|
Şevek çandî li Dêrika Hemko
TEVNA ÇAND Û HUNERA KURDÎ - DÊRIKA HEMKO
Roja 9-12-2005 TEVNA ÇAND Û HUNER A KURDÎ -DÊRIK tevna xwe veda û
rengek dî ji mijarên çandî hûnand û rada, vê carê helbestvan LORÎ
TILDARÎ gotarek bi navê ( pêwendî di navbera huner û jiyanê de )
amadekiribû, hejmarek baş rewşenbîr û nivîskarên DÊRIKa HEMKO di
şevê de amade bûn , guftûgoyek berfireh li ser mijarê hate kirin, bi
nêrîn û tevlîbûna beşdaran şev xweştir û rengîn tir bû.
Hat xwestin ko mijarên weha bêhtir bên amadekirin û pêşkêşkirin,
çimkî îro em pêniyazî babetên wisa ne, lê divê em giraniyekê bidin
amadekirina van babetan, paşî du helbest ji aliyê CIWAN DÊRIKÎ û
MELEVAN ve hatin xwendin û hêdî-hêdî berê me çû serî û tevna me
encam da , bi hêviya şevin xweştir, bedewtir û rengîntir, mêvanan
xatir ji hev xwestin, di gel soza hevdîtinek dî , bi mijarek dî re
li hev kom bibin û tevneka dî bidin radan.
TEVNA ÇAND Û HUNER _ DÊRIKA HEMKO
|