|
Strana şeveke giryane
Tengezar Marînî
li paş çiyayê qaf û li ser asîmanên oqyanosên
dûr û dirêj , gulek bo te
Awir bazekî spî ye,
deng xewna min diçirîne,
zelal e, mîna maça ez jê hez dikim,
êşê bi min re par dike
li se eniya gunehan
xaçerêzeke tarî, ji pora tavesorkê,
birîna min pêxist
pêlên li dûv hev,
wan bigire
hilma bawişa min in,
di çavên min de xewr dibin.
Befir roniyê dihejîne,
bayê rojê rondikên ewran in
di kaniyên mirinê de.
Berhemê tenêtiyê himbêz bike
Bîrhatina maça min,
Beyebana revînê ji çavên min...
Derbederî
Stêr ji xwînê ye
serketina qêrîna ye, dem
Pêk ve, li
wêneyên te vedigerin.
Şev bêsîtav
Sema sîmerx e,
gumana rojê
ezmûna dil
heyhayeke buhurî,
roj tê
şev diçe,
lîstika demê ye
reş û sipî
nexem e, neynik plana xwe li ser dîwarê şeveke
evînê, nîgar dike.
Ev wêne ye, wêneyê evînê
Sinorê dembuhurîna masiyekî zêrîn, li ser
jixwematmayîna parseyekî bi rih û gulîk e.
Lê negire, nêrdewaneke tazî ye. Asîman veşara
tariyê ye, pencere bêdîwar, bê şev e, bê xewin
e, bê hêvî.
Ev dever zemîn e, bager e, toza xatirxwestinê,
hestûyên serhatiyan e.
Lepikên miştî ronî hene, di bircê de bîrhatin,
dilopan dike.
Jibîr neke, şev awira te ya pêşrojê ye, bêdeng
wek serê derziyekê çîqê di feraşînên jinan de
nake.
Hêêê kaxezê xwe bidirîne, sermirî, kaniyê vala
ne, berê te li wan, di rojeke bêtîrêj de.
Şopên valabûnê ne, dawiya ba,
Dawiya gerdûnê, dawiya sirûda sûndan, bîbelerza
singên wê, gilover in wekî sere pîvazê. Darbest
e, berbi te ve, sirûd û peyvên te, çûn neman,
bûn pêlava spêdekê.
Li ber pencereyek mezin, sadist bi hemi çarenûsa
xwe ve, bilind
pencereyek bilind, roviyekî hesinî.
Ew sadist ê mezin, di gel hemî çarenûsên xwe ve,
jihevketiyekî rût e,
Bi fosforê xemilandî, dekoratîv
serê wî, pirça wî ya jinane, çavê wî.
sadistê mezin, bi hemî çarnûsa xwe ve,, bi demên
parfûmkirî, giya diçêre.
Pencere wisa bilind e, sadistê mezin, digel hemî
başiyê xwe, çendî berdevikên wî mirî an jî sax,
şirîn an jî şor, ji bo wî bînin, ew davêje derve,
sîgarr, wiskî, sex..
Pencere bilind e û sadist bi hemi çarenûsa xwe
tê werdibe.
Di dilê minî mijane de wêneyê xewna gulekê
dimire.
Di koçka min de, galaksiyekî bêsinor rûniştiye
Pîrependên gewir, yek li dûv yekê, di asoyekî
tarî de, vala ditvizin.
Roj dîsan bilind dibe,
Ez bêhêz im,
li ser darbesta dilê min, bask li xewnên min
şikestin.
Roj bilind bû
Bêhêz im
Asîman daket
Û ez çavên xwe vedikim.
Jiyan dikele,
daristan, bajar di nav agir de ma,
asîman di nav baranê de.
Şev hilmê dikêşe
Helbestvan hest bi pora wê dike, dirêj e,
peyv dest bi xewê dike, mîna gulek di gulwazeke
camî de
kolan bêpencere man.
Hîn jî gerdûna laşî berdest e, ew singên çavên
xwe li min zîq kiribûn. Masî dereng ma. Masiyek
ji bejê birin nav avê. Ji nişka ve bi şevê
buyerek qewimî:
Çiya mir, ba her mir û nema vedigere. Di vê
buyerê de, kî biryar wergirt?!
Bi vê biryarê hemî pistepist bûn berf, liv bû
bûz, roj li bin guhê hev ket, hemiyan xwe nedît,
heyva reş, agirê erdê, şîrê pantelonan.
Seqemê stûnên hoşê min kire doh, ez, destê xwe
tavêjim regezê xwe, giyanê min …di nav sê goşan
de agir…agir
Herdem li saeta xwe dinerî, dereng e.
Baranê dest pê kir
Hemî pencereyên li kolanan dibin şemendefera
awirên min.
kelkela dilê min bûye textê şanoyê
dereng.. mêyek nehat.
Di payîzê de kumik şîn tên,
berê min li daristanê ye
pê çêbû bigirnije, ji bo min,
ji bo min bi tenê,
pê çêbû bigirnije
bi tenê
û ez ber bi tariyê ve.
„Ji zû ve destên te dûr bûn“
Rêk bi kû ve ye?
Peyvên te dîtineke çavlixew in
di mija nehişiyan min de, berê xwe bide min,
cihê te rast e
Lehengên te pît in,
bajarên te xewn in, bi bircên bilind
bi tiliyên xwînkirî.
Bayê xerbî, awirekê tavêje ber bi wan kaş û
kendalan ve, dema wî parçeyek ji çarenûsa xwe
xwar, tiliyên xwe ber bi min ve kir, şîn bûn,
hilo bû, mantoyê xwe avête ser milê xwe.
Bayê xerbî, awirek avêt pencera beramberî min,
melodiyeke hêmin….bêrîkirin….
|