|
|
|
|
|
 HEVGIRTINA
REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ bi dilekî xemgîn
û kovandar, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û dost û
hevalên nivîskarê kurd Mehemed Uzun, ku di roja
11.10.2007 an de , koça dawî kir, dike. Em vê şîniya
dijwar digel malbat û xizm û heval û rewşenbîr û
nivîskarên kurd hevpar dikin û sersaxiyê ji gelê kurd û
malbata Uzun re dixwazin. |
|
|
|
|
|
Kurtejiyana Mehemed Uzun
Mehemed Uzun sala 1953-yê li Swêregê ji diya
xwe bû, xwendina xwe ya heta amadeyiyê li
Swêregê temama kir. Ew di gêncîtiye xwe de
bû welatparêz û şoreşgerê kurd. Piştî
darbeya eskerî ya 12-ê adara 1971-yê ew jî
li Diyarbekir li gel welatperwer û
şoreşgêrên kurd hat zîndan kirin.
Piştî derçûna efuya giştî ya sala 1974-ê
Mehmed Uzun li Komal_Rizgariyê berdewamî da
jiyana xwe. Li Tirkiyeyê ew bû berpirsê
weşanê yê kovara Rizgariyê. Bi jihevcudabûna
Rizgarî û Ala Rizgariyê ew demekê li gel Ala
Rizgariyê meşiya.
Di sala 1977-ê de ew ji welat derket û li
Swêdê bicîh bû. Li Swêdê demekê bi navê
Rizgariya Kurdistan kovarek derxist. Ji sala
1985-ê pê ve dest bi nivîskariya edebî kir û
romana xwe ya pêşîn Tu di 1985-ê de li Swêdê
weşand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman
û xebatÊn edebî yÊn din weşandine. Berhemên
wî bi kurdî ne, Ew hatine wergerandin ser
tirkî, Swêdî, norwejî, almanî, îngilîzî û
hin zimanên din. Temamiya romanên wî ji bal
Muhsin Kizilkaya va hatine wergerandin ser
zimanê tirkî û weşandin.
Mehemed Uzun emdamê Yekîtiya Nivîskarên
Swêdê bû wî demekê di birêvebiriya vê
Yekîtiyê de kar jî kir. Ew endamê Pan Kluba
Swêdê bû, di Pena navnetewey^ide aktîf kar
kir. Ew bû endamê Yekîtîya rojnamevanên
Swêdê û ya Rojnamevanên Cîhanê jî
Ew ji ber romana xwe ya Ronî Weka Evînê Tarî
Weka Mirinê, (Aşk Gibi Aydınlık Ölüm Gibi
Karanlık) û ji ber xebata eseyî ya bi navê
Kulîlkên Hinaran (Nar Çîçeklerî) sala 2001-ê
li Tirkiyeyê hat berdadkirin.
Her wê salê wî xelata Yekîtiya Weşînerên
Tirkiyeyê a Azadiya Ramanî û Raderbirînê
wergirt. Xelata Edebiyatê a Enstîtuya
Berlinê, xelata Qelema Azadîyê a Torgny
Segerstedt û di sala 2002-yê de xelata Stina
Erik Lundeberg a akademiya Swêdê wergirt. Ji
ber xebatên edebî wî sala 2005-ê Xelata
Rêzlêgirtinê a hukumeta Kurdistana federe
girt.
Berhemên wî
- TU (Sen), Roman, 1985;
- Mirina Kalekî Rind (güzel bir Yaşlinin'in
Ölümü), Roman, 1987;
- Siya Evînê (Yitik Bir Aşkın Gölgesinde),
Roman, 1989;
- Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (Evdalê
Zeynikê'nin Günlerinden Bir Gün), Roman,
1991;
- Destpêka Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyatına
Giriş), İnceleme, 1992;
- Hêz û Bedewiya Pênûsê (Kalemin Gücü ve
Görkemi), Denemeler, 1993;
- Mirina Egîdekî (Bir Yiğidin Destanı),
Destan-Ağıt, 1993;
- Världen i Sverige (Tüm Dünya İsveç'te),
Edebiyat Antolojisi, M. Grive ile Birlikte,
1995;
- Antolojiya Edebiyata Kurdî (Kürt Edebiyat
Antolojisi), Antoloji, du cilt, 1995;
- Bîra Qederê (Kader Kuyusu), Roman, 1995;
- Nar Çiçekleri, ese (tecrube- deneme),
1996;
- Ziman û Roman (Dil ve Roman), hevpeyivîn,
1997;
- Bir Dil Yaratmak, Söyleşiler, 1997;
- Dengbêjlerim, Deneme, 1998;
- Ronî Mîna Evînê - Tarî Mîna Mirinê (Aşk
Gibi Aydınlık Ölüm Gibi Karanlık), Roman,
1998;
- Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş
Sözcükler, Deneme, 2002;
- Hawara Dîcleyê/Dicle'nin Sesi I - Hawara
Dîcleyê (Dicle'nin Yakarışı), Roman, 2002;
- Hawara Dîcleyê/Diclenin Sesi II -
Dicle'nin Sürgünleri, Roman, 2003.
- Ruhun Gökkuşağı,Roman,2005
Çavkanî: netkurd
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|
|