rojava@rojava.net

 
   


 

rojava.net 12.12.2005

 



Bi te re ,

Helbest: POL ELYAR
Werger: Anahîta Hemo


Ezê rêka xwe bigrim mîna peyaleke zelal ,
Ez tijî me bi ronahiyek şadîmen
Bi wêjeyên nazenîn ,
Û bi kenên bê sedem ,
Tevlî ciwantirîn ji dîmenên xakê ,


Seyranvan jî ji poş in ,
Û Çûk ji nebûna şîniyê
Keçek zirav û dirêj , zer,
Û tijî heydar e ,
Brzebûn jê nekêm e ,


Neynikek biçûk û kevin
Xewnên min xewnemedike, ravedike ,
Ji dev dilxwaziyên min berdide ,
Lêkdanewa,veneynikkirina, ronaka minaliya min ,
Li ser pêla zêrîn ya rêçên min bê xew dihêle ,
--------------------------


Bê te

Helbest: POL ÊLYAR
Werger: Anahîta Hemo


Roka zeviyan li ser çogan rûdine ,
Roka daristana radize ,
Ezmanê tijî jîndarî winda dibe ,
Û li her cihî ÊVAR,girandibe ,
Çûk ji bilî riyekê ji wan re nine ,
Bi tevaya xwe bê canî ye ,
Di nêvbera hinek şaxên rût de ,
Ber bi dawiya şevê de dire ,
Dawî jî wê şev were ,
Şeva şevên nemirovayetiyê ,
Sarî wê sar be , ,li ser zemînê ,
Li jêr di nêv rez de ,
Şevek bê xew e ,
Bê te bîranînek ji rojê
Dijminek deylan e ,
Amade ye
ji her tiştî re û her kesî re ,
Amede ye,
Mirin ne hesan e û ne jî du car e ,
Ber bi dawiya vê şevê de .




 


 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin