|
YOBÎLA ALMASÎ
Di
75 saliya Kovara (HAWAR)ê
de
Konê Reş
(( Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa
kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav,
bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd
dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko,
ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji
diayê pêve tiştek nayê. Belê tu kes vê xeberê
mebêje, her kes bi tiştekî, bi awakî dikare bê
hawara Hawarê…))
Mîr
Celadet Alî Bedirxan:
(Hawar, hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn,15 ê gulana
1932)
Bi hatina 15 ê heyva gulanê, sala îsal 2007,
kovara Hawarê dikeve Yobîla Almasî de. Ango 75
sal di ser derçûna (HAWAR)ê re derbas
dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan
de, bi tîpên latînî hatiye weşandin û ji hingê
ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser..
HAWAR,
kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman,
ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke
nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê
Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza
pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
((Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e,
xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê
vedike...Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê
me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta
heyînê a pêşîn e...Hawar jû(ji iro û) pêve bi
her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê
mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe
siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re
hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em
jî
di
warê
zanîn, huner û sinetê de dê bixebitin.))
Wek ku hûn tev dizanin xwedî
û
berpirsiyarê kovara HAWARê
Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek
ku li ser hatiye nivîsandin:
Çapxana Tereqî 1932 Şam / Taxa Kurdan.
Hawar
bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî.
Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bûn.
Beşê fransî 2-4 rûpel bûn. Beşê kurdî ji hejmara
1- 23 an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî
û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê
bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr
Celadet Bedirxan hejmara pêşîn ji Hawarê belav
kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî,
tirkî, faris, û fransî diyar û eşkere kir: Bi
derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan
xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm
û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya
wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de bi cî û
war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û
rewşenbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr
digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe
dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û
nivîsandina bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî
hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara
Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê
kurdî latînî bûn..
Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe
Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan
dineqişandine, û bi gelek navan, bi tenê
Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşîn de bi wan
re beşdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye.
Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye
nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan
de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Başûr Hawar piroz
kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê
Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji
hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên
van kesan hatiye xemilandin wek:: Cegerxwîn,
Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî,
Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî
Cemîl Paşa..Hwd Hem jî ji Kurdistana Başûr van
nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de
nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq
Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq
Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd ..hwd. Her wiha
rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî
xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî
bû...Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û
birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî
beşî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew
beş dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R.
Lescot.
Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê,
ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê
daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û
ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev
nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û
paşê jî hatîye rawestandin.
57
hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932
an û sala 1943 an de, hatine weşandin.
Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di
sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye
rawestandin. Di gotara bi navê (sê tarîxên
Hawarê) de, hejmara 27sala1941, mîr Celadet wiha
dibêje:
Tarîxa pêşîn, 15 gulana 1932an, di vê
tarîxê de, gazî û hawara kurdanji dil û devê wan
ketine nav rêz û û xêzikên çend rûpelan û
kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar,
hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..Temenê
Hawarê yê aktiv sê sale, lê ji ber rewşa abûrî ,
ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre
dirêj kiriye.
Hejmara pêşîn (1) ji vê kovara bedew di
15 ê gulana 1932an de hatiye weşandin,
hejmara dawîn ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943
an de hatiye weşandin
Hawar, ji hejmara 1- 23, di roja 25
tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye weşandin,
hejmara 24 an di roja 24 ê nîsana 1934 an
de derketiye, hejmara 27an
di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weşandin,
ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê
tebaxa 1943 an de hatiye weşandin û êdî nema
Hawarê ronahî ditiye.
Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku Mîr
Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala
1942 an de, bi navê (Ronahî) li Şamê çap
û belav kirîye, an ku ji berî 65 salan ve. Ew
jî xurû bi kurdiya latînî bû. 28 hejmar
ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara
pêşîn ( 1 ) di yekê nîsana 1942 an de
hatiye weşandin, hejmara dawîn ( 28 ), di
meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin,
û êdî Ronahî jî, wek xwişka xwe Hawarê hatiye
rawestandin.
Ku
mirov bi kurahî, di wan salên dawîn de, li rewşa
mîr Celadet mêze bike û gotara wî a bi navê:(
Emelyata ko di koxikê de hate çêkirin)
bixwîne, ev gotarê ku di Ronahî de, hejmara 25
an, sala 1944 an belav bûye, hingê wê xweş jêre
diyar bibe bê Mîr di çi rewşek xerab de derbas
dibû, dema dibêje: Niho ez didim aqilê xwe
û dibînim;... ez bûme serserîkî dinyayê, bê mal
û menal û war..
Dibêjin ku ev kovar wek zêdeya kovara
(Hawar)ê bû.
Bi
vê helkeftinê dixwazim li ser kovarên ku bi
kurdî têne weşandin rawestim. Bi rastî, em
kurdên Binxetê û Libnaê, ta roja îro, em
negîhane ku em kovarekê an rojnameyekê wek HAWAR
û ROJANÛ, zengîn bi naverok û bi berdewamî
derxînin. Tevî ku va di ser / 75 / sal di ser
derçûna Hawarê re derbas dibe.. Di heyamê
Hawarê de, û tevî ku mîr Celadet bi tena xwe
Hawar derdixist, kovara wî di Şamê de, ji
çêtirîn kovar di nav kovarên Erebî û Farisî de
di hat hejmartin . . . ...
Mixabin û sed mixabin, bav û kalên me Hawar ne
xwendin ku em ji wan fêrbibin, şagirtiên mîr jî
alîkarî pêre nekirin û di pey re li ser şopa wî
nelivîyan.. Her yekî ji wan xwe li alîyekî qirt,
ji Cegerxwin bigire ta bi Dr Nûredîn Zaza, Osman
sebrî, Qedrî Can û weha...Vê yekê hişt ku
rojnamegerîya kurdên Binxetê li paş bimîne, tevî
navên pir, ji kovar û rojnameyan, nexasim navên
ku, ji sala 1991 ê û bivirde derketine, lê
naverok û derketina her hejmarekî piştî salekê
an du salan tiştekî xerabe, dûrî şert û mercên
rojnamegerîye. Wek nimûne, kovara ku piştî
Hawarê dinav kurdên Binxetê de derketîye kovara
Gulîstan e Cegerxwîn di redakisyona wê de dikir
û yek bû ji damezrênerên wê, ta niha bi tenê 34
hejmar jê hatine weşandin û weha Gelawêj û Stêr
û Xwunav..hem jî, ne redakisyon, ne navnîşan û
ne berpirsên van kovaran diyarin û.. û
Bi
vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 75 salan
ve sînga xwe ji kovara Hawarê re vekirîye, û
mizgînîya zayîna kovara(HAWAR)ê daye me,
em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed
rehmet li giyanê Mîr Celadet û Dr.
Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata
wan bibare, buhişt cih û warê wan be.
Not:
Wek kurdekî guhdariyê li malbata Bedirxaniyan
û rojnamegeriya wan dikim, û bi berdewamî vê
yekê dişopînim. Bi helkeftina hatina 75 saliya
derçûna kovara Hawarê, ewa ku Mîr Celadet
Bedirxan di roja 15 gulana 1932 an de li Şamê
weşandiye, ku Yobîla wê a Almasî ye..Û li ser
daxwaza min û zimanhezên peyva kurdî a resen, me
ji tev berpirsên kovar û rojnameyên kurdên
Binxetê xwestiye, ewên ku guhdaneke durist bi
rojnamegeriya kurdî dikin û xwedanên kovarên
kurdî ne, ku ji her kovar u rojnameyê berpirsekî
wan di vê rojê de bi me re amade bibe, da ku em
bi hev re gengeşeya derketina kovara Hawarê di
nav xwe de gifugo bikin, hem jî, em li pêvajoya
rojnamegeriya kurdên Binxetê vegerin û berpêl
bikin; bê di çend qunaxan re derbas bûye û
sedemên paşketinê wê çine...Li Jor, gotina mine
ji bo wê rojê.
Konê Reş 12/05/2007 / Qamişlo
|