HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


Ronya 1-2

                                                                                                   rojava.net 12.09.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Eziz Xemcivîn

 

 

 

Ronya 1

 

 

Di hembêzê de mêvan e..

paja dilan

çi bayê hênik dide..

her xwestek stewiya

bê heyvan

kêlîkên hêmin

di dengdariyê de

meyan…!!

 

Kenê şermîn

rêl û dehl bû

nêçîrvan

pêxwas li dûv beziya..

tiqtiqek

li ser leylanê firiya,

û yek li dêmên xilîndor* lûsiya..!!

 

Çend sal e

evînê wisan

di hêlan û hejhejokê de

tu hest û mebest î..

çemên helbestê

ji kaniya evîna te diherike..

çi ewrê giran

li ber tavika te diferike..!!1

 

Dem bi te re buha ye

ta bi nerînê

di garana hêzê de

ga ye..

şev

li dûv hezar şevê

Şehreyar

li ber çi bahozê

hîn jî ne liviya ye..

 

10/9/2005

 

Xilîndor: sitrî ye, mîna gula berberojkê ye,

lê ji dêvla pelên zer strî li dor kilorê ne…

 

 

 

 

 

Ronya 2

 

 

Xwezî em wek navê te bengîn ba na,

wek dilê te em jiyandan ba na..

Ronya: ko berê me li dûriya xwekujînê ye..

nayê wateya ko em têkevin dûriya dil…!!

Dûriya salan,

perçiqandina gulên şevînan e..

li ber me bûn

bi bîn û reng

di destê me de bû

evîna şox û şeng…

çima ez çûm;

çima tu çûyî

gelo çima em bi her du çûn..??

 

Dilo dîsan dil nêzîk in..

dûr naçin…

bawer bike nêzîk in…

 

Ew şev tev li kêmbûna demjimêrên wê jî

ta niha em ji bandora wê derneketime..

bela tu dilşad bî

her şev

dil dibin tayên

lavlavkan

li ber sinorên xewnan

li hev

piyar dibin

 

 

 

12/9/2005

 

Piyar: mehder, dilovanî 

 


 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE