|
Êvarekê, hîn hingûr ji ser
pişta çiyan peya nebûbû, Royar, diya xwe, ez,
êvar û çiya, weha birin pirsyarkirinê:
-Babiko… çima çiya bilind in?
Bê guman, di wê kêlîka ji pêjna çiyan de,
bersiveke amade, ku bikaribe têra pirsa wî, ya
bi qasî çiyan bilind, bike, li bîra min, nebû.
Min jî xwe siparte jixweberiya zaroktiyê û di
navbera belkî û belkî de, hema wisa, min xwe di
bersivê, wer kir:
-Belkî… ji ber ku çiya ji asmanan, ji ewran, ji
balindeyan ku bilind, difirin, û ji berfê û bûka
wê, hez dikin, lewma ew bilind in…
-(Dibeşişe) Ooooha çiya çiqasî bilind in. Serê
wan li asmanan dikevin… Ew bi qasî Xwedê dûr in…
çiqasî ew dikarin Xwedê bibînin, bangî wî bikin
û pê re bilîzin…
-Erê, çiya jî dûr in. Û asmanê dûr, di serê wan
de, mîna kumekî şîn û mezin, xwiya dike…(û ez jî,
pê re, beşişîm)
Babiko, lê çima wexta ku em bi balafirê di ser
ewran re, difiriyan, me Xwedê li wir nedît…min
çiqasî dixwest ku ez wî bibînim…ma Xwedê razayî
bû, yan jî çi?
-Na balafir nagihin Xwedê, ji ber ku ew pirr dûr
e. Xwedê dûûûr î dûr e.
-ma ne Xwedê gelllekî mezin e?
-Rast e, ew pirr pirr, mezin e. Ew li her derê
ye û bi qasî her derê jî, mezin e.
-Lê çima em nikarin wî, bibîn in?
-Ji ber ku ew, pirr dûr e. Tiştên dûr nayên
dîtin.
-Û çima ew me dibîne, lê qet, em wî nabîn in?
Pirs, weha, mezintir bû û bi xwe re, bê guman,
bêdengiya min jî, mezin kir.
Ev pirsa Xwedê ye, ku mezin e.
Ev mezin Xwedê ye, ku pirs e.
Ew pirsa ezelê ye, ku Xwedê ye.
Ew „ezel“ Xwedê ye, ku pirs e.
Belkî ji ber wê ye, ku Xwedê, wek pirseke mezin,
tim tê xwestinê, lewma bersivek, nîvbersivek,
yan jî hindek bersiv, ji wê pirsê re, ku Xwedê
bixwe, tê de ye, dihate xwestinê. Bi wê pêwanê,
min jî weha, lê vegerand û diyalog berdewam kir:
-Xwedê mezin e…erê, ew wisa mezin, li asmanên
dûr, hatiye naskirinê: çavên wî ji yên me, pirr
mezintir û jîrtir in…ji ber ku ew Xwedê ye…ji
ber ku ew gereke mezin be…
Ew dûr e, çavên wî jî, ji yên me, dûrtir dibînin.
Lewma ew me dibîne, lê em nikarin wî bibînin.
Mezin tev wisa ne, û çavên wan jî.
Belkî ji ber ku Xwedê, pirr dûr e, ew wisa,
bilind û mezin bûye. Ew wisa, dûr, çûye asmanên
mezin û bilind.
Dibe ku ew wisa, pirr dûr çûye, ji bo ku em pirr,
lê bigerin…ji bo ku em pirr, jê hez bikin û pirr,
bêriya wî bikin.
Asman, heyv, stêrk û ewr, tev, dûr in, lewma
mirov pirr bêriya wan dike, mirov pirr hewl dide,
ku li wan bigere û pirr, bi wan re, biaxife û
bilîze…belkî jî, ji ber ku berf û baran ji dûr
tên; ji dûûûr, ku Xwedê ye, lewma em ji hatina
wan hez dikin, û ku zû nayên û dereng jî dimînin,
em bêriya wan dikin…
-Min pirr bêriya berfê kiriye…kengî berf e?
Royar pirs kir.
- wexta ku berf were, hingî berf e. Mehyar got.
Em tev keniyan, lê diyalog her berdewam ma.
-Lê babiko, çima em û berf, em û baran û em û
çiyan, hev dibînin, ma ew jî ne dûr in?
-Belê, ew jî, dûr in. Lê Xwedê ji berfê, ji
baranê û ji çiyan dûrtir û bilindtir e. Xwedê li
asman e, lê çiya li erdê ne.
Asman mala Xwedê, ya herî dûr e. Ew ji wir peya
nabe.
Lê berf û baran peya dibin. Ew peya dibin, her
ku em bêriya wan dikin. Asman bilind in, lê erd
nizim e…
Belkî, ji ber ku Xwedê, pirr bilind e, çiya jî,
wisa, xwe bilind dikin û wisa, ji bilinbûnê hez
dikin…belkî…
-Û heyv û stêrk…çima em û ew, hev dibînin…ma ne
ew jî, li mala Xwedê ne?
-Xwedê û mala wî, ji heyvê û stêrkan jî dûrtir
e…
-Ooooha Mehyar, Xwedê çiqasî dûr e…
Mehyar mîna ku li ciyekî din, ji bo nîgarkirina
Xwedê, bigere, weha bi guman, Xwedayê xwe, yê ji
ewran û di ewran de, anî ziman û got:
-Min digot belkî ewr Xwedê ne...
-Na na, Mehyar, babiko got: Xwedê gelllekî
gelllekî dûr e, ew ji ewran, ji heyvê, ji
stêrkan ji çiyan û ji berfê û ji baranê jî,
dûrtir e.
Ooooah Xwedê çiqasî dûr e...te jî dixwest wilo
dûr ba ye...tu jî wek Xwedê ji dûr hez dikî,
Mehyar?
-Erê, lê li wir, kuderê Xwedê ye, kuderê dûr e,
„Eis“, „Nutella“, „Keloks“, „Power Rangers“ û
„Kinder Joy“ hene?
-Belkî hebin…li cem Xwedê her tişt dikare hebê.
Ew dikare her tiştî çê bike...lê „ Power Rangers“
tenê lîstik in Mehyar, ew ne ji dilî ne.
-Mama, Xwedê bi qasî çend çiyan dûr e?
Em çend çiyan deynin ser hev, deynin deynin
deynin…gellllllek çiyan deynin, paşê em ê
bikaribin Xwedê bibînin? Mehyar pirs kir.
-Çend çiyan ez nizanim, belkî çiya bigihin Xwedê,
yan jî negihin, lê dibêjin Xwedê pirr dûr e.
-Ooooha Xwedê çiqas dûr e, Mehyar.
-Erê…lê min digot belkî ewr Xwedê ne.
Mehyar gumana xwe, careke din, weha, dubare kir,
û hindekî, xwe ji diyalogê vekişand.
-Mamako, Xwedê dikare bimire? Royar pirsa xwe,
careke din, weha, nû kir.
Min û diya wî li hev nerî, paşê wê got:
-Na Xwedê nikare bimire...ew tim bi mirovan re
ye, ew li her derê ye.
-Û çiya, ma ew jî nikarin bimirin?
-Na ew jî naxwazin bimirin.
-Lê ez jî ji berfê, ji baranê û ji bûkên wan,
hez dikim.
Ez jî dixwazim wekî Xwedê û çiyan nemirim, ez
dixwazim çavên min jî, dûûûr… gelllekî dûr,
bibînin.
Ma ne çiya jî, berê, zarok çê bûn, û paşê ew,
wilo gelekî gelekî, mezin mezin bûn… ez dixwazim
bibim çiya?
Ooooha çiya çiqasî dûr in. Royar got.
Li vir Mehyar, careke din, xwe avêt nav
xeberdanê û got:
-Lê baba, ez jî, ji ewran hez dikim, min digot
belkî ew Xwedê ne…ew li ser serê çiyê ne… çiya
gelllekî dûr in…gelekî gelekî.
Ez jî dixwazim bibim çiya
bibim gellllek çiya,
erê bab…,
ez jî dixwazim bibim çiya…
|