H  E  V  G  I  R  T  I  N  A

REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE


اتحاد المثقفين الكورد-غربي كوردستان في الخارج
rojava@rojava.net
 

 
 

Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

 

 
 
 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


 
 


SEROKÊ KURDISTANÊ LI TEVAYA XELKÊ KURDISTANÊ PÎROZ BE!

 

 rojava.net 12.06.2005
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 



FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 12.06.2005

Di dawiya dawîn de parlamena Kurdistanê di pê hilbijartinên ku di 31.01.2005an de pêk hatibûn, di 04.06.2005an de civiya, serokê parlamenê hate hilbijartin, di pê re jî yasaya serokê Kurdistanê di parlamenê re derbas bû û îro (12.06.2005) serokê Kurdistanê kek Mesût Barzanî hate hilbijartin.

Tevaya xelkê Kurdistanê li hêviya vê rojê bû, ku li başûrê Kurdistanê bi taybetî partiyên sereke PDK, YNK û hemû partiyên Kurd di xala neteweyî de bibin yek, hukumeteke hevbeş ava bibe û serokê Kurdistanê bê hilbijartin, ku hemû Kurdan temsîl bike. Her çiqas dereng jî ma be, dîsa mirov di kûdera zerarê de bizivire kar e.

SAZÛMANA SEROKATIYA KURDISTANÊ

Sazûman, an jî dezgeha serokatiya Kurdistanê ji aliyê parlamena Kurdistanê ve hatiye hilbijartin, loma êdî him li Kurdistanê û him jî di qada navneteweyî de sazûmaneke hiqûkî ye. Serokê Kurdistanê dê di çarçova neteweyî de tev bigere û berjewendiyên Kurdistanê biparêze, loma ew serokê me hemû Kurdan e.

TIKA, RICA
Kurdistana Azad van salên dawî di pir mijaran de îspat kir, ku ew li Rojhilata Navîn ji hemû dewletên herêmê bi huqûk, demokrat û pêşdetir in. Ji bo ku tikes nikaribe serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê mam Celal Talabanî di pirsgirêka serokatiya partiyên wan de, wan rexne bike, ku ew ne bêlayan in, divêt herdu jî dest ji serokatiyên partiyên xwe berdin û rê ji hevalên xwe yên jêhatî re, ku dikarin ji partiyên wan re lîderiyê bikin vebikin. Herwiha divêt pirensîp be, ku kek Mesûd û man Celal ne wek endamên partiyên xwe jî bimînin. Çimkî di demokrasiyê de serokên dewlet û hukumetan endamên ti partî û rêxistinan nînin. Mantiqê serokê partî û serokê dewletê mantiqê dewletên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî mentalîta erebên şovenîst û kevneperest e. Loma tika, rica ji herdu payebilindên Kurd dikim, ku ji partiyên xwe îstîfa bikin, da ku li Rojhilata Navîn bibin mînak ku mentalîteke nû ya medeniyet û şaristaniyê dest pê bike.

JI SERXWEBÛNÊ RE DU GAV MAN
Gava yekem ew e, ku federasyona Iraqê di destûra daîmî de bêye pejirandin û raya giştî jî jêre bêje erê. Gava duyem jî, eger Kurd û Ereb di demên pêş de bi hev nekin, îlana serxwebûna Kurdistanê ye.

Bijî Kurdistan


 


            
                                                                                    

 
 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

 
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE