Ebdul Selam Darî
Hizrên jinekê
Çavin melûl, destê wê li ber riwan, rondik hêdê hêdî, ji çavan tên
xwar. Xanimê bi girtina mêrê xwe mijûle. Gelek meh di ser girtina
mêrê wê re derbasbûn. Roj bi roj, hêviya wê, bi berdana Rêzan ji
zindanê kêm dibe. Dilê wê ji cihanê sarbûye, cihê şahî û kêfê di
dilê wê de nemaye.
Ji xwe çavên wê ji kil bê par mane. Û cilên nû nema li bejna xwe
dike.
Rojên cejn û şahiyan bi keser û girî derbasdike. Ji xwe dipirse:
gelo em ji hev qutbûn bi carekê?
Heye Ez bimirim berî wî ji zindanê berdin? Heye ew di zindanê de
bemire? Gava pirsa vê dawiyê got, di cih de li xwe vegerand: xwedê
nake, porkurê min çi got? Zimanê min bişke! Ez bi qurbana wî bim.
Min qet qîmetê Rêzanê xwe nas nedikir, gava li mal bû, û min ne
dizanî ku rewşa mala min bû.
Ma pîrek bê mêr ji çi re ye? Çima min yek caran dilê wî dihişt?
Bi vî awayî, her roj, jiyana xwe dijî. Û êvarî dihat bîra wê gava ku
mêrê wê li malê bû, ew şevbuhêrkên xweş, ken, henek, kêf û bi
qerebalixeke pir, şev bi dawî dihat.
Çaxê razanê, xanim diket nav cihan de, lê gelo bi çi awayî wê xew
bête çavan? Dilekî şikestî, keserin kûr dikşîne, û dikeve sawêran:
Gelo Rêzan jî weke mine? Xewa wî jî ta banga sibê nayê?
Gelo heye weke berê Rêzan li ber çavên min here were? Û careke din
bibe qebqeba wî weke kewê nêr?
Bi van mitalan mijûl dibe, û ji nişkave keserek kûr dikşîne. Min
gelekî bêriya te kiriye. Stranên te, dêtina bejna te.
Gava min destê xwe dixist bin serê te de, û me hev himbêzdikir, û me
hingiv ji lêvên hev vedixwar.
Xwezê bi wê dema tu vegere, û em weke berê rojên xwe, bi kêf û şahî
derbaskin.
Rêzanê min! min di pê girtina te hindek tiştên nû naskirin.
Ya giring ewe, jiyana bê evîn pûÇe û bi taybetî evîna jin û mêr.
Tu dizanî evîna yekem di cîhanê de ew bû ku bavê me Adem ji bo
evîndara xwe Hewa ji buhuştê derket Û dev ji dilbera xwe berneda,
vêce ez soz didim ku ez bi dilekî tijî evîn bijîm. Û weha, renge,
evîna mirovatiyê, evîna welêt.
Bizane mirovê evîn di dilê wî de peyda nebe ne hêjaye bijî.
24.01.2005
Ebdul Selam Darî
-zindana Edra. Şam-
Daxir
Ebul. Selam Darî
Gundê me, deh diwazde malbûn, û bi gund tevî, kûçikek bi tenê hebû.
Navê wî jî daxirbû.
Bê guman, gundê ku kûçikekî wî bi tenê hebe, ewê delalî be. Eger
biçwa ser kîjan tenurê, pîrekan nan didanê.
Mirov ya xwedê bêje, ewî jî kêmanî ne dixist karê xwe de,û kûçkatiya
xwe, bi awayekî durist pêktanî. Hema bi şev pê de, natoriya gund
dikir, û kewtikewta wî ji guhê me ne diket, û eger yekî xerîb,
dageriyaba gund, peydiket, û ew şerpeze dikir. Yan tirembêlek di
gund re derbas bûba, pêre bazdida, ta dikarîbû. Û gelek caran
siwarên biskilêtan li erdê dixistin.
Bi rastî, kêfa gundiyan gelekî ji Daxir re dihat, ji ber ku bi tenê
bû. Tu dizane "her tiştekî ku kêmbe, bê guman, buhaye". Ev ji hêlekê
ve, ji hêleke dî ve, da gundê derdorê me, ji gundê me re nebêjin: "gundê
bê kûçik" ez bawerim, ev jî kêmaniyeke. Tenêtiya Daxir, ji hêlekê ve
ji xêra wî bû, lê ji hêleke dî ve, gelek zehmetî dikêşan.
Hema di dema gon de, rebeno radibû xwe digihande gundekî nêzîk, boyî
xwe bigihêne yeke mê. Xwe qilûzdikir, û ta digihişt ya mê, bi dehê
gezan, ji kûçikên nêr dixwarin. Vedigeriya gund, ku di xwînê de maye.
Ma wê çi bike? Ji neçariye!
Û gava ku berate, li gund çêdibûn, gelek kûçik dihatin, û li dora
beratê kom dibûn. Belengazo! Ji beratê gundê xwe jî bê par dima.
Qey xwedê wilo kiriye, para vî bextreşî, di tiştekî xweş de nine!
Dilê min gelek bi Daxir dişewitî, lê ma ez dikarim çi bikim?
Tu dizanî, çiqa cira kûçikan, ne xweşe
Bi salan, Daxir bi vî awayî, jiyana xwe berdewam dikir, ta roja
daweta kurê Heciyê me, di wê dawetê de, gelek fîşek hatin berdan, ji
tirsa fîşekan Daxir bi çolê ket, bazda, û ji wê rojê de ew teba
windabû.
Piştî çûna Daxir, gund êvara bêdeng dibû. Di vir de, gundiya soz dan
ku li Daxirê xwe bigerin.
Çend rojekî pirsyaneke xurt lê kirin, û Axê gund jî ciwanmêr
tiligrafek di riya leşkeran re rêkir. Lê qey qedera gundê me bû navê
wî bibe "gundê bê kûçik".
26.01.2005
Ebul. Selam Darî
-zindana Edra. Şam-