rojava@rojava.net

 
   


ÇIMA?

rojava.net 12.12.2005

 



Ciwan Dêrikî


Nêçîrvan im
Li asoyê nêçîrê dikim
Tîran tavêjim dilê tariyê
Dixwazim kezeba wê
Li birçiyan bela bikim '
Rêwî me
Li bayê siwar im
Rawestgeha min
li ser tavê ye
Tajom bê westan '
Gava peya dibim
Stêrekê diyarî ezmanan dikim
*** ***
Agirperes im
hêviyê didim rût û taziyan
Kuloxê Nemrûd bi tîna xwe
Dipişêvim
hestiyên wî dikim
stûna konê şevederan '
Mirov im
Çavên xwe
Li jîndaran digerînim
Bi cobarên dilê xwe
têhna wan dişkînim '
Dibim ba
Baweşînê li şewitiyan dikim
Dibim ronahî
Bedewiyê didim xwezayê

Evîndaran
Dikenînim
*** *** ***



 


 


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin