|
|
|
|
|
Sê M bi xewnan şuştî |
|
Tengezar
Marînî |
|
Daku sirûdên te adareke sêgulî bilorênin, sê
dilopên helbestê sûndeke aşiqane li goristaneke
bênavnîşan- navê wê Qamişlo ye- verêsin, çend
xewn û xwezîkên derengmayî dê bişkuvin.
Em dibûn berfeke nuxumandî, ji pêlên bahozeke di
nav jiyaneke bihî de. Di bedena xwe de, me çîrok
bi hêsiran diguvaşt. Li rojeke bi dîrokê hilçenî,
me şîna xwe dimerast .
Li wir, çiya. Li wir, welatê di kêferatên evînê
de xem rêsan. Li kolanên şevan, giyanên
şûndemayî, sirûda sê buharên zindî li ber
dergehê xwîna min lêdan. Welat, adareke
denvedayî ye dîsan!
Kîjan henasê xatir ji şevê xwest? Kîjan rojê,
kîjan sipêdeyê, kîjan xemê, dîsan pêşwaziya
hawarên dayka sê Mihemedan kir?
Wê demê, şev û roj yek in. Wê rojê şev xwezîkên
xwe ber bi sinoran ve dibe û şev û rojê hêviyên
xwe li nav wan çiyan çandin. Û wê rojeşevê, em
helbestên xwe berdewam dikin û dengê azadiyê
hêrza wan çiya gur dike.
Bigire, berf odeya min xemiland û bêdengiyê
vedihûne.
Dengê te adareke ji xwînê, kilîtê diguherîne.
Belê peyva te li ber guherînê ye. Ba li nav
demên vî welatî, peyveke ji berfê digindirîne.
Li rêwingiyê, du bajarên ji şîna kelehan, du
çiyayên dilê min, yek mişt helbest û yê din mişt
ji xwîna helbestê.
Welatê min awira kenekî darbestane.
Şev di nava hezkirina zuha de, govendeke girtî,
tilîliyeke aşopane!
Li vî welatî, li welatê sor , li welatê ku serê
zarokên xwe ..!..
Welatê girî, welatê şînê, welatê li kêlîkên
jiyan û mirinê siwar!
Welatê sê M û bi milyonan tîpên axretê
Welatê dengê min, welatê sozên te, welatê
stiranan, welatê kolanên birîndar
Helbestek im, dikelim!
Di kelehên şevê de, vegereke bêbinayd. Agirekî
dûr, di awirdana peyvê de.
Laş, dilê rûbarekî bêdeng û gencekî xwehiştî û
dest bi te kir!
Li vir agir / tu / mirin / dil û xeyaleke şêt.
Li vir masî û xwîna gerim.
Ji bilî te, çi ji mirinê bihêztir e
Çend silav bi dengê reş daxdan!?. Mirin çend
caran di himbêza hilbesta min de şîr vexwar?
Pênivîs serpêhatiya navê sor e.
Derbederekî kurd:
teqez wek xwe,
navê welatê xwe biçûk dinivîse.
dibêjim kurdland.
Helbestek.
Li nav dilê min neqşa soserta adarê.
Gulîzerek. Tu ez im, ez im tu. Tu û ez
serpêhatiya welatê mij. Ez û tu helbesta meyandî
bi rondikan, silavên xemgîniyeke îsotane. Darekî
li nav sîbera rêyeke dirêj. Ne tu digihî û ne jî
rê. Dikarim biçim, darek bim,
dikarim biçim û qurmekî kolayî li vê xakê.
Henasa xwe digire helbest,
tu bayekî ji desthilanîn dixî, bayekî biyan î,
di zivronkên van hevokan de. Yariya ronî û
sîberê yî,
şîn û kesk,
li her deverê tu kolanek.
Li kû jî be, palde, li ser gorekê. Li Li vir be,
li wir be, li çep, rast, bakur, li başûr Welatek
. Goristan û dayika min î, li xunaveke nûgihayî.
|
|
ji bilî nivîsên ku bi
navê Hevgirtina
rewşenbîran û bi navê
malpera rojava. netê
werin weşandin, her
nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye! |
|
|
|
|
|