|
MELERZÎNÊ ÇI KIR ?
MELEVAN RESÛL
Lo rebeno hey jaro xwezî bi sala paro .
Kevnê mirovan dibe belge û bingiha vejîna
jiyanek çêtir , îro jî dibe paşeroja mirov
hêviyên xwe di navê de dibîne , ji lew hemî
helkeftên dem borî dibin hêzeke dînamîk dahatiwê
nîşan didin , heger ne wa be , wê jiyana mirovan
herdemî di astekî ketî de bima û afrênerên ber
bi çav li rû ne daban , ez ji vê rastiya xwezayî
tême ber bi mijara xwe ya ku girêdayê çarenosa
netewa kurd di başûrê rojava de bi xwe ve
radipêçe .
Berî niha bi sê salan raperînek yekemîn di
welatê me de teqiya , peyamên hêja gihandin
payên bilind yên berpirsiyar , çi dewlet bi xwe
be û çi tevgera ku xwe xwedanê wê dibine be , lê
tişta di qûnaxa van her sê salên borî de tê
dîtin , gelo ma tevgera kurdî kariye wana ji
raperînê derxe yan na ?
Îro gotina di şeqama kurdî de tê gotin ji
daxuyaniyên partiyan bi hêz tirin û rast tirin ,
her wekî di destpêka serhildanê de hatî gotin ku
bi beryara gelerî hatiye pêk anîn , rola tevgera
kurdî teviziandina birînan bû û bihaneyên cor
becor hatin raxistin ku tevgerê xwe ji hewldanek
wisa re amade ne kiribû . başe em hemî dizanin
ku rapervanan peyama xwe li gorî zanebûna xwe
dan , çi rast û çi çewt be miletê ne partîzan
gotina xwe got û welatperweriya xwe nîşan da ,
ev bûyer li ber çavê tevgera kurdî hate kirin ,
her wekî milet mesaja heyî gihand , da rê ji
gomanan re bête birrîn û sikaka kurdî xwe eşkera
kir ku ew amadeye da erkên xwe pêk bîne ji
derveyî beryara tevgerê .
Di encamê de me çi dît û çi hate kirin ?
Tevgera kurdî bi gotina me ya kevin kir ( wey
malê ji te bibe sed mal ) , li asta navnetwî û
asta navxweyî ji bilî derxistina belavokên bê
wate çi hate kirin ? , mebest ew bû da encama
raperînê beravêtî bikin , bezin bi riyên ne rewa
ve , belavokên bi navê partiyên kurdî dihatin
weşandin , li gorî xwesteka rijêmê ew kar jî bi
dawî hat , her partiyekê bi serê xwe xwest hinek
co û cobaran veke da xwe li ber rijîmê hilûs
bike û tevger bi giştî li şûn xwe hêla , encam
di daxuyaniya Dîmeşqê de eşkera bû , dewletê
pirovakasyona şehîd kirina Şêx Maşûq pêk anî ,
hinek ji saziyan xwestin wê bûyerê bikin parçek
ji bizava xwe ya partetî , felaket û ziyanên
mezintir li miletê kurd hate kirin . enî û
hevpeymana kurdî têk çû , du partî nêz hev bûn û
çar partî ji nû xwedê dan , kongira netewî ya
dihat payinkirin li ewropa bê damezrandin pûç û
beravêtî kirin , konfiransên ji derve bi kam
kelsiyên xwe ve bê wate man û ….h.d .
Tirsek di nava dilê milet de hate çandin wekî bê
hêvîtiya çareserkirina doza kurd nîşan dan . em
hemî dizanin ku dema biloka du alî hate rûxandin
û cîhana gilobalîzim li dar ket û piştî bûyera
11Êlûnê , hemî pîvan têk çûn û xwendinek nû ji
cîhanê re hate kirin , her yekî berjewendên xwe
pîvan û kêşan û li gorey wê xwe ji bingih ve
guhartin , ango çi kesê gurmîna dîwarê Berlînê
lê his nehatibe , ew bûyer wekî hişyarîkî bû da
her kes bikeve liv û xebatê û ji nû ve xwe saz
bike .
Mixabin tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê ew
birûsk ne xwendin û nekarî xwe biguhure , xuyaye
cîhan xwe bi ser hev de kom dike û yasayên nû ji
xwe re di afirîne da karibe sûde ji rêveçûna
mêjoyî bike , nakûkiyên nevxweyî ji bîr kirin û
bi hewldanên rasteqîne aramiya navxweyî saz
sazkirin , bihaneyên tevgera kurdî ji xwe re
dibîne wekî pirsgirêk û nexweşiyên nevxweyî ku
dibin sedema dûrbûn û ne pejirandina hev , bi çi
şêweyî nabe bersiv , heta roja îro tevgera kurdî
li benda pesnê welatparêziyê ye , helbet ew navê
welatperweriyê ji bal hinek kesayetên xudan
berjewend ve têne dan , ango tevgera kurdî xwe
negihandiye wî astî kurdperweriyê da ji xwe re
bike paş nav , îro cada kurdî ew insiyatîf bi
dest xwe ve aniye û bi hêsanî dikare helwesta
partiyan ji hêla welatperweriyê ve nîşan bide .
Ev me dighîne wê qunaxê , dema em pesnê
partiyekî bi derewîn bidin ? ew partî ji xwe re
nabêje ku ew nehêjayî navdanê ye . xwe kerkirina
miletê kurd ji pêkanîna hêvî û daxwazên netewî û
kurdewarî re nayê pejirandin bi çi rengî , ango
sipartina qedera milet ji dijmin re , û heger
rexne li wan tête kirin ? ji encama qelsbûna
rola tevgera siyasî ye , bila hişê kesî bi dûr
ve neçe ku mebest ji rexnê mandilkirina wan e ,
ma dibe çavê milet bête miçkirin û heger lêvên
xwe ji ser hev rake bi hêsanî navê xiniz û
xwefiroşan li rexnedaran dikin ! ma demkî em
dibêjin cihê mirov hêviyê jê dike , gazind jê tê
kirin .
Di dawî de heger em werin ser rola civaka kurdî
û dûrbûna wê ji tevgerê , ew nayê wateya ne
welatperweriya miletê kurd , ji ber ku 95% ji
milet ne partîzane lê ew mijûle bi doza xwe ve ,
heger omîd di tevgera kurdî de dîtiba ? yeqîn wê
radeya partîzaniyê xwe hilda ba pêş , bila neyê
jibîrkirin ku piraniya wî miletê serî hildayî
perîşan û xizane û hejmarek mezin bê nasnameye ,
beramberî wê piraniya serok û sekreterê partiyan
maldarin û bi du nasnameya ne , heger li wan
teng bû Vîzayê revê jî bi Pasporên wan ve hene ,
gelo ma kî guh bide kî ?.
Me navê rojek were ku rapervan bêjin : xwezî me
ew melerzîn ne kiriba , ji ber ku ew mirî ne
hêjayî wê şînê bû .
|