rojava@rojava.net

 
 
Kurdi

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrechte

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî


 

 

KEVIRO

                                                                                                   rojava.net 12.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji bo helbestvan Nezîr Melle

 
 

Hoşeng Osê

 

Keviro...ha keviro

De bihele, û ha bihele.

Di êvara cejnê de, di gel bejna pak rewanan, bihele.

Di keldûmana xwînê de, di gel çûkên payizê wenda bibe û bihele.

Di nava dudiliya çiyê û gumanên wî bi bilind bûna wî de, bihele.

Di mê bûna agirê evînê de, di gel avê dîlan bike û bihele.

Di kenê şevê de bihele.

Di zîva hîvê de, di demsalên mirinê de, di şoreşa xwenekê li himberî artêşeke ji xwenan de bihele û ha bihele.

Ew ewrê di qorziya havînê de asê maye, pêjna birîna min e.

Ew keştiya ku aso wê ji xwe re kir e helbesteke xwînî, ew pêjna evîna min e.

Qey nayê bîra te, dema min te davêt û te min davêt, û ba me davêt himbêza nervîneke har?!!

Qey nema tê bîra te bê çawa peyvên min û te xwenan li hev par dikirin?!!

Qey nema tê bîra te zivistana par, berî oxra dawî, bê tu çawa di nav nivînên min de razayî ?!!

Qey nema tê bîra te, qey !!?

 

 

*     *     *

 

Keviro... bihele û ha bihele.

Bi helandina sawêrên çiyayên qeşê re, di nava sawêrên tînê de bihele.

Bi dîlokên axê li kuştina firişteyekê bi fermana xwedê, çima bibû evîndarê keçeke ji cinan, re bihele.

Bi giryê tirî û knê genim re bihele.

Bi govenda bihna qehwê bi bihna şewtandina tûtinê re bihele.

Bi qêrîna xwîna firindeyan li bin kêrê, re bihele.

Bi razana xwenan re, bi şiyar bûna Xwedê re, bi mirina şevê re, bi şeva mirinê re, bi vednga birûskên gunehan re, di gel bihna çayê, bihele û ha bihele.

Ew ewrê di qorziya havînê de asê maye, rimekê li sînga zivistanê xistiye û yek li pişta wê, û ji nava penc û qiloçên pasevanên kişwea zivistanê reviyaye.

Dibêjin ew ewr pêjna xemên dara hejîrê ye.

Dibêjin : ew refeke ji helbestên orispiyên buhuştê ye.

Û hinek din dibêjin : ew kefa kutana gunehkaran di dojehê de ye.

De ka tu çi li ser wî ewrî dinêjî ? ewr e yan na ?!!.

 

*     *     *

 

Keviro...ha keviro...

De bihele û ha bihele.

Ji kerba dilê avê li ser kuştina Adarê bi tapanên Tebaxê, re bihele.

Ji xemgîniya Amûda Bavê Mihemed re, li koç kirina zeviyên pênûsên wê, ber bi kolanên biyaniyê ve, bihele.

Ji drdê giyayê êvara bingor kirina pezkoviyê ku diwazdeh pûk lê civiyan, ta karîbûn wî biqurtînin, re bihele.

Ji axîna bayê bêrî kirinê re, ji soza stêrkan bi şevê re, ji sûnda tozê bi kor kirina çavên felekê re, ji lemelema çemên sawêrên gul û çûkan re, ji qolincên helbesta li ber zayînê re, ji dara tûyê re, ji şitila pûnga li nav xewna te ya kevrî şên hatiye re, ji kaniya ku ji siya rêwêtiya te der hatê re, ji tinbûra Serhed û ji dengê Şeyda re, bihele û ha bihele.

Ew werê di qorziya havînê de asê maye, ji te dibêje :

Keviro .. biyaniyo..

kevir lê keto..

kevir pê keto.. tu li kolanên Brlînê li çi digerî ?!!.

li kê digerî ?!!

Di navera xewnên xwe yên Amûdkî û Berlînkî de, tu çi dikutî ?!!.

Hema ez dibîn im tu dikutî...!!

Danê meyirê dikutî.

Zeytûnên turşiyê dikutî.

Gîsinê xwe yê ko û zingarî di şûv û qelaçên stewr û bê dûnde dikutî.

Rima têkçna xwe di paytexta xwê de dikutî.

Sungên konê poşmaniya xwe di gerdena biyaniyê de, di sînga Brlînê de, di newqa rewrewkê de, di ran û memikên xwexapandinê de, di avika tewş de, di nasname û peyvên sexte de, di tirsa ji vegerê û vegera ji tirsê de, dikutî.

De bikute û ha bikute... bikute.. bikute.. bikute, heya xwê biqîre, û pişta Berlînê bişkê, û pişta Amûdê bê.

 

*     *     *

 

Wa keviro...

De bihele û ha bihele.

Li ser kavilên min, di gel sirûdên tozê bihele.

Li ser nameyên lêborînê yên buhuştê ji dijehê re bihele.

Li ser xopana gundên bê mirov, mirovên bê nav, navên bê wate, weteyên bê peyv, peyvên bê tîp, tîpên bê deng, dengên bê dirv, dirvên bê mirov, mirovên bê gund, bihele.

Li desmalên jinên ku dikevin kirasan, bihele.

Li ser demsalên ku ji derdên te, kirasên xwe yên kevrî diçrînin, bihele.

De ka vegere salên par û pêrar ku ji xwîna min bar kirin...

here salên ku xwe amade dikin, da bibin mêvanên xwîna min, û li ser xwenên xwe yên beravêtî, biponije û bihele.

Ew ewrê ku di qorziya havînê de asê maye, ji te û ji kenê "keça dimsê" xeyidiye.

Ken û pevên keça dimsê, dilê mirinê dibjîne jiyanê, û îdî, dilê te dibjîne mirinê.

Pêjna keça dimsê bi demûşe, nahêle birînên te qeşş bigr in.

Te ji xwe re digot: çavên keça dimsê, hêlana dilê min e.

Porê wê, konên pryvên min yên qereçî ne.

Te ji xwe re digot...?!!!

Û ew ewrê di qorziya hagînê de asê bûye ji te re dibêje:

Tu heyî û tunyî...!!

Hebûna te derewe. Mirina te derewe.

Jiyana te çemeke ji kene, û dawiya te, bajareke ji giriye.

Tu bixwazî nexwazî, tê bihelî.

Çiqasî tu bihelî, hewasî tu ji gunehên xwe pak û paqij dibî.

Çiqasî tu bihelî, hewqasî tu li xwe vedgerî.

Çiqasî tu bihelî, hewqasî tê bijî weke ba.

Çiqasî tu bihelî, hewqasî tu ne li Berlînê yî.

Keviro... kê ji te re gotiye tu li Berlînê yî..?!

Birastî, ma tu li Berlînê yî... !!!?      

 

   Şam _ 1/9/2005

 

 

 


 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Zingilê Evîn û Birînê
 
Siwarê Tîpên Bêcir
 
Mikirhatinên Dereng
 
Dîsa Kenê Çavên Te
 
Nameyek Lezgînî Ji Do re
 

Serxweşiya Dînbûnê

 

Şivanê Xewnan
 

Çar Gul Û Bendewariyek
 
 Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)
 
Du Stêrk Û Gîtarek
 
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî
 
KEVIRO
 
Çend Kurtehelbest
 
Hinek Kurtehelbest