|
Tengezarê Marînî
1.
Tu..
Li cih ê nemukurhatinê
Hilmek im
Mîna kevir
Di zinarê bêdengiyê de
2.
Şev
Nivist
Berbang
Nehat.
3.
Bêdengî
Derya
Ez
Tu
Û
..
4.
Toz
Deng ê min
Pirs
Bersiv
5.
Şevkirina..
Gewdê
Min
6.
Rastî
Mîna giya
Dixwerehe
7.
Êş û
Bêrîkirin a min
Bendewarê behwermendiyê
Sor rengîn dike
8.
Spêde
Sê pezkovî
pencere
û awirek.
9.
Sîtav
Rev
Kelduman a peyvê
10.
Serpêhatiya nêzîkahiya te
Guman
Şîn
sirûda
Şevlimegeriyanê
Pestê vê xakê.
11.
Tevhev li sinorê bêganetiyê
Ken ji hev veke
Lerza girnijînê
Û hespê xewnê
12.
Ji xwe derkeve
Peyv
Name
Silavên ji dil
Û barek rondik
|