Baweriyek li cem gelek siyasetmedarên Kurd
çêbûye ku doza kurdî li her parçiyekî Kurdistanê
taybetmediyeke xwe heye. Ev taybetmendiya ji
peymana Saykês-Bîko despêkirî û ta niha kûr
dibiye. Ji wê peymanê dewlet çêbûn, cografiya
hat guhartin, û gelê Kurd bi parçebûna zemînê
xwe re, ew jî parçrbû, û kete rewşeke
bindestiyeke tevlihevî. Di vê rewşa tevlihevî de
doza gelê Kurd ji berê çetintirbû, bû çar dozên
serbixwe.
Siyasetmedarên Kurd di sedsala bîstan de ev
rastiya ber çavên xwe re derbasnekirin, di
hastên xwe yên netewî yên tenik de man. Û her
lîderekî Kurd xwe lêderê Kurdan gîşkî dihesiband,
parçeyê xwe yî kurdistanî dikir navenda
Kurdistanê, û dixastin rêzgariya Kurd û
Kurdistanê ji wir despêbike. Bi nêrîna wan gereg
projeya wan ji bo mafên Kurdan bibe projeya
Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê, û hemû partiyên
Kurdî bi wan de werin girêdan. Gava em
jînegeriya siyasî ya van lîderan dixwînin, em
dibînin ku pir caran hevdu tewanbardikirin,
dijminatî bi hev re dikşandin, û yekcaran hevdu
teslîme dijminên Kurdan dikirin.
Dijminên Kurdan ev rewşa lîderên Kurdan baş
dixwendin, û her dijminekî hevkarekî xwe ji van
lîderan didît, û pê re peymanê aşkere, yan dizî
lihevdihanin, ji bo doza gelê Kurd li parçeyê
Kurdistanê yê di nav lepên wî de ye bipelçiqîn.
Di vê dîroka siyasetmedarên Kurd de, gellek
karên qirêj hatin kirin, û ku em ji bo hestên
xwe yên netewî, dixwazin vê yekê jibîrbikin, lê
dîrok rastiyê venaşêre.
Mebesta min ewe, ku hîro rewşeke nû di nav
kurdan de avabuye. Bi gotineke din
siyasetmedarên Kurd ên nû li doza gelê parçeyê
xwe diramin, bi cografiya xwe ya siyasî, bi
taybetmendiya dijminê hember xwe. Kurd hîro
guhartina li cihanê çêbûye didin berçavên xwe,
dixwazin jê fêdê bikin.
Siyasetmedarên Kurd berve siyaseta pirakmatîk de
dicin, û bi vî awayî doza Kurdî li her
çarparçeyên Kurdistanê pêş ve dixin. Loma em
dibînin straticiya dewletên mezin êdina nikare
pêle Kurdan bike û derbas be.
Belam hinek siyasetmedarên kurd hene hîn di guhê
gê de ne, dixwazin Kurdên parçeyên Kurdistanê ên
din ji Kurdên xwe re bikin qurban, û
kurdewariyeke xwe ya şofînîst li hember kurdên
din avabikin, û ji bo vê kurdewariya qirêj
bighînîn dawiyê xwe dikin xizmeta straciya
mafxwarên xwe dijî Kurdên li parçeyên Kurdistanê
ên din. Ji van siyasetmedarên Kurd hîro
derdikeve hole weke Ehmet Turke û Aysel Tugluk.
Ehmet Turk serokê DTPê bû, û hîro jî serokê
perlementerên vê partiyê di perlemena turkiyê de
ye. Aysel Tugluk jî andama vê partiyê ye, ji
Diyarbekrê hatiye hilbijartin û ketiye perlemenê.
Ehmet Turk di rojnameya turkiyê "Zeman" de
gotiye, ku ew siyaseta li ser esasê etnîsîteya
kurdan "ethnic" xeter dibîne, û wî piştgirya
xeta siyasî ya perlamentera DTP-ê Aysel Tuglukê
ya tirkist û kemalîst kirî. Li berdewamiyê
Ehemet Turk dibêje: "ez berê xudanê mantiqeka
wisa bûm ko min etnîsîte pir dida pêş. Lê belê
min îro destpêkiriye û ez dibînim ko siyaseta li
ser etnîsîteyê pir xetere û tijî xefike. Berê me
digot dewleta her kesî heye û çima ya kurdan
nebe. Niho ez fêm dikim ko ev ne hêsanî ye û
rewşeka wiha [yanî avabûna dewleta kurdî] dê
dijminahiyên mezin di navbera du gelên ku bi hev
re dijîn çêke û dê van gelan ber bi paşerojeka
tarî ve bibe. Dorbera me[ yanî dorbera Tirkiyê]
bi xefikan hatiye pêcan. Ji xwe em ne Çêk û
Slovakin. Li gor min pir faydeyê bihevrejiyanê
heye".#
Belam gotinên Ehmet Turk ne wiqas giranin li ser
mejî û dilê gelê Kurd {bêguman giranin} hember
axaftina Aysel Tuglukê di pelemena Turkiyê de.
Wê aşker û bê fedî got: "Li pakurê Iraqê
dewletek ava dibe û ev bi destê dewletên mezin
çê dibe. Ev dewlet dê bibe belaya serê Tirkiye
yê, werin em berjewendiyê Tirkiyê nekin qurbana
îhtirazên xwe. Ev dewlet dê bibe Îsraîleke nuh û
ne di berjewendiyê Tirkiyeyê de ye. Ji bona
biserneketina vê projeyê jî çareyek tenê heye ko
Turk bi kurdên xwe re hevkariyê bikin". Li gor
weşan malpera nefelê Aysel di berdewamiya gotina
xwe de pesnê Mistefa Kemal da ye, û gotiye ko wî
bi kurdan re li hev kir û meseleya serxabûna
Tirkiyê bi vî awayî safî kir.# #
Bêguman siyasetmedarên Kurd di parçeyê xwe yê
kurdistanî de ne mecbûrin siyaseta xwe bi rewşa
parçeyên din ve girêdin. Lê va tişteke û gava
yekî mina Ehmet Turk ku dijminekî sawirî li
hember Turkan çêdike û bi wan re amedeye dijî vî
dijminî bisekine tiştekî dine. Kîçax
siyasetmedarên Kurd dixwestin dewleteke kurdî li
ser bingeha etnîsîtî avabikirana?, kîçax di
mejiyê siyasetmedarên kurd de, heta ên tew re
paşketî ramanên regez hebûn? Ma Ehmet Turk
nizane ku partiyên kurdî yên navdar, navên
kurdistanî li xwe kirin, ne yên kurdî. Li
Kurdistana Îranê partiya demokrasî ya kurdistana
Îranê, li Êrakê, patiya demekrasî ya kurdistanî
Êrakêye, û her weha li Kurdistana Turkiyê. Ma
Ehmet Turk nizane çima PKK bi vî navî hat
damezirandin; partiya karkerên Kurdistanê, a ne
partiya karkerên Kurd li Kurdistanê. Partiyên
kurdî navê cih li xwe dikirin ji bo ku li
kurdistanê ne bes kurd dijîn.
Gava Ehmet Turk dibêje ku dewleteke kurdî
avabibe wê dijminatiyê di nav herdu gelan de
çêbike. Gelo ev siyasetmedarê "jîr" ji xwe
pirsnake ku ev dijminatiya hanê ji aliyê kê de
dê derkeve?. Yanî lojîka Ehmet Turk ewe, ku Kurd
mafê xwe yên bi salane hatiye wêrankirin ji
Turkan bixwazin, wê dijminatiyê navbera Turk û
Kurdan de çêbikin. Eceb ev lojika Ehmet Turk
dikeve mejiyê kesekî. Ev ne gotinên ceneralên
Turkanin? ênku bi Kurdan re dibêjin, yan wine di
bin destên me de bin, û xwe turkbikin, yan jî
win dijminin, gereg em we tine bikin.
Ez dixwazim bibêjim ênku Mistefa Kemal ji
tiracîdiya Kurdên Turkiyê berî dikin, ew gelê
Kurd dixapînin. M. Kemal bi Kurdan keniya, wî
pêle mafên Kurdan kir û komara turkiyê li ser
regeza toranî avakir. Ordiya Turkan ev heştê
salin kurdan dipelixînin, neku ew ji xwe
şofînîstin, a ji bilku ew bi straticiya M.Kemal
ya dijî Kurdan bi tûndî girêdayî ne.
Weke min berê jî got, Ehmet Turk li hember
Ayselê hînî kinike. Gava ev xanime dewleteke
kurdî li bakurî Êrakê dibîne wek belayekê li
serî Turkiyê, wêçaxê mafê me heye em jê bipirsin
ew ji bo çi dixebitî? Eceb ew derkete perlemena
Tyrkiyê ji bo Turkiyê ji dewleta kurdî biparêze?.
Gelo çî cûdahî di navbera gotinên Ayselê û
ceneralên Turkan de heye?. Ma ev xanima nizane
ku dijminatiya komara Turkîyê bi herêma
Kurdistana Êrakê re ne ev herêma bi xwe ye, û ne
Kurdên vê herêmê ne. Ku siyasetmedarên Turk û
ordiya wan kurdên xwe qebûlbikin, wê çaxê ti
pireblemên Turkiyê bi herêma Kurdistana Êrakê re
na mine. Tew dibeku wê çaxê Turkiye bi xwe
pişgiriya avabûna dewleteke kurdî li vê deverê
bikira. Çimkî dê Turkiye bibe dergeha vê dewletê,
di hemû warî de, û fêdeyeke mezin jê bigre. Ne
bes weha jî, wê Turkiye bike ku Kerkûk di
cografiya vê dewletê keve, ji bo çavkaniya
pitrolê ji xwe re heta dilopên dawiyê misoker
bike.
Ez nizam ev têrminê ku dewleteke kurdî li
Kurdistana Êrakê avabibe dê bibe Izraîlek nuh çi
zirarê dide Kurdên Turkiyê, ma Turkiye dirêjiya
dîroka xwe ya nûdem ne dosta dewleta Îzraîle?.
Eceb Aysel xanimê jibirkiriye ku têkiliyên
komara Turkiyê bi dewleta Izraîl re gellek
xortin, û di hemû warî de, di warê aborî,
leşkerî, û siyasî de. Aysel xanim bi kê dikeniye,
bi xwe, bi Turkan, lê bi gelê xwe.
Ez dixazim Aysel xanim bizanibe, êku cara yekem
Kurdên bakûrî Êrakê kir Îzraîlê duyem{berika
xiniz} siyasetmedarê areb ê Sûriyê tewrî
şofînîst dijî Kurdan bû, ew Mûşêl Efleq bû {damezirê
partiya Baas aku ta niha kurdên Suriyê kiriye
bin zordariyeke tewre dijwar}. Aysel xanim
kerasê Mûşêl Efleq yê pirpirî ji ser herîşka
dîrokê radikiye û li xwe dikiye.
Hîcar ew dewletên mezine ku dewleteke kurdî li
bakûrî Êrakê avadikine kînin? ma mebesta wê ne
Emerika ye?. Xwedê zane ku Aysel xanim nizane ku
Emerîka piştî cenga cihanê ya duyem ta niha
hevbendê Turkiyê ye. Ku Emerîka pişgiriya
Turkiyê nekira, nemaze di aliyê çekên nûjen de,
wê PKK siyasetmedarên Turkiyê tevî ceneralên wan
e pozbilind mecbûre rûniştina dor masê bikira û
ji mêjve doza Kurdî li Turkiyê çareserbikira.
Eceb Aysel xanimê jibîrkiriye ku ne Emerîka û
Îzraîl bûna, Turkiyê stêrkên ezmên digirtin û
lîderê PKK ne digirt?.
Kî di van êrêşên Turkan ên dijî Qendîl û
bakûriyê Kurdistana Êrakê alikariyê wane?
Dewleta Emerîka pişgiriyê herêma Kurdistana
Êrakê dikî lê pişgiriya ordiya Turkiyê,? Ev
ordiya ku ta îligê xwe dijî Kurdane.
Li dawiyê ez dixwazim di guhê Ayselê de bibêjim,
ku bi vî awayî ew li ser Kurdê Êrakê diaxive,
berevacî wê Mesûd Berezanî li hember acansên
cihanî, û aşkere got ku ew endamên PKK teslime
Turkan nake. Û piştê êrîşa ordiya Turkiyê dijî
Qendîlê û herêma Kurdistana başûr di van rojan
de, Mesûd Berezanî qebûlnekir di bin giregira
balafirên turkane leşkerî de bi Kundelîza Rays
re rûne.
Tiştekî din jî ez dixwazim bibêjim, gava
perlemena Turkiyê biryar girt ji bo leşkerên
Turkan êreşe başûrê Êrakê bike, Kurdên Sûriyê
derketin kolanan û dijî vê êrêşê rabûn, xortekî
xweyî hêja qorban dan, û bi dehan Kurd li
Qamişlo, li Kobaniyê hatin girtin, hinek ji wan
ta niha girtîne, di nav wan de jinên Kurde ne
weke Ayselê hene, û îşkence li wan dibine. Û di
wê çaxa hanê de Kurdên ku Aysel hilbijartin
perlemanê raketî bûn. Gelo Kurdên Sûriyê ji bo
berjewendiyên kê xwe kirine vê xeterê?.
Bi nêrîna min, siyasetmedarî Kurd îku bi
dijminatiya Kurdên parçeyên Kurdistanê yên din
re, dixwaze mafxwarê xwe razîbike, ji bo mafekî
xwe bidestxîne, ew xwe li hember dijminê xwe
erzan dike, dostên hêja ji xwe re peydanake, û
ti kes li cihanê ûda wî nakşîne.
salihbozan@yahoo.com
---------
#.Nefel-Nûçe. Weşana: 3-12-2007.
# # Disa Nefel-Nûçe. Weşana: 11-12-2007.
|