Vê spêdê
dindikêt baranê hêdî hêdî bi mêlodiya xwe li
pencera min dixist. Min zanî evro jî wek
rojên dî dê mînim di bin xezeba vî esmanê
Europa û taybet yê swêde, mirov ji xwe û ji
vê dinê bêzar dibit, ez li ber pencera xwe.
Rawestam, li gel pîyalek ça gerim û çavê min
li derve man, dengek ji derê mala min hat ez
bi lez gihîstim ber derî, min dît wek her
car post hat, min destê xwe da postê û ez
vegeram ça xwe berdewam bikim, li nav postê!
min kaxezek dit. Ko ez herim paketa xwe
wergirim ji wê posta nêzîkî mala xwe, min
wek her car dest da klîlêt xwe û qesta parkê
kir. Li tombêla xwe siwar bûm û min destê
xwe li kasêt xist ko li sitiranêt pîremêra
guhdari bikim vê spêda sar. Bi her hal
gehiştim min jî dura xwe girt u paşî paket
wergirt. Min dît ji İstanbul hatiye, min bi
keyf xoshî ew pakêt vekir hêş ez negehaym
mal. Min pertuka xwe dît ya ko projekta
Şahmaran himbêz kirî ew pirojekt bo ya ko
cara yekem bê gotin û pesindan heqê jin
bidinê, wek diyar her kes niha li ser mafê
jinê di axive lê kes wek kiryar nake. Û mafê
wê her tenê bi gotinê tê gotin, ne bi
kiriar,Avesta û projekta wan ya Şahmaran ne
bi gotinê, bêgotin û bê pesindan piştgiriya
jinê kirin û xwedî li jin û berhemê wê
derketin .
Şûna tiblêt xwe li diroka mafê jinê çap kir..
min 3 pertukêt dî li Europa û li Kurdistanê
çap kirine lê mixabin çi ji wan çapan dilê
min pê xosh ne bû..Pertuka min ya ku di rêza
Şahmaran de, hatî çap kirî ez pir dil xosh
kirim di vê bedengiya vê roja sar û tarî de,
pertuk bi şêweyek moderin û dîzaynek ciwan
hatibû çapkirin u ket deste min, ez li nav
pertuka geram, pertukêt Nergizêt Kurdistanê
ko ji her çar parça bi xwe ve digirit min li
nav da dîtin. (yêt çend keçêt kurd) Her
laperek min di tewand (quliband) dirokek bû
her yek min ditewan jiyana kurdewarî bû. Jan
û birînêt wellat bûn, evîneka bê dawî bû, ez
îro wek Dotmîrek ya keyf xoşim. Min dest da
hemo pertuka û min qesta hevala xwe Axin
wellat kir min çend ji wan hemo pertuka hes
kir, ew jî her wek min ya kiyf xoş bû. Em li
ser her aliyek sekinîn ew bawerî bo me çêbû
ku Şahmaran ew tişta ciwan li wêja kurdî
zêdekir.. Ew pertukêt ko diyarî ji bo me
hatin (ji wan Nêrgizêt Şahmaran) hinek bo
min û hindek bo hevala min bûn. Yêt zêde jî
me dan bo kitabxana li Götnborg, her kesê
bixwaze dikare li van pertukxana bixwîne ,,li
Stad pertukxane ,Frölonda pertukxane,,
Hjälbo pertukxane ,,, Angered pertukxane ev
pertukxanêt serekî li bajarê Götenborg.
Ez û hevalêt xwe bi rasti keyf xoşiya xwe bo
Avesta û karmendêt wê diyar dikin. Ko
peştgîriya wan bu jinêt kurd yet nivîskar ji
her çar parçêt Kurdistanê yêt niha di jiyanê
de û yêt mirî jî..
her hebin û her serkeftî bin.
01-04-2008