HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 

Ferhengiyar Muhemedê Cemîlê Seyda
û xelata 43 salan bo kurdayetiyê, bi guhekî 

                                                                                                   rojava.net 12.08.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 



Kerem Yûsiv

 

mîna her miletekî ji me tê xwestin ku em zaniyarên xwe ji bîr nekin û cihê wan di nav milet de bidin wan, çimkî dema em cih didin wan em di pêşerojê de cih didin xwe. Jibîrkirina me ji wan re anuha kuştineke bisaxîtî ji wêje û dîroka me re ye. Lewra em ji berhemên wan re, di çûn û hatina wan de û ta di mirina wan de dimînin mîna siyekê.
Dîsa navdarek , Ferhengiyarekî me bêdeng diçe û ne mîna çûna sekretêr an endamê partiyekê … tevî malbata wî kêmtir ji 50 kesî di dûv darbesta wî de bûn. Belê em bi belengazê sityasetê û diravan re wiha ne, lê ne bi dewlemendan re. Ez Seydayê Ferhengiyar Muhemedê Cemîlê Seyda di siyasetê de ne nezan dibînim, lê belengaz û dûr ji kursiyan.
Belê ew belengaz çû , bi guhekî çû. Ferhengiyar bû û dest ji gelek berhemên tozgirtî di pirtûkxaneya xwe de qeriya. Wiha çû bêyî ku tu kanal hevpeyvînekê bi wî re bike , bêyî ku tu kes guh bide wî.
Belê ê ku leşkerek di şoreşa Şêx Seîd de ew bi xwe bû ..
Lê di nasnameya wî de, zingezinga guleyan û jimara qamiçiyan nehate tomarkirin..
Wek ji min re hate gotin; Carekê seyda xwest, ji belenaziyê pirtûkên xwe bifroşe, lê bi behaneya firotina pirtûkên kurdî hate zindankirin. Seyda, di zindanan de gelek ji temenê xwe derbas kir û wek tê gotin carekê ji lêdana zêde perdeya guhê wî qul bû û nema pê deng kir. wiha 43 sal ji temenê xwe bi guhekî bûrand.
Mirina Seyda meydaneke ji pirsan vedike; gelo emê bo kesên mîna wî çi bikin? Ji berhemên wî re çi bikin ? gelo avakirina pûtekî bo wan dê çi bike ? Û ev hemû dê jê re çi bikin? dêmekî ew çû bêyî ku em tu tiştî jê re bikin ..Û gelo nanek di saxîtiya wî de dê mîna pûtekî be? Û ewê çi bike ji pûtekî ku bandora wî nanê ku nexwar tê de hebe?.
Belê ev vexwendeke vekirî ye bo me -em kurd - ku em kesên wiha ji xelatan qut nekin , berhemên wan çap bikin û ta em li wan bigerin û di mesela aborî de em wan ji bîr nekin û…………….
Û berî ku ez vê vexwendinê ji tu kesî re rê bikim, ezê bi xwe bixwînim û ezê gazinan ji xwe bikim ku ez bi cenazeta wî re derneketim. Kêm caran ez diçûm mala wî û min çend hevpeyvîn bi wî re kirine..





 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE