demên ko Fatma bi kar tîne, pir payîz tê de hene, her weha zivistanên ko lehî û tofanan bi xwe re tînin hene, şevên tarî û tama wan mîna zilindarê hene. havînên ku dixwaze carnan dilê xwe pê xweş bike, mîna çelmisîna qasidên wê, xwe di nav bîrahatin û bêrîkirinê de, dixendiqênin.
„û payîzên/ ku ji herdû çavên me weşiyane/ ser bi ser,/ bi evînên xwe yên dilmayî / cardî diguherînin..“ R. 20

Wêneyên Helbestvana me, belkî rêkên rizgariyê ji wan xeman in, sivik û bêkomplêx, mîna dengê Evdalê zeynikê û xatirxwestina hevalên wê yê li wan çiyayan xatir bi fîzîkî ji xwestin.
„ Hez dikim tiliyên min/ li ser rûyê te bigerin / û şeraba dilxweşiyê vexwin em/ ji çavên hev“ R. 82.

Fatma li dergehê pir babetan da ye, lê babetên wê, hemen hemen di bîranîn, û bêrîkirinan de, xwe bi çarçef dikin. ji wan mijaran, mirin, evîn, bêhêvîtî, êş, zaroktî, welat û rewşa welêt, omîd, xwezî, jiyana di zindanê de. „Qeydkirî ne li bîra wan/ çîroka evînên nîvkuştî/ û kenê cemirî/ li nav pêlên giriyê wan..
Xwestekên xwe yên qedexe/ li ser rûyê jiyanê/ bi darên gûhîjan ve / dixemilînin..“ R. 20

Di vê pirtûkê de, Fatma bi şêweyekî dramatîk û bi zimanekî rewan û sivik, hemî êş û azariyên xwe yên nayên gotin jî, li ber me rêz dike û me vedixwêne wê qadê, ko em jî û ne kesek ji me jî dişê“ Me kir û nekir/ nikarî kenekî xêz bikin / li rûyê xwe yê evînê“ R.21.

Fatma, di pirtûkê de, dest pê dike û êş, zaroktî, bêhêvîtî, bîranên nexweş/ jiyana bi keser/çilmisîn, mirin, ta rûpelê 26an rêz dike. Di gel wê jî bêhêviya wê ne sermedî ye, her di rûpelê 26an de, çirûskeke biçûk ji hêviyê li ba wê çêdibe dema dibêje“ Lê nizam kîjan heyamê/ em di sînga xwe de jibîrkiri?/ Çukû temenê me/ hîna ji eşqa ber êvaran
Ji hevaltiya şevên dilketî pêk tê“. Ji wir û pêde, Fatma di navbera omîd û bêhêvîtî û bîranînên xweş û nexweş de, geşt û seyranan dike.

Dixwazim bibêjim, ko carnan, Fatma bêhna xwe bi hevokên dirêj vedide, ta ko ji qewarê helbestê derdikeve û dibe bersiv, ji pirsên nepenî, yên dilê wê himbêz dikim, wate têhna xwe bi wan hevokên dirêj û bi wê vebêjiyê dişkîne: „Peristgehek bawermendiyê ye,/her bejn û balek/ji dêvla hecê,/tenê dilê hev tewaf dikin/mîna xwişkeke dilovan himbêz dikin/hemî bira/li hemî dergeha/ji bo xwediyê dilê xwe/ îbadetê dikin/ bi zimanê hemî olan..“ R.33

Di hin caran de zimanê wêneyan dilê qîr û bangewaziyên Fatma têr nakin, lewra bi zimanekî sade, ko digehê zimanekî li ber dergehê nehelbestî qîr û hawarên xwe dirêse: Were zarok/ em dîsa biçênin/ darên biyan/ li ber kaniya çavên xezalan.“ R.94.
Ji bo ez serê we bi xwendinê re gêj nekim û we xwênerên hêja vexwênim pirtûka helbestan ya Fatma Savcî, ya bi navê Gulên Qasid, ji weşana Avesta 2006 Stenbol, ez dê bi pirsekê ji pirsên Fatma vê nivîsê, hem ji wê û hem jî ji we, bi dawî bînim:
Dixwazim bizanim,
kîjan demsal
dê kulîkan vekin
li birînên te?


 

 tengezarmarini_41@hotmail.com

     

                        

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!



Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1