|
Sê sal, sê fener
Sê gul in bo we diyarî
We welat tev livlivand
Hest û nest we tev kewand
Rengê şêran pêdarî
Wek mijê,
tevî xewnên me dibin
dawî bêdeng,
dawî bêreng
têk´lî êşa me dibin
her dema bîra we têt
ev civat bi coş dibin
pêl bi pêl rugeş dibin
„ difirî şubhetê bayî
Tête nêv zikr û semayê”
Çendî adar nal bibêt.
Li welatê xwe dibînim
Raperîn di rê de ye
Ax û bajar sucedeye
Paşerojek xweş dibînim
regezê mirinê ye.
Wilo kûr
Her mirin dîlanê dike
Di nav çavên te pasheroj heye
Derya li ser toza kevir nivistiye,
dûriya şîn, li ser zuxura rojê hat |
|
Seyrnameya vê sipêdê ye, li dergehê şevê ..
di çavên te de,
Seredanvanên te nivistine.
Li welatê min, sinor di livê de ne,
di hoşê min î nîvgirtî de,
ronî, li xakeke nû ye, pirsên xwe saz dike.
Birûsk tarî ye, şev li dar e.
Girtiyên te azadbûna xwe dixemilînin,
li van biyanistanan,
hilma sirûdên pencereyên te dirêsin.
Li ber mirinê,
asîmenekî zer,
ava çavên min dinoşe
Şînekî vala, li germiyana ahenga te raperî.
Êşa min , şevistana bêdengiyê ye.
şikestina baranan hawara xwe betal nake,
dibare mîna xewnên we,
li bîra we mukur têt.
Cihekî we heye,
di lavijên dapîra min de,
di zemînên çend Aştaran de,
Tiyamat werdên xwe dikêşan.
Tu li kû yî?
Dengê xwîna te tê,
zarên xweragirtinê, di kendalên hinasa we de,
têne nuxumandin.
mirinê dest pê kiribû.
Rondik, agirê xwe hînik radixin
şev dimîne
rev dimîne
şer dimîne
û avdar şînên me geş dike.
Pîrê Xerapatê,
darbesta we ji rojên me re hilandiye.
Li vir hişiyar in, ji pê ne,
dihingivin xewê, dîwarên sist.
Min li hxwe belav dike şev
Tu namînî..?
Helbestvan im,
Mijistana vî welatî nîgar dikim
terazûyên darên zeytûnê
dilorînim.
Li nav kilîtên van êvaran dibuhujim.
Hun çawa bi ser gora min ve bûn?!
Bêderyevan e keştî,
Rêwingîkî derengmayî ji karwanê we m e.
|