11/6/2005
Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê
Komîta şopandin û sazînkirinê di 4epêla pêşeroj a kurdî li sûriyê
civîneke awarte li darxist, bi armanca nêrxandina xwepêşendana dawî
a ku bi daxwaza komîteke vepirsîn di kuştina nemir Xeznewî de,
hatibû meşandin. Helbet em dibêjin ku ji mafê gelê kurd e ku doza
mafên xwe yê netewî û demoqrat berdewam bike, bi şeweyên praktîk û
aştîxwaz, li himbir rêjîmeke xweser û mandeliyê li mafê me dike, ji
xwe gelek xwepêşendan hatin kirin bê ku tu tevhevî û xerabî bête
holê, çimkî her gelê me bi awayekî sivîl dixwaze xebata wî bidûmîne.
Wisa yê ku xwepêşendanê sivîl, ber bi zordariyê ve dikşîne, ew
rêjîme,
yê ku bilî zimanê zordarî û tunderestiyê di ferhenga wî
xweseriyê ve tuneye, lewma berê xwe dide gulebarandinê û lêdan û
xerabiyê û ev tev ji bo nûkirina çanda tirsê a ku serhildana avdarê
ew şikand, lê vê carê rêjîm şêweya talankirin û diziya kargêrên
kurdan anî meydanê, weke rengeke ji paşroja xwe ji nûve hate
afrandin, helbet amadebûneke ji dezgehên rêjîmê jê re hebû, bi
alîkariya endamên civîna gundê Cirmiz a ku di bin siya hin
sixtekarên wan dezgehan hatbû çêkirin, ji xwe daxuyaniya wan ne tenê
tevdan dijî kurdan dixwst, lê belê dijî gelê sûriyê bi tevayî bû,
nemaze dijî çi kesê ku parastina sûriyê û pêşketineke demoqrat jê re
dixwaze, lewma jî êrîşî civîna Dêra zorê dikin.
Em şermezariya civîna cirmizê dikin û dibêjin ku ew nûnerê xwe ne,
tenê li berjewendiyên xwe digerin, heta ku li ser tirmê hemwelatiyên
sûriyê bi tevayî be, wisa jî em bawerin ku hevjîna me û gelê ereb wê
bi aştî û hevpariya welatekî wê berdewam be, nemaze ku ew jî wekî me
birçîbûn û zordariyê dikşînin, ango em û wan hevdû di welatekî
hevpar temam dikin û her wê sixtekar nikaribin pêvajoya xebata me
bugherin û wê her berê me dijî rêjîmê be, çimkî nakokiya me bi wê re
ye û her emê doza mafên xwe bi rengekî sivîl û aştane bikin û di vî
warî de em bawerin ku yekîtiya netewên sûriyê di wekheviya wan e, ne
di talankirina arziya hemwelatiya ye.
Em di şepêla pêşeroj a kurdî li sûriyê, esehiyê li ser taybetiya xwe
a netewî dikin, wisa jî em xebatê dikin ku wê di çarçova
hemwelatiyeke sûrî de bi cî bikin, di dewleteke maf û yasa navnîşana
wê be.Û di vî warî de diyare ku rêjîm ne di ware tu guhertinê di
civatê de bike, tenê xwe ji nûve diafirîne û partiya pe'es dijî
civatê bi kar tîne.
Ji layekî dî ve, rêzkiritina çêbû di helwesta sêyasî kurdî de, wê
xuristiyeke civakî ba, gava di çarçova pirnerîn û raya sêyasî ba,
gava dûrî tengnerîn û mejiyê partîtiyê ba, gava berê xebata netewî
kurdî neguherîba ? ji xwe di daxuyaniya me a berî vê, haydariyke
hebû ji sêyaseta rêjîmê ku li kurdkirina nakokiyê digere, nuha jî em
dibêjin ku em xwedanê dozeke netewî ne û ji mafê me ye ku şêweya
hawsing bi kar bînin, wisa jî em hêvîdarin ji gelê xwe bêtir haydar
bin ji leystikên ku di xwazin li ser encaman tenê bisekinin û
helwest li kora wê bidin. Û pê re jî sedemên wan encaman veşêrin,
lewma em dibêjin divêt ku her aştî nîşana xebata me be û her jî
daxwazên me sêyasî û mejiyê bin û guzîdanê bi baweriyên netewî be ya
ku sûriyê ji hemû hemwelatiyên xwe re dibîne û divêt bi hevre
pêşeroja wê a demoqrat ava bikin.