Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:11

 

 

Diwazde dar û avek
Dilyar Dêrikî


Bajaro ..
li min bibure..

Bajaro ji te diburim..
û li xwe digerim
eger gulîgenim,
di girtîgihan de zan
berî ku dasî bidin

di şikeftên
salên derbasbûyî de
serxîzên gotinê şîn didin..
hezar serkeftinên sixte
di sibhê de
di ber bêhna qehwa bazdayî de
hezar keser direvin
ne çi bazbend bû we nivîsand
ne çi êş bû, di windahiya êşê de,
we pesindan
birînen xewnê nehatin girêdan
ku bersivên bê pirs
li xwe digerin
dê ev çi peymana xwelîseriyê ye
di navbera xwînrêj û birînan de
wek durovên ken..
di kanyek şêlo de diherikin
her dibe xumxum..
mişêna êşandinê
li ser lihevhatina gotinan
xwe ji destê xwe xist
parçekirin..
xanî û navnîşan
bê ku min di êşê de
jibîr bikin
yan li bîra xwe bînin
ne di dîwanan de nivîsandibûn
ew ji xumxuman te
nameyên bê ser û şûn dinvîsînim
bê destpêk
bê naverok
bê dawî
lê bi êşkêşan bûn
demê endamên laş
xwenaskirina xwe winda dikin
çav bixewê tirsa xwe hembêz dikir
di riyên tirsa bê dawî de
demê çûkên gotinên min
li dergehê te bide
tu hinek ken dikî di destan de
ne dem demê rawstanê ye
û ne mirin derbasî kela
sermayê dibe
li nav hevketine
şermî û xemsarî
ez li bendî vegerîna reşgiredana te me
ez dîrokeke bi şînan
nivîsandî me
û girdirawê zageha xema me
xelatên serkevtiya sexte wisa ne
wisa ye ev çawahiya me, xwe li ma bar dike
wisa êş xwe li min dike
bi pêşiya te ve
çaxê ku tu destarên axê dihêrî
serê hespên min berde
hîrhîra hespên êşan
di mêrga derbestan de
rêyên çûnê tên guhertin
riya stêrka dizan
riya omîdê
riya laş
tenê ku çira laşê min
di celdan de
û tu derbasî
ser celdên gawedê min
qêrîna bêdengiya min ket
ber dergehên malê
tenê bûm ber komberên tîtiyan


û hîn germ geriyan demên
xwînrêjên hevrik
şîqîna hespên rehwan
kewên hêlînan
û qabqeba siberojan
Di asoyên girrnejînek
bêendaz de
Siwar xwe dirêsin
Ser xalên dihatuyê
Di şêqîna asoyên
golên xwînan de
Hespan hefsarên demê Girêdayî
di qetînin û
berv bi rojê ve diçin
parçeyên guleyên Dimdim
di birînên veşartî de
çavbirçîbûna tayên bê derman
di gêrdana celedên raxistî de
bi tirs û metirsiyahiyê ve

awirek ji xwînê me
taviyên zayînê me
nameyek evînê me
di esra berteng de
di reşgirêdana bajarê evînê de
gulhinar im di berbengê de
şivhinar im ,
di destên kînreşan de
dê têgehên xwe bicirîne
û li nav rengan
rengekî ji avê re biefarînê
navan li geliyan bike
derbestên xwe li dû derbestan rêz bike
meya salan
ser birîna xwe û min de vala bike
soravê ji lêvên zeriyan re çêbike
û di camiya qasimo de
navên xwe yên
veşartî û qedexe bang bide
û ji dêrîna dengê min ê bêhnçikyayî
sirûdan li ser sirûdan bistirîne
lîlana dayika bûm
li dûv derbestên
keserşewata kalan bûm
li dûv derbestan
yên gulav kirî bi girî û kelan
xemelandî bi xweziyan û alan
û taxên min
dihatin çandin
bi lêkerên mirinê
kê reş li bejna te girêda
qamîşloka min
kê dilê te hêlayî Amuda min
kê darên te yên tûyên li qijelê birrandin
Dêrika min
Dê kî dengê zêrina ehmo elana
Di zemawendê xortên te de
Bi daran xetimand
Kî…
xwe xelat kir bi talanên
Cejna te hisicayê
Û kaniyên xwînê di dilê min de
der kirin serkaniya min
Kî??
Darên zeytunên Efrîna min
Bi golleyan bi gul kirin
Ji hetava konbaniya xwe re di lorîn im
Ku çawa
qutikê koçerî
Di kaşên zoravayê re
Teşiyên virkirina keviran
Diristin
Da dîrokek nû
Ji mirin re
Ji jînê re
Ji êşê re
Ji kînê re
Ji tolê re
Ji xwîn ê re
Bi çespîne











                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1