|
Mehmûd Badilî
Mbadili3"hotmail.com
Dilbera min
ji min ne xeyide,
Dema
êş
û
janên
welatê xwe
di keskbûna
çavên te de
dimeyînim .
Dilbera min
ji min ne xeyide,
Dema pesnê te didim
û
ji dêmên welatê xwe
peyvên xwe keşxe dikim
Û
neqşên tara bûkaniyê
Ji berfa
çiyayên
welatê xwe didizim
dê li bejna te girêbidim,
Dîdara te
dixemilînim.
Dilbera min
ji min ne xeyide,
Dema dibim rêweng
û
diçim welatê biyaniyê
bi gelek keçikan re
didim û distînim.
Ji min ne xeyide
ku ez diçim seyranan
dixum û vedixum
weke dînan dilîzim
Û
bi surperiyên sergûnê re
li kêlekên rêyan
li nava kolanan
di hundirê dikanan de
li peravê deryayan
li ser firavînê
bi paşîvan re
li
ser
textê narvînê
LÎBÎDO bikartînim .
ji min ne xeyide,
Ku her tiştî jibîr dikim
Ez xwe ji xwe
hew nas dikim
Tenê
bêhriya
welat dikim
Bêhriya
kulîlkên
bexça dikim
Diguvêşim
axa mişextiyê
bîranînan dilorînim .
Dilbera min
ji min ne xeyide,
Dema pesnê çelengiya te didim
deşt û newalên welatê min
tev gelî û dar û zeviyan
çem û cobar û kaniyan
bandev û çol û çiyan
nîgaşên min direvînin
Bi guhên wana dibihîzim
bi pozê wana hilm dikim
xweşikbûna te dilberê
di azadiya welatê xwe de
bîndikim û dibînim.
Ji min ne xeyide,
Dema jehên xirecirê
li meydanan saz dikim
ji bo serweriyê
xwe dişewitînim
û terafa xwe
bi xwîna gulan
vedijînim.
Dilbera min
ji min ne xeyide,
Neşêm wek dil dixwaze
hestê evîna xwe
tev bişkojên jariya xwe
li ber destê te raxînim
Derd û êşên welat
nahêlin
carekê bi te re rûnim
û
diziyên pîroz
ku eşkere
li bajarên me dibin
ter û hişk nihandin
Bi kêrên talanê
kezeba berbangê
diqelêşin
Qamîşên keskesor
ji kokê ve
dibirrin û diqurmiçînin.
Mixabin lê lê,
ev tiştên dibin
nahêlin
carekê te biramîsim
di himêza arê hezkirina xwe de
te vejînim
û ez di himêza te de
bipelçiqim
sermest bimînim
Belkî em bibin canek
her gavê
vê xewnê dibînim
Dîsa ne xeyide
Ezê toza
vî canê şeyda û jar
li rûçikên welatê xwe
biweşînim
biweşînim
biweşînim.
|